Dibêjin
nivîskar ji nivîskaran, kitêb ji kitêban derdikve. Gotineke pir rast e, bala me
dikşîne ser girîngiya xwendinê. Dibêje bêyî xwendin, bêyî zanîn meriv nabe
nivîskar û xuliqandina edebiyateke bedew jî ne mimkûn e.
Civatên xwendin lê kêm be
nivîskarên mezin jî jê dernakevin. Sebebê kêmbûna nivîskarên kurmancî ev e,
kurd pir kêm dixwînin. Û yên dixwînin jî piranî bi zimanekî din dixwînin.
Meriv bi kîjan zimanî bixwîne dikane bibe nivîskarê wî zimanî. Xwendina bi zimenekî meriv nake nivîskarê zimanekî din. Heger bike jî nake nivîskarekî baş e.Çimkî edebiyat berî her tiştî û ji hertiştî zêdetir ziman e, gava ziman bi pêş nekeve, gava nivîskar di zimanê xwe da her roj rastî bi hezaran gotin, form û fantaziyên nuh neyê nikane bibe nivîskarekî mezin, nikane tiştekî nuh û cuda bibêje.

Bi
xwendinê qesta min ne mekteb û zanîngeh e, qesta min xwendina berhemên edebî
yên bi zimanê xwe ye. Ez bawer nakim nivîskarekî bi kurdî nexwîne, ji edebiyata
kurdî baş ne haydar be bikanibe zimanê xwe bi pêş bixe û bikanibe bi kurdî
berhemên baş bixuliqîne.
Yanî
ez dibêjim nivîskarekî nivîskarên kurd nexwîne, nekeva nava cîhana wan, nikane
bibe nivîskarekî temam, mezin.
Dema ez viya dibêjim bêguman ez
xwendina edebiyata cîhanê, zanîna zimanên din biçûk nabînim û nadim aliyekî. Ji
xwe bêyî xwendina edebiyata cîhanê, bi kîjan zimanî dibe bira bibe, (bi zimanê
meriv be helbet baştir e) qet nabe.
Ev xerc e, lê kevirê avahiyê zimanê me ye, zanîna zargotin, dîrok û edebiyata me ye. Bi saya wan meriv kane kultur û şiklê jiyana miletekî nas bike. Bi xwendinê qesta min ev e.
Ev xerc e, lê kevirê avahiyê zimanê me ye, zanîna zargotin, dîrok û edebiyata me ye. Bi saya wan meriv kane kultur û şiklê jiyana miletekî nas bike. Bi xwendinê qesta min ev e.
Yekî
kurdî nexwîne, tenê bi erebî û tirkî bixwîne, çavkaniya ziman, xeyal û
numûneyên wî nivîsakrên ereb û tirk be, edebiyata erebî û tirkî be nikane bibe
nivîskarekî baş...
Ji bo ku meriv bibe çîrokbêjekî
kurd, dibê haya meriv ji çîroka kurdî hebe, li wê guhdarî kiribe, wê ji nêz ve
nas kiribe…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar