Ìro jì min got ez hinekì "modern" bibim. Lema min çend rismên ”modern”
girtin. Min xwest bi vê modernbûna xwe hinekî cesaretê bidim xortan jî...
Li Swêd havîn pir kin e, lê îsal dirêj kir. Lema jî îsal kêf kêfa me ye.
Li Swêd havîn pir kin e, lê îsal dirêj kir. Lema jî îsal kêf kêfa me ye.
Zinarê Xamo Husamatîn, havîn e, kilaş tam li gorî van
kinca ye. Ez nuha li Stockholmê turîst im, dibê li gorî wê li xwe kim.
Evdal Beg ez pir keniyam. Ji ber ku tu zûda ji
Kurdistanê dûr î tu hinek tiştan wek 40 sal ewil dizanî. Sankî xortên Kurdan
qet şortan li xwe nakin, tu yê cesaret bidî wan. heyran ka were binêre ew demên
berê derbas bûne. heta mêrê mezin bi şortan digerin li Kurdistanê.
Zinarê Xamo Gelek spas Îlyasê hêjî.
Zinarê Xamo Evdal Beg, bi Xwedê tu rast dibêjî, kurd
pir guherîne haya min jê tuneye.
Lixwekirina şort mortan pir şerm bû.
Di dema min da meriv nikanîbû bi dizî jî li keçekê binêriya. Li gorî min bihîstiye dibêjin nuha keç û xortên kurd jî wek yên swêdî dibin hevalên hev.
Rast derew nizanim, lê min wer bihîstiye...
Ax, ax, xwezî ez nuha ne kal bûma, xort bûma, minê bêtirs, têra dilê xwe li wan xezalên kurd binêriya...

Alican Akdoğan Pirr qarîzmatîkî mamoste xort nikarin
ber derîyên te de derbas bin 😁 tu
karî deh xortan ji berîkên xwe derxî..
Zinarê Xamo Weleh rastî ne wisa ye, lê ez xwe ji wan
kêmtir nabînim. Û carnan jî meydanê ji wan ra dixwînim. Tabî ji yên tirsonek
ra...
Yaqûb Kurmanc Jiyanek xweş û geş û azad ji bo hemû
însanan pêdivî ye.nexwe pîr û kal bî an ciwan û xort bî.ji bo we temenek dirêj
û pir li xweşî hêvî dikim
Bube Eser Kek Zinar bi rastî ew gelekî li te hatiye. Te
bi vê yekê modernbûna xwe da îspat kirin. Lê ne tenê li mal pê derkeve derve
jî. Silav
Zinarê Xamo Bûbê, bi carê da nabe, gav bi gav. Nuha li
mal û li dora malê pê digerim, lê dû ezê qadê berfirehtir bikim.
Enwer Karahan Ew gore nebû ye kek Zinar, a kombîneya
lixwekitinê xerakiriye ew e...
Zinarê Xamo Enwer, xwedêgiravî ez ji van tiştan fêm
dikim û min li gorî wê xwe xemiland; tîşortê reş, pantorê reş û gora reş.
Lê wa ye tu dibêjî nebûye.
Husamedîn jî kilaş neecibandibû...
Diyar e zanîna min kêm e, ji min ra hinekî din lazim e...:))
Lê wa ye tu dibêjî nebûye.
Husamedîn jî kilaş neecibandibû...
Diyar e zanîna min kêm e, ji min ra hinekî din lazim e...:))
Berfin Dicle Mamoste! Bila rengê cil û bergê we di
rengê biharê de bin. Vana jî pir xweş in, lê ewê rengê vekirî, bêtir li we bên.
Zinarê Xamo Ew jî hene Berfîn xanim, do
wiha lê hat. Lê çend qatên havînê hene, di dolabê da cî nemaye, her roj
şerê min û xanimê ye. Dibêje mala min di ber kinc û kitêbên te çû...
Mal jî tim mala wê tenê ye, pronoma, zamîra "me" tu carî bi kar nayne, her tişt yê wê ye...
Mal jî tim mala wê tenê ye, pronoma, zamîra "me" tu carî bi kar nayne, her tişt yê wê ye...
Apo,
SvaraRaderaWeleh lazim ku him ciwanên der û dora te hin goreyên kurt î li gor van şortan ji te re temîn bikin, ev gore ne şuxilê van şortan e. Wekî din, tarza te têra xwe modern e.
Heyran bi carê da nabe, hêdî hêdî. Bi xêr ewê dor were gorê jî.
RaderaMeriv ji dergûşê heta gorrê tiştê nuh fêr dibe, qusûra gorê jî nuh fêr bûm..