Benîadem tedawî û dermanê gelek nexweşiyan dîtiye, lê tenê
dermanê ”îxanetê û kêmaqiliyê” nedîtiye. Xwezî dermanê îxanetê û kêmaqiliyê jî
hebûya.
Dermanê îxanetê û kêmaqliyê ji her miletî bêtir ji kurdan ra lazim e. Ji ber ku
kêmaqil û xayinên kurdan ji yên her miletî qat bi qat zêdetir û xayintir in…
Ev îxaneta hevalbendiya bi Daîşê ra, serîjêkirina birayê xwe yê pêşmerge Hucam Surçî , tecawzkirina dayik û xwehên xwe, pêşkêşkirina wan ji çeteyên ereb, somalî û tirk ra bênamûsiyeke ji bênamûsiyê û îxanetê jî mezintir e.
Navê vê bênamûsiyê, vê îxanetê di ferhenega tu miletî, tu zimanî da tuneye.
Dibê nivîsakarên kurd li ser vê bênamûsî û îxaneta bêemsal ya van kurdên xayin romanan binivîsin, hunermend fîlman û piyesan çêkin.
Ev xiyaneta zarokên miletekî ya li hemberî gelê xwe pir mezin e, dîrokê hîn bênamûsî û xiyaneteke wiha nedîtiye, li cîhanê kes hîn nebûya şahidê îxaneteke hewqasî mezin.
Ev hevalbendiya, ev piştgiriya, ev îxaneta bi terorîst û qatilên Daîşê ra dibê ebeden neyê jibîrkirin, dibê ev xiyaneta kurdan têkeve kitêbên dîrokê, ji bo zarokên kurd û cîhanê bibe belgeyeke dîrokî…
Heger kêmaqil û xayinên me ji kêmaqil û xayinên her miletî ne pîstir û ne xayintir bûna, piştî hewqas zulm, hîn jî nedibûn havalên Daîşê û hîn jî nedidan pey qûna Erdogan.
Û ji ber ku Erdogan kurdan bindest dihêle, ji ber ku zarokên
kurdan dikuje û bi Daîşê dide kuştin jê ra li çepikan nedixistin.
Bi kêmanî
yekê bigot ”BES”, ez êdî vê zulmê hew qebûl dikim.
Lê kes nabêje, Erdogan hemû kurdên Sûriyê ji gund û bajarên
wan derxe jî, zindanên Tikriyê tije kurd bike jî, rojê bi dehan kurdan bikuje
jî, bi Daîşê Hewlêrê jî ji kurdan bigire, dîsa jî wezîrekî kurd, parlamenterekî
kurd xwe aciz nake, dev ji AKPê bernade.
Ev bi serê xwe bûyereke dûrî aqilan e. Ewladên miletekî li hemberî gelê xwe
çawa dikane hewqasî bêxîret û bêhest bin meriv matmayî dimîne…
Erebek, tirkek, farisek ne mimkûn e hewqasî jî bêhest û bêxîret be.
Yê kurdan çima wiha ye, kêmaqil û xayinên kurdan çima ji yên
herkesî kêmaqiltir û xayintir in ez nizanim.
Xwezî dermanê kêmaqiliyê, bêxîretiyê û xiyanetê hebûya
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar