Gotineke Nelson Mandela ya pir xweş heye, gotiye, ”Ez tu
carî wenda nakim. Ya qezenc dikim ya jî fêr dibim.” Gerek em kurd jî li gorî vê felsefê li micadele û li wendakirinên xwe
binêrin.
Dibê em bibêjin me îcar wenda kir, lê belê emê carke din wenda nekin. Îcar nebû careka dinê, careka dinê, careka dinê, heta em digihîjin azadî û serxwebûna xwe. Heta em jî wek ereb, tirk û farisan dibin xwedî nasname û welat… Em mecbûr in qezenc bikin, dibê baweriya me bi serketinê tu carî zeîf nebe...

XXX
Min di derekê da xwend, yekî gotiye, ”însan gava perê xwe
wenda dike dibe feqîr, gava azadiya xwe wenda dike dibe êsîr û gava evîna xwe
wenda dike dibe şaîr.”
Herdu numûneyên pêşîyê rast in, lê ya dawî, yanî gelo rast e her kesê evîna xwe wenda dike dibe şaîr? Min xwest hevalên şair bersîva pê pirsê bidin ya jî fikrên xwe yên li ser vê teşbîhê bibêjin…

Kurd êdî her roj bi çavên xwe dibînin û bi guhên xwe
dibihîzin dewleta tirk ne tenê ne dewleta wan e jî, ew dewleteke dijmin e, li
dijî hebûna wan e û li her dera dinyayê şer û neyartiya wan dike; dixwaze li tu
dereka dinyayê kurd nebin xwedî mafekî herî biçûk.
Li gel vê rastiyê kurdên hîn jî bi vê dewletê ra ne, hîn jî ji vê hukûmetê ra li çepikan dixin, çi demagojiyê bikin jî nikanin neyartiya xwe ya bi kurdan ra veşêrin. Ew û Devlet Bahçelî ji eynî siyasetê û eynî serokî ra li çepikan dixin. Hevalbendên Bahçelî êdî ji kurdayetiyê şuştî ne û di nava refên dijmin da ne

Em kurd mecbûr in, heta mahkûm in xwedîyê îdealên mezin bin.
Ev îdîa li gorî hêza me çiqasî mezin bin jî dibê em dev jê bernedin.
Belovacî wê(eksê wê) qebûlkirina bindestiyê û wek milet wendabûna ji ruyê dinyayê ye.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar