Çavsorî û terora dewleta tirk ya bi navê ”dadgehkirina” 28 BDP-yî û DTP-yiyên kevn qediya.
Di netîceya vê ”dadgehkirina” ne huqûqî û qomîk da ji 28 berpirsiyar, serok û şarederên kurd, 5 kes hatin berdan û 23 kes jî ji ber sebebên ”alîkarî û piştgiriya bi rêxistina terorê” ra hatin tewqîfkirin.
Dewleta tirk ji bo ku xurtiya xwe nîşanî miletê kurd bide, kelepçe li destê hemû serok û siyasetmedarên kurd xistibû û li ber dadgeha Diyarbekrê xistibû rêzê û her yek jî pûlisek dabû kêlekê.Min nuha bi dîqeteke pir mezin bala xwe da vî rismê zulmê û îspata terora dewleta tirk.
Bêxewî, westiyaneke fîzîkî di ruyê hemûyan da xuya dikir, lê serê yekî jî ne di ber da bû, hemû jî bi şiûr û mexrûrîyeta nûnertiya doza miletekî weke tîreke di çavê dijmin da tîk sekinîbûn, serê hemûyan bilind bû.
Sekin û şêla hemûyan bêtirs û bêperwa xuya dikir…Meriv di çavê wan da şopa tirsê, poşmaniyê nedidît, hemû jî weke şêr û pilingan bi heybet, tîk û ji xwe bawer rawestiya bûn.
Pişta yekî jî ne xûz bû.
Lê yên ji fediya û ji tirsê serê wan ketibû ber wan pûlisên tirk bûn, hemûyan weke sûcdarên ku bi sûcên xwe zanibin xayin xayin çavên xwe bera erdê dabûn, dizanûbûn ku ew parêzvanên zulmê û sîstemeke neheq in, li welatekî mistemleke ferdê hêzeke îşxalkar in.Tenê ji bo zulmê û terorîzekirina miletekî li wir in, her kes ji wan nefretê dike, herkes dixwaze wan di tasek av da bifetisîne…
Vê dewletê heta nuha gelk carên din jî kelemçe li destê serok û rêvebirên kurdan xistiye, di zindanan da rizandiye û kişandiye ser darên sêpiyê.
Ev nêzî 100 salî ye ku dewleta tirk vê zulmê û çavsoriyê li miletê kurd û serokên wî dike, îşkence dike, dikuje, dixe hefsan û bidarde dike.
Lê heta ku miletê kurd negihîje azadî û serxwebûna xwe ewê tu carî teslîmê tirsê, terorê û zulmê nebe.
Ji ber ku dewleta tirk ji serok, kadir û siyasetmedarên kurd ditirse loma kelemçeyê li destê wan dixe, loma wan digre û dixe hefsê.
Çawa ku heta nuha bi teror û kuştinê dewlet biser neket, bêguman ji nuha û pêva jî ewê biser nekve.
Bi van êrîşan ra kîn û nefreta miletê kurd zêdetir û ezmê wî yê liberxwedanê bilindtir dibe.
Fikrê kêsên girtî çi dibe bila bibe, dibê hemû kurd li dijî vê terora dewletê derkevin û protesto bikin.
Ji bo dewletê DTP, BDT qet ferq nake, ew dijminê me hemû kurda ye û dixwaze kelemçeyê li destê her kesê kerdperwer, bi xîret û bi namûs xe.
Hukûmeta AKP-ê, ji alîkî da bi durûtiyeke mezin dibêje, ew dixwaze rê li ber mesela kurd veke, ji bo vê yekê wezîran dişîne başûr û bi serokên kurdan ra rûdinin, lê li bakur jî kelemçeyê li destê siyasetmedarên kurdan dixin û bi hin îdîayên pelapûçî dixwazin tevgera kurd ya netewî tasfiye bikin.
Dewleta bi rastî jî bixwaze mesela kurd çareser bike, li serok, kadir û siyasetmedarên kurd vê zulmê û neheqiyê nake, kekemçeyan li destê serokên kurdan naxe.
Dibê kurd rojekê hesabê van kelemçeyan ji vê dewletê bipirse...
Dewlet dixwaze yê xurt berê ji bortê rake, ji bo ku bikanibe yê zeîf hêsandtir bipelixîne.
Em vê siyaseta dewleta tirk baş nas dikin.
Dewleta tirk di her serîhildana kurd da ev siyaset meşandiye, bi alîkariya hin eşîran berê serîhildan şikandine û dûra jî berê xwe dane kesên hevalbendên xwe û hesabê wan jî dîtine.
Loma jî kurdên di nava AKP-ê da dibê bi derewên tirkan nexapin û li hember vê êrîşa ser endam û DTP. û BDT-ê bêdeng nemîn.Rojekê were ewê ji vê bêdengiya xwe pir poşman bibin û fedî bikin, lê ew roj jî ewê pir dereng be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar