11 januari 2010

Bersîva psîkologekî kurd...

Psîkologê bi navê Mahmût Pakdemir, ku di nivîsa xwe ya do(Rexneyek li psîkologekî kurd)da mine rexne lê girtibû, îro bersîva min daye.
Bersîva wî bi tirkî ye.
Normal ez nivîs û şiroveyên bi tirkî di quncikê xwe da naweşînim, lê ji bo xatirê wî, ez bersîva wî di bin nivîsa xwe da weke şirove diweşînim.
Xwendevanên ku bixwazin bixwînin, dikanin bersîva Mahmût Pakdemîr(ev Mahmût Pakdemîr ne Mahmût Lewendî ye, tenê navê wan yek e. Lê ez bawer dikim ewê merivên hev bin jî)di bin nivîsa min ya do da(Rexneyek li psîkologekî kurd)bixwînin.
Xortê psîkolog, di dawiya nivîsa xwe da çend gotinên bi kurdî jî gotiye. Bi wan gotinên wî him gelkî kêfa min hat û him jî ez gelkî pê êşiyam.
Kêfa min hat, ji ber ku bi kurdî nivîsî ye.
Ez pê êşiyam, ji ber ku dixwaze, lê nikane bi kurdî binivîse.
Ev haletekî pir zor e.
Fena ku gava meriv bixwaze biqîje, bike gazî û hawar, lê deng ji meriv neyê, meriv lal bibe.
Loma jî ez pê êşiyam.
Min gelkî dixwst ku wî bikanîbûya dilê xwe bi kurdî li min rehet bikira, hemû kul û derdên dilê xwe yeko yeko ji min ra bigota.
Lê îro nikane…
Bes sibe, heger bixwaze ewê bikanibe.
Çimkî bi rexneya xwe, min jê ra sebebekî fêrbûna kurdî peyda kir.
Ev minaqeşeya me di jiyana Mahmût Pakdemîrê psîkolog da dikane bibe sebebê pêşketineke xêrê, fêrbûna zimanê kurdî…
Pakdemîr bi kurdî wiha gotiye:
”Şiroveya min ne bi kurdî ye. Min got zimanê kurdî bira bi psîkologekî mîna min qirêj û tirsonek pîs nebe)
Fîgan û gazineke pir ji dil, pir samîmî ye.
Ez wisa texmîn dikim ku ev cara pêşî ye Pakdemîr bi kurdî dinivîsîne.
Erê vê yekê bi şiklekî ne xweş dest pê kir, lê ez bawer dikim ku ewê netîceyeke baş bi xwe ra bîne.
Ez texmîn dikim ku rexneya min ji bo psîkologekî xort hinekî “sert û giran” bû, lê netîceya wê ewê pir baş be.
Ez wisa bawer dikim.
Pakdemîr, di mesela nav da rexne li min girtiye, gotiye, “heger tu Mahmût Pakdemîrekî din nas dikî û ew ji bo te çuqasî rast be, dibê te bizanîbûya ku ez jî hewqasî rast im, lê mixabin ez tenê hêvî dikim.”
Birayê ezîz, min negotiye, tu ne rast î, tu tuneyî, min gotiye navê te û Lewendî yanî Mahmût Pakdemirê hevalê min eynî ye û ez bawer dikim ku hûn merivên hev in.
Yanî di vê gotina min da tu tiştekî xerab tuneye.
Pakdemîr di nivîsa xwe da gotiye, “gelek xortên kurd yên di salên min da piştî xwendinê hertim xwestine ji koka xwe dûr kevin. Lê ji ber çi be jî min nikanîbû û heta min jê nefret kir.”
Ev rastiyeke pir ne xweş e, lê rast e, gelek keç û xortên kurd piştî qedandina unîwersîteyê û li Xerbê dîtina karekî, dixwazin nasnama xwe ya kurdayetiya veşêrin, li kurdbûna xwe xwedî dernekevin.
Çimkî ev nasname dikane gelek bela, heta hin felaketên mezin bîne serê wan û wan perîşan bike.
Ji ber ku li Tirkiyê îro hîn jî ji bo kurdekî tahlûkeya herî mezin xwedîderketina li nasnameya kurdayetiyê ye.
Heger însan pir ne angaje û siyasî be naxwaze nasnameya kurdayetiyê têxe hustuyê xwe û bibêje ez kurd im.
Ji bo tiştekî wiha dibê meriv hinekî ”qehreman” û carnan jî mirina xwe bigre çavê xwe.
Lê ez jî dizanim ku her kes ne qahreman e.
Ez li Tirkiyê najîm, lê li gel vê jî ez vê rastiyê dibînim û dizanim.
Û dema yek newêribe bibêje ez ”kurd im”, ez fêm dikim.
Ji ber ku li hember kurdan him terora dewtê û him jî ya miletê tirk heye, ev jî rast e.
Di şertên wiha da pir normal e ku însan bitirsin, tirs hestekî însanî ye, bi her kesî ra heye.
Ji xwe li Tirkiyê kurdê netirse tuneye, her kurd pir hindik ji ruhê xwe ditirse, tim li devê xwe û li gotinên xwe miqate ye, ev rast e.
Rexneya min ne li ”tirsê” û li kesên ”tirsonek” e.
Ez fêm dikim ku hin kes nikanin, newêrin doza kurd û Kurdistanê bikin, lê dibê meriv ”nasnameya” însanan ya netewî, kurdayetiyê weke ”qirêjê” jî nîşan nede.
Gotina ”min tu carî ji gotnên weke nasname û statuyê hez nekiriye. Meriv çuqasî sade be hewqasî ji qilêrê pak dibe”, redkirina nasnameya netewî ye, meriv vê yekê pêşniyarî însanan dike.
Min rexne li vê dîtinê girtiye, li dîtina dibê meriv li dijî ”nasnameya” xwe be, jê hez neke û wê weke qirêjê bibîne.
Yanî pir normal e ku hin kes li Tirkiyê newêribe bibêje ez ”kurd” im û doza azadiya miletê kurd bike.
Lê kesê newêribe viya bibêje û bike, dibê êrîşî nasnameya kurdan jî neke, dibê li dijî qewmê xwe jî nexebite.
Yanî dema meriv nikanîbe alîkariya yekî bike, dibê meriv lê jî nexe…
Rexneya min li dijî vê şêlê ye…
Ez hêvî dikim ku ev minaqeşeya me tesîreke baş li pey xwe bihêle û bibe sebeb û wesîle ji bo hin pêşketinên baş û xweş…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE