Dibêjin herî pir jin û mêrên 80 salî, yanî yên zêde kal û pîr bûne li hev dikin, di nava
wan da teşxele, şer û pevçûn qet çê nabe.
Ê qey ewê li hev bikin. Çimkî di wî umrî da guhê herduyan jî giran bûye û çavên wan jî hev û du baş nabîne. Ma çima ewê li hev nekin ?
Yanî kêf kêfa kal û pîran e, ne teq û ne req, ne şer û ne teşxle, di nav dilşadiyê da bi hev ra wek qumrîyan dijîn...
Ez û xanim hîn negihîştine wir, lê hindik maye, hêvî dikim em bigîhjin 80î û wê rojê bibînin…
Dilbirîn H. K: Mamo zewac çawa ye, tu pêşniyazî me dikî?
Zinarê Xamo: Camêrekî gotiye heger zewac deryake bi ba û bahoz be, bêkarî
avzêmeke şêlû, ne zelal e. Tercîh ya te ye, heger tu ajnêberekî baş î û ji
deryayê natirsî bizewice, na tu dixwazî di avzêmê da bijî bêkar bimîne. Ez ne
ajnêberekî baş im, lê min dîsa jî derya hilbijart…
Jamal
Kazemi :Apê Zinar ez sedî sed dizanim hunê sedî derbaz kin xema nexwe.
Helim
Yusiv :Emrekî dirêj ji te û ji xanima te re dixwazim. Xwedê me ji vî
zimanê te yê şêrîn bê par nehêle.
Zinarê
Xamo : Mala te ava Helìm.
XXX
Ev çend roj in ji Çînê deng dernakeve. Mêrikan vîrusa li
dinyayê belav kirin û xwe dan aliyekî, ne dibêjin him, ne dibêjin gim.
Dinya ketiye hev, her kes bûye hevsiyê mala xwe, li hin welatan kal û pîr neman, lê ew tîcareta xwe zêde dikin, maskeyên xwe difroşin.
Dinya ketiye hev, her kes bûye hevsiyê mala xwe, li hin welatan kal û pîr neman, lê ew tîcareta xwe zêde dikin, maskeyên xwe difroşin.
Li gorî îdeayekê dibêjin heger dermanê Koronayê were dîtin
jî Çîniyan vîruseke din ya bi navê Covîd 19 S Plus hazir kirine, îcar ewê wê
bera canê însanan bidin.
Bi Xwedê çînî wek mûriyan in, her tişt ji wan tê, kanin tirrê ji dinyayê berdin.
Bi Xwedê çînî wek mûriyan in, her tişt ji wan tê, kanin tirrê ji dinyayê berdin.
Ev hîn nîna ye, çîniyan tirnîna xwe hîn nîşanî dinyayê
nedane.
Dibêjin heger ewrûpî dermanê nînayê(Koronayê) bibînin, tirnîna wan hazir e, îcar ewê wê bera bedena dinyayê bidin.
Her tişt ji çîniyan tê, kanin dinyayê seroqûnî hev bikin. Ew avzûmkirîne, tiştek bi wan nayê, em rebenên Xwedê emê di qarantînan da genî û kurmî bibin...:))

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar