15 januari 2018

Dibê baweriya me ya bi serketinê tu carî zeîf nebe

Gotineke Nelson Mandela ya pir xweş heye, gotiye, ”Ez tu carî wenda nakim. Ya qezenc dikim ya jî fêr dibim.” Gerek em kurd jî li gorî vê felsefê li micadele û li wendakirinên xwe binêrin.

Dibê em bibêjin me îcar wenda kir, lê belê emê carke din wenda nekin. Îcar nebû careka dinê, careka dinê, careka dinê, heta em digihîjin azadî û serxwebûna xwe. Heta em jî wek ereb, tirk û farisan dibin xwedî nasname û welat… Em mecbûr in qezenc bikin, dibê baweriya me bi serketinê tu carî zeîf nebe...

XXX

Min di derekê da xwend, yekî gotiye, ”însan gava perê xwe wenda dike dibe feqîr, gava azadiya xwe wenda dike dibe êsîr û gava evîna xwe wenda dike dibe şaîr.”

Herdu numûneyên pêşîyê rast in, lê ya dawî, yanî gelo rast e her kesê evîna xwe wenda dike dibe şaîr? 
Min xwest hevalên şair bersîva pê pirsê bidin ya jî fikrên xwe yên li ser vê teşbîhê bibêjin…

XXX

Kurd êdî her roj bi çavên xwe dibînin û bi guhên xwe dibihîzin dewleta tirk ne tenê ne dewleta wan e jî, ew dewleteke dijmin e, li dijî hebûna wan e û li her dera dinyayê şer û neyartiya wan dike; dixwaze li tu dereka dinyayê kurd nebin xwedî mafekî herî biçûk.

Li gel vê rastiyê kurdên hîn jî bi vê dewletê ra ne, hîn jî ji vê hukûmetê ra li çepikan dixin, çi demagojiyê bikin jî nikanin neyartiya xwe ya bi kurdan ra veşêrin. Ew û Devlet Bahçelî ji eynî siyasetê û eynî serokî ra li çepikan dixin. Hevalbendên Bahçelî êdî ji kurdayetiyê şuştî ne û di nava refên dijmin da ne

XXX

Em kurd mecbûr in, heta mahkûm in xwedîyê îdealên mezin bin. Ev îdîa li gorî hêza me çiqasî mezin bin jî dibê em dev jê bernedin.
Belovacî wê(eksê wê) qebûlkirina bindestiyê û wek milet wendabûna ji ruyê dinyayê ye.

XXX

Yên tahm û lezetê ji kitêbxwendinê digrin zanin kitêbxwendin wek vexwarina ava deryayê ye. Her ku meriv vedixwe, meriv tî dibe û her ku meriv tî dibe, meriv vedixwe….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar