02 juli 2019

Ya min jî maka wê ye



Dibêjin di wext û zemanekî da xortekî pir feqîr hebû, tu tiştekî wî tunebû. Rebeno dikir, nedikir nikanîbû debara xwe bikira. Rojakê dêya wî jê ra got:

-Rabe here ba şêx, halê xwe jê ra bibêje, xwe bavêje bextê wî, belkî alîkariyekê bide te.

Lêwik gurra dêya xwe kir û çû ba şêx, derdê xwe jê ragot û jê alîkarî xwest. Şêx li lawikê feqîr guhdarî kir û dû ra ji mirîdekî xwe ra got:

-Rabin herin wê dahşika di êxur da bidin vî xortê feqîr.


Xort pir kêfxweş bû, spasî şêx kir. 

Dahşik dan xortê feqîr. Lêwik dahşika xwe da ber xwe û çû mal.

Êdî bûbû xwedî ker. Her roj dahşika xwe dida ber xwe û diçû nava dêr, daristanê. Çend êzing top dikirin, li dahşika xwe dikir û dibir li bajêr difrot. Bi vî hawî baş xerab debara xwe dikir.

Rojekê dema dîsa diçû bajêr, dahşika wî ji nişka ve di bin bêr da ket û mir. Lawikê feqîr pir li ber mirina dahşika xwe ket, girîya, kir qîrîn û hawar, lê pere nakir, dahşik carê miribû.

Ji bo teyr û tû termê dahşika wî nexwin û genî nebe, li kêleka rê erd kola û dahşika xwe li wir çahl kir. Û çend kevir û xilik li dorê geran û dû ra jî ax avêt ji ser da, kir wek gorrekê. 

Lê destê wî ji dahşikê nebû, xwe avêt ser gorra û hêsir barandin. Ji xwe ra got bi xêra vê dahşikê ez ji feqîrtiyê xelas bûm, ji nuha û pê da ezê çi xweliyê li serê xwe kim, ezê debara xwe çawa bikim?!

Di vê nabê da karwanek ji wir derbas dibû. Bala xwe danê xortek li ser gorrekê digrî û dua dike. 

Serkarwan got weleh miheqeq ev gorra ewlîyayekî pir mezin e, lema ev xort li ser digrî û dua dike. Ji merivên xwe ra got, ka werin em jî fatîheyekê li ser bixwînin.

Hemû karwan bi hev ra çûn ser gorra dahşikê, li kêleka lêwik wan jî fatîheyên xwe xwendin û duayên xwe kirin. Û dû ra jî her yekî hinek pere wek xêr û sedeqe avêt ji ser gorê da û çûn...

Ew karwan çû yekî din hat, Ew çû yekî din hat. 

Welhasil çiqas rêwî ji wir derbas bûn, hatin ser gorrê, fatîhe xwendin, dua kirin û çûn.
 
Lêwik jî tim perê xwe top kir û kir bêrîka xwe. 

Xortê feqîr bala xwe dayê gorra dahşika wî bû ziyaret û pere bi ser da rijand. Piştî demekê çû du hoste anîn û ziyareta xwe xweşik da çêkirin. 

Di nava wextek kin da nav û dengê ziyaretê û şxê ber li her derê belav bû, her roj bi sedan kes hatin ser ziyaretê û her yekî pêşek pere avêtin ser gorrê.

Piştî demekê xeber çû guhê şêxê dahşik dabû xort. 

Şêx ziyareta nuh û şêxê li ber ziyaretê meraq kir, got gelo ev şêx kî ye, ev gorra kîjan şêxî ye ? 

Ji bo ku meselê fêr bibe û şêxê li ber gorrê nas bike, rojekê ew û çend mirîdên xwe bi hev ketin û çûn zîyareta şêxê li ber ziyaretê.

Şêx matmayî ma, bala xwe dayê şêxê hewqas nav û dengê wî belav bûye xortê wî dahşik dabûyî. 

Şêx devê xwe kir guhê xortê feqîr û jê ra got:

-Lawo heta salek berê jî tu yekî pir feqîr bû, tu hatî ba min, te ji min alîkarî xwest. Min dahşikek da te. Di nava salekê da te çawa kir, tu hewqasî zengîn bûyî?

Lawik keniya, wî jî devê xwe kir guhê şêx û çîroka xwe hêdîka jê ra got:

-Şêxê min, weleh ez ji te venaşêrim, bi Xwedê ev gorr, gorra dahşika te ye. Rojekê ez diçûm bajêr, di bin bêr da ket û mir. Min rabû ew li kêleka rê gorr(çal) kir û dû ra jî bû ziyaret û deng da...

Şêx keniya û got:

-Kuro bi navê Xwedê ziyareta min jî maka wê ye…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE