Tirkekî totikvala ji bo protestokirina Amerîkayê telefona
xwe ya Îphone şikandiye, gotiye, ”min bi şikandina telefona xwe ya min bi 36
mehan bi texsît kirîbû dest pê kir. Yê piçek îmana wî hebe dibê ew jî bide dû
min. Boykot...”
Ev çend roj in di medyaya sosyal gelek vîdeoyên kesên dolara dişewitînin, yên telefonên xwe dişkînin, yên Coca-Colayê û Ketchupê dirjînin tên belavkirin.
Berber dibêjin ew traşa emerîkî nakin.
Hinekan jî dolarê xwe şewitandin
Şikandina telefonên xwe û şewitandina perê xwe ehmeqîyeke bêemsal e.
Li ruyê dinyayê miletê ji ber nasyonalîzma xwe herî ehmeq, herî dîn miletê tirk e. Di nava her miletî da merivên kêmaqil û dîn hene, lê hindik in, bes yên tirkan ehmeq di piraniyê da ne.
Nekirîn û boykotkirina malên Amerîkayê şêleke siyasî ye, ez fêm dikim. Lê belê tiştê meriv kirîbe, perê xwe tê da be û bişkîne ehmeqî ye, zirdînî û kerîtiyeke bêemsal e.
Him perê xwe tê din û him jî dişkîni...
Ancax tirkkek hemeqiyeke wiha bike...
A em kurd bûne bindestên van merivên totikvala, xêv, bûdele. Bindestiya kesên wiha dibê meriv wek heqaretekê li xwe bibîne..
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar