Bawer bikin ji derd û qahra kurdan meriv dixwaze xwe bavêje bahran.
Lê wê demê jî meydan ewê bimîne ji xayin û xwefiroşên hevalên neyaran ra.
Meriv ji qahra biteqe jî çara micadele ye.
Tiştên kurd îro li Kurdistana Bakur û Başûr dikin meriv merezarî dike.
Dijmin ne bes e, kurd bixwe jî gorra xwe dikolin û zemîn ji neyaran ra xweş û rehet dikin.
Yekîtî, tifaq, gavên netewî hîn jî xuya nake, xayin hîn jî li ciyê xwe û xwedî gotin û desthilat in.
Rast e halê dijminên me pir xerab e, di warê siyasî, aborî, eskerî, axir di her warî da di nava krîzeke mezin da ne.
Lê belê tevlihevî û krîza di nava me da ji ya dijminên me mezintir e, em jî ne li ser hev in.
Gava em ne bi tifaq, bi program û xwedî hedef bin, dijminên me çiqasî zeîf bin jî em nikanin tiştekî bi dest in, çimkî em ne organîze ne, di daxwaz û hedefên xwe da em ne li hev in.

XXX
Dewletên misilman neyartiya kurdan ne tê da, hema hema li
ser tu meselê, li hemberî tu dewletê nabin yek, tenê li hemberî kurdan, tenê ji
bo pelixandina kurdan di cî da û him jî bê problem dibin yek.
Ji bo kurd li Îranê, li Îraqê, li Sûriyê û li Tirkiyê ji bndestiyê dernekevin û negihîjin azadiya xwe û nebin xwedî dewleteke netewî hemû dewletên misilman, hemû miletên misilman hemfikir in, di vî warî da di nabêna wan da dubendî tuneye.
Hemû dewletên misilman dibêjin gerek 40 milyon kurd wek xulam û koleyên ereb, faris û tirkan bimînin.
Li ser vê hemû hemfikir in.
Lê li alî din dibêjin gerek dewleteke din jî li 23 dewletên ereban zêde bibe û 4 milyon filistînî jî bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Bira 40 milyon kurd bindest bimînin, lê bira 4-5 milyon filistînî bibin xwedî dewlet.
Û kurdên misilman jî hîn xwe ji van dewletên misilman dihesibînin.

Li Hezexa(Îdil)qeza Şirnexê panzêra polîs li Onur Ozalpê 4 salî qelibî û giran birîndar kir.
Rewşa Onurê 4 salî giran e.
A ev dewleta zarokê 4 salî bi panzêrê dipelixîne ji Îsraîl ra dibêje çima leşkerên we çavê zarokekî filistînî yê 16 salî girê da ye.
Ew bi xwe zarokekî 4 salî bi panzrê dipelixînin, lê ji Îsraîl edaletê dixwazin.
Di meha gulanê da jî panzereke polîsan ket malekê û du zarokên birayên hev, 6 salî û 7 salî di hundur mala wan da pelixandin. Herdu zarok jî mirin.
Walî û berpirsiyarên dewletê gotin qeza ye.
Lê heta nuha bi dehan bûyerên wiha bûne û zarok hatine kuştin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar