Karîyê me hatibû jibîrkirin, lê bi xêra Vîrusa Koronayê dîsa
bû gezoyê ser sifran, bû dermanê tuxtor û hekîman.
Kurdan hema hema “karî” ji bîr kiribûn, êdî kesî karî nedixwar. Dibe ku li hin gundan xelkê top dikir, lê li bajaran ji zû da ye hatiye jibîrkirin, kes êdî karî naxwe.
Nifşên nuh belkî karî nas jî nakin. Berê li mala tim yê hişkkirî hebû. Dayika min a rahmetî pir jê hez dikir. Ilim jî ji birinca bi karî û tirşika wê.
Ez ji karîyê bi hêk hez dikim. Bêhêk jî xweş e, bi sîr, pîvaz, îsot û hinek ava firingiya. Pir xweş dibe. Lê dibê tûj be, ez ji tûjiyê hez dikim.
Lê bi xêra pandemîya Koronayê, hinekan gotin karî derman e.
Bi vî hawî ”karîyê zinara” nuha li Kurdistanê bûye tûtya, li gundan her kes dîsa wek demên berê dihere kêrî û tolikê.
Do xanima min bi diya xwe ra peyivî, got wele êdî her kes dihere kêrî…
”Karî, kardî, kardû (bi latînî: Arum
maculatum) giyayek bi jehr e. Binkê wê wek patata ye, pelên wê keskê tarî,
kulîlkên wê sor û binevşî ne. Di nêrkawê de fêqîyek wek morîkên sor çêdibe.
Bejna wê 25- 50 cm bilind dibe. Di gelek dermanan de,
tê bikaranîn. Xav (nekelandî) nayê xwarin. Lê ku hişk bû, an jî hat kelandin
jehra wê namîne. Di nav savar, birinc û xwarinên dew de tê xebitandin.
Madeyên têde: akolîde, aronîn, konisîn, sponîn, nişadir (nişasta), madeyên bi dohn (rûn) û şîrêz
(zemq)”
///Ji Wîkîpedîya
Mihemed
Ronahi Ma karî li Wêranşarê hebû?
Zinarê
Xamo Mihemedo, tu dîzmê derbas dikî ha !
Her dera Wêranşarê û Qerejdaxê karî û kereng e.
Mihemed
Ronahi Zinarê
Xamo bi Xwedê min digot qey tenê li botanê heye karî. Kereng li her
derê heye lê min karî nizanîbû.
Zinarê
Xamo Mihemed Ronahi ,
Kariye me yê "kariyê zinara" ye, pir bi lezet e, pelê wî gir e. Û
birinca bi karî li ma me bi nav û deng e.
Em tirşika wê jî çê dikin. Birinc, nok û kariyê zinara û hebirman.
Te ev tirşik cara xwariye?
Em tirşika wê jî çê dikin. Birinc, nok û kariyê zinara û hebirman.
Te ev tirşik cara xwariye?
Mihemed
Ronahi Zinarê
Xamo erê Apo. Min par xwar.
Izzettin
Sevgin Rojbaş xale Zinare Xamo rojek zu ew Korona Vırus bi Qediya em
mal derketiyan ez roje bes carki mal derdıkewim dewra kes tüneye her kes mal
xwe dane.Le iro hewa pır xewşe eze dekewim bıgerim sılav u rez.
Zinarê
Xamo Te pir baş kiriye. Her roj derkeve, bîstekê bigere.
M
Nuri İnan Dema diçim welêt
Birinca bi karî didim çêkir in tu jî dizane mamoste tahma wê pir xweş e..
Birinca bi karî didim çêkir in tu jî dizane mamoste tahma wê pir xweş e..
Cihan
Rojava Xalê Zinar cem we jî digotin gele jina mêrê wê tunebe dikare
biçine, çunkî digotin bêyom e ...em zarobûn ji me ra digotin, lê çima ez
nizanim...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar