Em îro ne bi Nefî û bi Fuzûlî, bi Elî Herîrî, bi Melayê
Cizîrî, bi Ehmedê Xanî, bi Feqiyê Teyra xwedî edebiyateke netewî ne û milekî
xwedî edebiyat in.
Bi saya van şairên bi kurdî nivîsîne edebiyateke me ya
klasîk heye û bi hebûna wan em fexir dibin û dibêjin em jî miletekî xwedî
nivîskar, şair û edebiyat in.
Heger van klasîkên me jî wek yên îro bi tirkî dinivîsin, wan jî bi osmanî binivîsîna nuha em miletekî bêbinyat û bêedebiyat bûn.
Sed, dused, sêsed salên din emê eynî tiştî ji bo kesên îro bi tirkî dinivîsin bibêjin, ewê jî bibin Nefî û Fuzûliyê îro û li ser tirkan werin hesibandin.
Kesên îro bi tirkî dinivîsin baş zanin ew ji tirkan ra û ji ziman û edebiyata tirkî ra xizmetê dikin. Û zirareke pir mezin didin ziman, edebifyat û netewebûna/miletbûna kurdan.
Ji ber ku tirk viya baş zanin lema jî perwerdeya bi kurdî qebûl nakin, kurdî nakin zimanê resmî û perwerdeyê. Çimkî zanin gava kurd bi kurdî bixwînin ewê bibin milet û ji tirkan dûr kevin, nehelin.
Lê gava kurdî yasax be ewê hêdî hêdî bihelin û bibin tirk. Di nava 90 salî da herî kêm 4-5 milyon kurd kirin tirk, heta çend salên din ewê yên mayî jî bikin. Û gava piraniya miletekî heliya êdî xelasiya wî pir û pir zahmet e.
Di nabêna me û tirkan da derya tuneye, em û wan ji hev ne dûr in, tevhev in. Ne dînê me û ne jî rengê me cihê ye, tiştê me û tirkan ji hev digerîne ziman e.
Lema jî dema em asîmîle bibin mesela me diqede, sedîsed em dibin tirk û Kurdistan jî ebediyen dibe welatê tirkan.
Nivîsandina bi tirkî ji ziman û edebiyata kurdî ra, ji yekîtiya netewî ra xizmetê nake,
belovacî wê dibe sebebê jihevdûrketina kurdan.
Yê bi tirkî dinivîsin kurdan ji hev dûr dixin û zirareke
mezin didin çêbûna şiûra netewî û yekîtiya kurdan.
Nivîsîna bi kurdî kurdan dike milet, xizmetê ji miletbûna
kurdan ra dike, nivîsîna bi tirkî kurdan dike tirk, xizmetê ji asîmîlasyona
kurdan ra dike.
Xalo, heta kurdi pere neke, kes zore nade xwe u kurdi hin nabe. Heke sibe bibejin e ku bixwaze bibe memur dive kurdi bizane, we deme hemu kursen zimane kurdi e tije bibin.
SvaraRaderaErê were ye. Di kurdî da him pere tuneye û him jî carnan zirar tê heye. Lê dibê em îdîalîst bin, wekî din tu rê tuneye. Dewlet nuha kurdî naxe bazarê.
Radera