16 september 2009

Kurd ji tirkan qut dibin

Serokê DTP-ya Diyarbekrê Firat Anli, çend roj berê di sohbetekê da ji rojnamevanê tirk Cengîz Çandar ra gotiye, ”Em cîlê/nifşê dawî ne, yên li pey me werin di nava qutbûneke hisî da ne. Ji alî rûhî ve qut bûne.”Van Gotinên Firat Anli, xofeke mezin xistiye dilê Taha Akyolê tirkçî, ew gelkî tirsandiye.
Loma jî Akyol, di nivîsa xwe ya îro da qala van gotinên Anli dike û dibêje, ”heger em îro çareseriyekê nebînin, cîlên sibe(pêşerojê)ewê radîkaltir bin, çareserî ewê dijwartir be.”Bêguman Akyol tespîteke rast dike, her ku dem dirêj bibe, kurd û tirk hevûdu biêşînin, zarokên hev bikujin çareserî jî ewê zahmettir bibe, kurdên ku îro serxwebûn û heta federasyonê jî naxwazin ji mecbûrî ewê jî berên xwe bidin xeta serxwebûnê.
Loma jî ji bo tirkan riya herî baş dibê vê meselê îro hel bikin, nehêlin sibê û zêde serî li xwe û li kurdan negerînin.
Akyol rastiyê dibîne lê naxwaze li gor vê rastiyê maf û heqê kurdan were dayin, weke aqilmendekî dewletê meselê şêlû dike.
Ew jî weke gelek nîjadperestên tirk demagojiya zewaca bi milyonan kurd û tirkan û koçberiya çend milyon kurdên ku koçî Tirkiyê kirine dike û dibêje sînorên di nabêna kurd û tirkan da weke yên Kanada, Îspanya û Îraqê ne diyar e.
Û ji ber vê yekê jî nabe ku kurd federasyon û serxwebûnê bixwazin, ji ber ku tiştekî wiha ne mimkûn e.
Tiştê ez dizanim sînorên di nabêna me û Tirkiyê da xuya ye, heger ji bo tirkan ne diyar e, xerîteya Kurdistanê heye li gor wê emê sînoran deynin.
Di vî warî da Akyol wiha gotiye:
”Li tirkiyê, weke Quebeca Kanadayê, Katalanya û Baska Îspanyayê û Bakurê Îraqê ku hemû kurd li ser hev in, cografiyeke sînor diyar tuneye.”Vana gotinên vala û ne cidî ne, sînorên Kurdistana bakur bi qasî Quebekê, Katalanya, Bask û Başûrê Kurdistanê diyar e.
Hela bira ew roj were ya emê çend mîtroyan bi ser we da berdin, ya jî hûnê çend mîtroyan di ber sûcên xwe dadiyarî me bikin.
Yanî mesela tespîtkirina sînor ne gelşeke mezin e.
Çaxa dewleta Akyol sînor di nava gundên kurdan ra kişandin, malbatek li vî aliyê sînor û malbata din jî li wî aliyê sînor hîştin ne problem bû, danîna sînoran qet ne zahmet bû, lê dema dor tê me kurdan danîna sînoran zahmet dibe.
Bira Akyol qet nekeve heyra sînoran û meraq neke, danîna sînoran qet ne problem e, emê pir rehet hel bikin.
Ya din jî tu dibêjî belkî bêyî kurd û tirkan kes bi hev ra nazewice, heyran baskî, katalanî jî bi qasî kurd û tirkan bi hev ra zewicî ne.
Li Yugoslawyaya kevn xirwat û sirb, sirb û bosnî, bosnî û xirwat û montenegroyî ji kurd û tirkan bêtir bi hev ra zewicî bûn û tevlîhev bûbûn.
Û ne ev tenê, di ser da zimanê wan jî yek e, lê dîsa jî her miletek bû xwedî dewletek serbixwe û ji hev veqitiyan.
Li Sovyetê jî bi milyonan rûs ferdên ji miletên din bi hev ra zewicîbûn, heta li hin komaran nufûsa rûsan ji ya wan miletan zêde bû. Lê li gel vê jî miletên Baltik û miletên din serxwebûna xwe îlan kirin.
Qet xeman nexwe, kurdên bi tirkan ra zewicî ne ya ewê vegirin welatê xwe ya jî bira li wir bimînin, ji we ra bin. Ma dema meriv bibe xal û xwrziyên hev dibê dev ji dewletbûnê berde?
Heger wisa be dibê tirk jî dewleta xwe xera bikin, çimkî tirk ji me kurdan bêtir bi xelkê ra tevlihev bûne, piraniya nufûsa ne tirk in.
Ma bi milyonan tirk li Ewrûpayê najîn?
Ji ber ku bi milyonan tirk li Almanyayê dijîn û ew û alman bi hev ra zewicîne Almanya xera nebûû nabe jî.
Lê tiştê herî girîng kurd bere bere, roj bi roj ji hestên ”biratiyê” û jiyaneke bi hev ra dûr dikevin.
Ji bo serkeftina kurdan ev yek gelkî girîng e.
Û tiştê dewlet jê ditirse jî diyar e ev fenomen e, ev pêşketine.
Diyar e tirsa dewletê ya esasî ji vê ”qutbûnê” ye û loma jî dixwazin rê li ber vê ”qutbûna hisî” bigrin.
Belkî bi xêra vê ”qutbûna hisî” dewlet hin gavan bavêje.
Loma jî di warê hisîyatê da kurd çiqasî ji tirkan dûr bikevin û vê yekê jî fena min bidin der li kara wan e, dewletê pê bitirse.

Biryarake pir başNuha min di malpera Belediya Wêranşarê da xwend, meclîsa belediyê bi yekdengî biryara guhertina navê Taxa Demîrel girtiye, kiriye Taxa Şirnexê.Weke yekî ji Wêranşarê, hercara ku min navê ”Demîrel Mahallesî” yanî Taxa Demîrel dibihîst, ez gelkî aciz dibûm.
Min ji xwe ra digot, ronakbîr û reîsê belediya bajarekî Kurdistanê çawa dikane navê nîjadperest û qatilekî weke Suleyman Demîrel bide taxa bajarê xwe?
Haydê em bibêjin dema ev nav lê kirin, dewran derwrana wan bû, lê piştî wê çima neguherandin min fêm nikir.
Netîce meclîsa belediya Wêranşarê biryareke pir baş girtiye, ez wan pîroz dikim.
Ez hêvî dikim ku belediyên DTP-ê yên din jî gavên wiha bavêjin û hemû navên bi vî rengî, navên tirkî û tirkan biguherînin û bikin kurdî.
Kurdistan dibê bi navê gund, bajar, kuçe, kolan û însanên xwe bi kurdî be, çawa ku yên tirkan bi tirkî ne, dibê yên kurdan jî bi kurdî bin.
Dibê bi her hawî xuya bike ku em miletekî din in.
Eynî weke ereban, weke farisan ...

1 kommentar:

  1. Xalo, bi fikra min kurd îro ji berê bêtir xwe tirk dihesibînin. Bawer nakim ku di nav nifshê nu da ti daxwazeke kurdan qutbunê ji tirkan hebe. Divê mirov baweriya xwe bi gotinên tirshbuyî qet neyîne u li tevgerîn u jiyane miov ya rojane mêze bike. Kurd bi zarok, ciwan u kalên xwe wekî tirkan dijîn u zimanê tirkî bi kar tînin u pênc qurush qîmetê nadin kurdî. Ma dê van kurdana doza qutbunê ji tirkan bikin?

    Xalo, heger sala tê tu hatî welêt, tu dê bi herdu chavên xwe mirina miletê kurd bibînî. Bila xwedê teala ji heqqê wan siyasetmedarokên qeshmer u rezîl were, di pozê wan ra chem u chem birijîne bin nîgên tirkan!

    Loma xalo. gerek tu xwe nedî manîpule kirin. Vegera kurdayetiyê êdî tenê xewneke puch e. Bend ji zu va bizdiye.

    Silav u rêz
    Qijikê Dêrsimê

    SvaraRadera

PARVE BIKE