02 juli 2019

Ez û baran



Gilî û gazin, qalkirina zahmetiyên karên rojane hertim nabe, heta ne baş e jî. 

Îro jî ezê pozîtîf bim û hebekî jî pesnê xwe bidim.

Bira herdu hevdu temam bikin; pozîtîfî û pesn... 

Ez nebêjim haya kesî ji min û ji xebat û çalakiyên min çê nabe. Dibê ez rojaneyên xxwe binivîsim û haya şopîner û xwendevanên xwe bigihînimê. 



Ji vêsê da bû li Stockholmê baran bû. Heta saet 14.00 min di hundur da sebir kir lê baranê venekir.

  

Ez bîstekê li ber kompîtorê rûniştim, di feysê û twîttê û vê malperê û wê malperê da viz bûm, çavên min qerimîn. 

Meriv çiqasî li medyaya sosyal dinêre, xeberên li ser kurdan û zirteboziyên tirkan dixwîne bîna meriv teng dibe.

Min kompîtor girt. 

Xanimê got fersend ev fersend e ezê rabim hundur pak bikim. Derdê giregira makînê nedihat kişandin.

Di hundur da bîna min teng bû.

Lê baranê jî venedikir.


Şîreta swêdîyan ya dibêjin “hewa xerab tuneye, kincên xerab hene” het bîra min.

Min rabû wek şêran kincê xwe yê baranê(şemedanê xwe yê baranê) li xwe kir û derketim derve.

Xanimê got neçe, baran e, min guh nedayê, min got baran li min hukim nake, min berê xwe bi gola me da kir…

Li derve kes tunebû, ximîna baranê û dengê xişe xişa şemedanê min ya bi aheng bi hev ra dibûn melodiyek xweş. Xişşş, xişşş, xişşş…

Baranek hûr hûr dibarî, bêyî dengê baranê û xişîna kincê min dengê tiştekî din nedihat min.


Ez tam saet û nîvekê, 7 km. meşiyam. Di vegerê, di nîvê rê da baranê vekir. Bi vekirina baranê ra bîneke xweş ji erdê, ji axê fûriya…

Min hinekî xwîdan da. Min pêxîla xwe vekir, hewake honik li bedena min belav bû…

Meşa di baran û berfê da xweş e, ez jê hez dikim, meriv şil dibe, diqefile û têra dilê xwe li dengê ximîna baranê guhdarî dike…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE