Sinetkar û hunermendên tirk ji bo ku zafera leşkerên tirk û
çeteyên îslamî yên Efrînê pîroz bikin qefle bi qefle diçin ser sînorê
Efrînê-Kilîsê û leşker û çeteyên îslamî pîroz dikin.
Di nava qefleya îro da Ajda Pekkan, Seda Sayan, Denîz Sekî, Sîbel Can, İbrahim Tatlıses, Emel Muftuoglu ve Mustafa Sandal û serokê Klûba Beşiktaşê Fîkret Orman, lîstikvan Tolga Zengîn, Oguzhan Ozyakup, Necîp Uysal û Gokhan Gonul hene.
Qefleyê vê carê bi Erdogan û serokerkan ra çûn û bi hev ra gelek risim girtin.
Îbrahîm Tatlisesê bêşexsîyet û hestîkoj di orta serokerkan û Erdoganê bi kincê genaralan da rûniştiye û strana zafera Efrînê ji Erdogan ra dibêje û Erdogan jî bi ken wî teqdîr dike û destê xwe li milê wî dixe, fena ku jê ra bibêje efrim ji te ra…

Berê jî qefleyeke mele, muftî û sinetkar û hunermend çûbûn ser sînor sînorê Efrînê û zafera leşkerên xwe pîroz kiribûn.
Ji roja Efrîn hatiye dagirkirin û vir da ye tirk, hinek ji tirsa qûna xwe û hinek jî ji ber kîn û nefreta ji kurdan diçin ser sînorê Efrînê-Kilîsê û leşkerên xwe pîroz dikin.
Di demên wiha da bênamûsên neyarên kurdan wek qirş û qalên bi ber lehiyê kevin derdikevin pêş. Meriv neyarê xwe nas bike jî baş e…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar