Leşkerên tirk, Serwet Turgut û Osman Şiban ji bo ku kurd bûn êsîr girtin, dû ra ji helîkopterê avêtin. Serwet Turgut mir, Osman Şahîn hîn li ber xwe dide.
Sibe kane dor were we, îcar we êsîr bigrin û bikujin. Ji bo
ku aqûbeta Serwet Turgut nebe ya we jî, ji bo ku we jî ji helîkopteran navêjin Serwet Turgut ji bîr nekin, pêsîra
qatilên Serwet Turgut berdin.
Medyaya kurdî dibê bi wacibê xwe yê rojnemevanî û exlaqî rabe û vê dozê bişopîne, nede jibîrkirin. Abûqatên Serwet Turgut dibê tu carî dev ji taqîbkirina dozê bernedin.
XXX
Êdî ne rast e meirv ji Tirkiyê ra bibêje dewlet. Tirkiye êdî
ne "cumhûrîyeteke mûza ye" jî.
Dewlet, bi dem û dezgehên xwe, bi meclîsa xwe, bi edalet û
mahkimeyên xwe yên serbixwe, bi medya xwe ya azad, serbixwe dewlet e.
Li Tirkyiyê ji vanan yek jî tuneye. Şexsekî hin xulam û çete
dane dora xwe û dewletê wek rêxistineke malbatî, wek organîzasyoneke sûc îdare
dike, pê zulmê li xelkê dike.
Hin kurdên bi xîret li Diyarbekrê bi navê Bêjan çend kitêbên
zarokan ji bo fêrbûna kurmancî derxistine. Xizmeteke pir hêja ye. Hêvî dikim
kurd zarokên xwe ji van kitêban, vê setê bêpar nehêlin.
Heger baş here, kar zirarê derxe, numûne û xebatên wiha ewê
zêde bibin.
Sipasî kesên ev kar kirine dikim û ji wan ra serketinê
dixwazim.
XXX
Rejîma van tirkên faşîst-îslamî her roj zulmek mezin li
kurdan dikin, roj tuneye li çend bajaran negirin ser malên çend kurdan. Hindik
maye meriv êdî fêr bibe, li rewşê û li halê xwe bibane û êdî qala vê zulmê
neke.
Meriv ji van bêbavan ra çi xeberê bide jî dilê meriv rehet
nabe
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar