Min nêt hebû îşev li ser Îlhamî Sîdar, li ser rasthatina min
ya nivîseke wî û helbesteke wî tiştekî binivîsim. Lê hesabê bajêr û mal li hev
derneket, xelkê îşev ez rehet nehîştim. Bîna min teng bû, tu nema ku bibêjim
bavo ev nivîskarî ji min ra nelazim e û facebooka xwe bigrim.
Nivîskarên xelkê bi karê xwe dewlemend dibin, bi hezaran heyranên wan çê dibin, tên hezkirin, tên tedîrkirin.
Yê me bira teqdîr û hezkirin li wir bimîne, em bi nivîsên xwe ji xwe ra dijminan çê dikin, derd û kulan peyda dikin, xewên şevan li xwe diherimînin. Ji ber ku gotineke meriv ne li gorî dilê hinekan e heqaretê li meriv dikin, bêedebiyê dikin. Û meriv nikane xwe bi ber teqala herkesî xwe, bersîvê bide herkesî.
Loma jî him kurdbûn û him jî nivîskariya kurd zor e.
Lê bi xeydê jî mesele çareser nabe. Heta ez kurd bim û kurd jî bindest bin ez dibêjim halê me ewê tim ev hal be….

2015-03-23
XXX
Fîlozof û şelaf
Fîlozof û şelafekî sohbet dikirin. Fîlozof çi bigota şelaf bê teredut peyva fîlozof tesdîq dikir.
Dawiya dawî sebir û tehamula fîlozof nema û bi hêrs got:
-Birader qet nebe carekê îtîrazî tiştê ez dibêjim bike, ji bo ku ez bizanibim em du kes in.

Siyasetmedar û şelaf
Siyasetmedar ji şelafê xwe pirsî:
-Sifir çi ye?
Bersîva şelaf tam li gorî dilê siyasetmedar bû:
-Li huzûra we ez...

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar