Leşkerên dewleta tirk li Şirnexê riya hevseroka HDPê Fîgen
Yuksedagê û serokê DTKê Hatîp Dîcle birîne û nehîştine herin cejna şirnexiyên
li welatê xwe û li bajarê xwe bûne mahcir û di çandiran da dijîn pîroz bikin.
Fîgen Yuksekdag parlamenter e, lê leşkerek nahêle ew here
Şirnexê.
Helbet tiştê leşkeran kirine teror û zorabtiyeke mezin e,
meriv gelkî diêşîne.
Lê bi baweriya min baş kirine, çimkî Hatîp Dîcle û Fîgen
Yuksekdagê ji zû da ye ev muamele, ev heqaret heq krine.
Çimkî ew dewleteke kurd naxwazin, dibêjin ji kurdan ra
dewlet nelazim e.
Gava meriv dewletê nexwaze û ”fikrê dewleta kurd bavêje ser
sergoyê dîrokê” ewê netîceya ev be.
Yên xwedî dewlet nahêlin yên bêdewlet li welatê xwe bigerin
û cejna hev jî pîroz bikin.
Çimkî dewlet ya wan e.
Mafê yên bêdewlet tenê koletî ye.
Çimkî dewlet ya wan e.
Mafê yên bêdewlet tenê koletî ye.
Û kole jî mecbûr in rîayetî emir û fermanên kesên xwedî
dewlet bikin, kesên bêdewlet dibê hedê xwe bizanibin.
Hatîp Dîcle wek tirkekî ne xwedî maf û azadî ye, ew wek
merivekî bindest kole ye û lema jî dibê bindestî û koletiya xwe tu carî ji bîr
neke û xwe wek tirkekî azad nebîne…
Heger piçek meju û xîret bi Hatîp Dîcle û hemû kesên
dewleteke kurd naxwazin ra hebe, mabe, ev heqareta leşkerên tirk, ev çavsoriya
tirkên xwedî dewlet besî wan e.
Dibê ji vê heqaretê, ji vê çavsoriya tirkan îbret û dersekê
bigrin û careke din jî nebêjin ew dewleteke kurd naxwazin.
Ji ber ku nexwestina dewleta kurd qebûlkrina bindestiyê û
koletiya tirka ye.
Yên dewleta kurd nexwazin û bibêjin ji kurdan ra dewlet ne
lazim e, "me fikirê dewleta kurd ji zû da ye avêtiye ser sergoyê
dîrokê", dibê xwe ji vê heqareta tirkên xwedî dewlet xwe aciz nekin.
Ev îş wiha ye, gava meriv bindest û bêdwlet be, azadiya
meriv ne di destê meriv da ye, di destê kesên xwedî dewlet da ye
Diyar e Hatîp Dîcle îro ev qaîde ji bîr kiriye…
Diyar e Hatîp Dîcle îro ev qaîde ji bîr kiriye…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar