01 januari 2015

Muhaseba 64 salên borî


Piştî çar saetên din li gorî temenê min ê nufûsê ez 64 saliya xwe diqedînim û dikevim 65 saliya xwe. 
Ez hinekî fikrîm gelo ez tiştkî binivîsim ya na? 
Ya jî çi binivîsim?
Min biryara nivîsînê da.
Min 64 sal li pey xwe hîştin û ez tu carî nikanim bi paşda herim. Umrê çûyî bi paşda nayê...
Erê di alî fizîkî da ez wek xortekî 30 salî ne bi hêz im, lê ez xwe wek kalekî ketiye ber destan û bi kêrî tiştekî nayê jî nahesibînim.
Sal 65 be jî ez xwe gelkî kal nabînim. Dilê min, serê min tije hêvî, kar û planên pêşerojê ne. 
Ji bo ku dibim 65 salî ne xemgîn im. Natirsim. Kalîtî û mirin jî rastiyên jiyanê ne. Ez Zinarê berê me.
Kalbûn ji nişkave nayê, hêdî hêdî tê, meriv bi rengekî bêhay fêrî wê dibe. 
Hin aliyên kalîtiyê(extiyariyê) yên xweş jî hene. Nevî, Xwarzê û biraziyên meriv çê dibin, kesên tên destê meriv, kesên ji meriv ra dibêjin ”kalo”, ”xalo” û ”apo” çê dibin. Ev jî xweşî û şîrîniyeke kalîtiyê ye, kêfekê dide meriv.
Di van 64 salên min li pey xwehîştin da tu tiştekî ez lê poşman bibim, ya jî ez û zarok û malbata min jê fedî bikin şikir tuneye. Ez bi dîroka û bi micadela xwe, serbilind im. Helbet ev nayê wê maneyê di xebata xwe ya siyasî da min qet şaşî nekir. Tiştekî wiha nabêjim. Ev aqil çel sal berê di serê min da hebûya bêguman min kanîbû gelek tişt baştir bikira.
Min tu carî bi navê xwe, bi dîrok û bi zanîna xwe, bi bawerî û fikrên xwe tîcaret nekir û ew bi pera nefrotin. Min namûs bi filûs neda. 
Di micadele û şerê li hemerî neyarên kurdan da, li hemberî hêzên kolonyalîst da min tu carî gav bi paşda neavêt û şêla xwe li hemberî wan neguherand, rexneyên xwe nerm nekir. Min wek hinekan dev neguherand. Do min ji neyarên xwe ra, ji dewletên îşxalkar ra çi digot îro jî eynî tiştî dibêjim, li hemberî wan di dilê xwe da îro jî eynî kîn û nefretê xwedî dikim…
Ji ber vê şêla xwe, ji ber vê sekna xwe ya îdeolojîk û siyasî min gelek dost û hevalên xwe yên salan wenda kirin, dilê wan ji xwe hîşt, heta ji ji xwe ra gelek ”dijmin” jî çêkirin. Lê ez ne poşman im, ji ber vê sekna xwe ya dobre û bêtawîz ez kêfxweş û serbilind im. Şaş rast, min ji çi bawer kir, çi rast dît min ew got û ew bawerî û fikirê xwe parast. Mun ebeden oportunîst nekir, min tim hewil da ya dilê xwe bibêjim.
Min gelkî dixwest ez jêhatîtir bûma, bêtir kar ji destê min bihata, min ji bo gelê xwe xebatên hîn mezintir kiribûna. 
Lê meriv çi be ew e, ji min çi hatiye min ew kiriye. Di xebata û micadela xwe ya bi rêxistinî û ya bêrêxstin da min tu carî qelpî nekiriye, hevalê xwe nexapandiye. Ez tim bûm hevalê hevalê xwe û min tu carî ew xeyalşikestî nekirin. Çi ji min hatiye min bi heyacan û bi samîmîyeteke mezin kiriye. Min tu carî kes nexapandiye û soza xwe nexwariye.
Gelek kes ji fikrên min, ji şexsê min hez nakin. Ez bi viya zanim. Ev normal e, însanek ne mimkûn e ji alî herkesî ve were hezkirin. Ji xwe heger wisa be tiştekî pir anormal e.
Ez naxwazim li vir dûr û dirêj qala berhemên xwe, qala kar û xebatên xwe bikim. Yên min nas dikin dibînin û dizanin.
Di van 64 salên jiyana xwe da min ji zarokên xwe tu pere û pûl kom nekir, qesir û qonax çênekirin. Ji xwe tu carî ez bi pey tiştekî wiha jî nektim. Lê ez navekî, xebateke ew ji ber bavê xwe fedî nekin ji wan ra dihêlim. Ev jî ji bo min beregendî malê dinyayê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE