Tucar û patronê rojnameya Starê Ethem Sancak, di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya Sabahê da gotiye:
”Berê digotin kurd tunene. Dûra gotin realîteya kurd heye lê dibê bibêjin, xwezî bi dilê wî kesî ku ji xwe ra dibêje ez tirk im. Yaho çima ewê bibêjin? Ez ne tirk im, ez ereb im. Ez hemwelatiyê tirkiyê me û pê îftîxar dikim, lê bi eslê xwe ez ereb im. Ezê bi tirkbûna xwe bextewar nebim, xemgîn bibim. Çima ezê eslê xwe înkar bikim ku? Yê eslê xwe înkar bike heramzadeye.”Camêr weke mêran peyivîye û wêrîbûye gotina rast têxe çavê tirkan, ez ne tirk im, ez ereb im. Çima ezê eslê xwe înkar bikim?
Gotina rast rast e, meriv ne rezîl be meriv eslê xwe înkar nake...
Heta nuha min navê Ethem Sancak nebihîstibû, ev cara pêşîye ez dibihîzim.
Ez jî gelkî paş da mame yahooo.
Min meraq kir, min got gelo ev camêr ji ku ye?
Li gor agahiyên di netê da min bi dest xistin, Ethem Sancak Erebê ji Tilloyê ye. Yanî Kurdistanî û hemwelatiyê me ye.
Kurdek ya jî yekî ji Kurdistanê, ji kîjan miletî dibe bila bibe,dema li hember tirkan û dewleta wan ya ceberût zimanê wî li hev nagobile, nake int û zirt, bi şiklekî bêtirs û bêperwa weke zilaman dipeyive kêfa min tê.
Loma jî kêfa min gelkî ji vê bersîva Ethemê Tlloyî ra hat.
Ethem ne tenê gotiye ”ez ereb im”, gotiye kesê ne tirk dibê nebêje ez tirk im, dibê eslê xwe înkar neke, yê eslê xwe înkar bike heramzadeye.
Kesên însan, xwedî şexsiyet, xwedî kok û esil dibê eslê xwe înkar neke û li gor demê û şertan rojê nekeve kerasekî
Lê li Tirkiyê bêyî kurdan herkes eslê xwe înkar dike û xwe dike tirk. Ji ber ku piraniya nufûsa Tirkiyê mahcir in, ji kok û eslê xwe direvin.
Loma jî ji bo wan ”heramzadetî” tiştekî pir maqûl e, jê fedî nakin.
Di nava vê derya ”heramzadeyan” da dema yekî ne kurd radibe û dibêje ez ne tirk im bêguman pêşketineke pir baş e.
Kêfa min jê ra hat.
Helbet hin kurdên me jî hene ew jî hîn jî newêrin weke camêran bibêjin, em kurd in. Ez hêvî dikim ku van gotinên Ethem Sancak ji bo wan jî bibe ibret û qamçiyê namûsê, ew jî êdî dev ji ”heramzadetiya” xwe berdin.
Gurên devbixwîn dev ji kurdan bernadinMalpera rizgari.com-ê do bi şev ji aliyê çete û faşîstên dewleta tirk ve hate hackkirin.
Nîjadperestên tirk, malper hakkirine û ”ala tirk û dengê gur, kûçik, çeqelan xistine malperê.”
Tiştekî pir xerîb e, mileteke çawa dikane gur bike remza/sembola xwe ya netewî, xwe bişibîne gur û weke guran bizûre?
Wek tê zanîn di nava lawiran da gur heywanê herî çavnebar, herî dirinde û herî devbixwîn e, dema bi kerîyekî dikeve pezekê tenê naxwe, hemû kerî birîndar dike û dikuje.
Ji ber ku gur e...
Piştî ku min xebera hakkirinê xwend, min ev meyla jêr ji berpirsiyarê rizgarî.com-ê Mistefa Sarica ra şand:
”Merheba!Birayê Mistefa, nuha min bi xemgînî xend ku malpera we ji alî çete û gurûn dewletê yên devbixwîn va hatiye hakkirin. Erê mêş ne tişteke lê madê meriv li hev dixe...Bîna xwe teng nekin, karê kûçik ewtîn e, dibê meriv zêde xwe bi ber teqalê nexe.Lê heger hûn hewce dibînin nivîseke giran li ser wan û xwediyên wan binivîsin.Gelek silavên biratiyê”
Hela hûn bala xwe bidin vê durûtiya Ak-Partiyê
Rêxistina AKP-ê ya Diyarbekrê îsal Şeva Qedirê ya gel bi kurmancî, zazakî û tirkî pîroz kiriye.
Li gor xebera malpera Netkurdê, li Diyarbekrê serokê rixîstina AKP-ê yê herêma Baxlaran Cevdet Kara, qertên pîrozkirinê bi tirkî, ”Kadir gecenizi tebrik ederim”, bi kurmancî, ”Şewa we ya Leyletul Qedrê pîroz dikim” û bi zazakî jî ”Şewa şima ya Leyletul Qedrî pîroz kena” nivîsîye û bi qerenfîlan li gel û li esnafên Diyarbekirê belav kiriye.
Wek tê zanîn serokê belediya Diyarbekrê Osman Baydemîr û şarederên DTP-ê yên din jî ji ber ku qertên pîrozbahiyê bi kurdî nivîsîbûn û ji gel û ji nûnerên meclîsê ra şandibûn di heqê wan da ”ji ber mixalefeta li dijî qanûna herfan” doz hatibû vekirin û hemû jî ketibûn mahkimeyan.
Lê piştî wê bi salekê du salan îcar nûnerekî partiya li ser hukum eynî tiştî dike, bêyî ku di vî warî da tu guherandineke qanûnî hatibe kirin.
Ez nuha meraq dikim, ew dozgerên ku di heqê Osman Baydemîr û hevalên wî da doz vekiribû, gelo ji ber eynî ”sûcî” ewê dozê di heqê Cevdet Karayê AKP-yî da jî veke ya na?
Bi qasî ku ez vê dewletê û tirkan nas dikim ewê tu lêpirsînê nedin destpêkirin û tu dozê venekin.
Ji ber ku dewleteke bêqanûn e, edalet û huqûq lê tuneye û piranî ji alî kesên bêxlaq û çete ve tê îdarekirin.
Ev terefgiriya nêqanûnî ne xema wan e, ji ber vê durûtî û sextekariya li ber çavan ne fedî dikin û ne jî ruyê wan sor dibe.
Ji bo xapandina kurdan tu sextekarî û durûtiya ku nekin tuneye, ji bo ku bigihîjin armanca xwe, yanî tevgera kurd ya netewî têk bibin, her tişt û her rê ji bo wan mubah e.
Xalo
SvaraRaderaEz vî camêrî pîroz dikim. Bi rastî jî ji tirsonek u duruyên me kurdan hezar carî bêtir choyê xwe di nav qula tirkan ra kiriye. Bi fikra min be, ez dibêjim vî camêrî ji ber erebbuna xwe ji tirkan tu eziyet jî nedîtiye. Lê dîsan jî lawên mêran mêr in u wesselam.
Silav
Zarayê Kurdîjen
Xalo, ez vî erebî pîroz dikim. Merî bi hebuna kesên weha pir kêfxwesh dibe.
SvaraRaderaMin vê gavê di nucheyekê da xwand ku dê heta mehekê ferhenga C. A. Bedirxan ya ku hunda bubu, were weshandin. Lê dibêjin ku hê jî pênc tîp nehatine dîtin. Loma jî dê bi van kêmayiyan derkeve. Bê guman ez bi vê nucheyê pir sha bum. Gerek ew tîpên din jî werin dîtin.
Silavên germ
Pîran Tîr
Roj baş Cîran
SvaraRaderaTê nagîhîjim, "çima durutiye" Partiyên hene ê li Diyarbekir hema hema hemu jî axaftin û nivîsandina kurdî qebul dikin. Pirî caran min jî te jî bihisatiye ku revebirên partiya AKPê ên Diyarbekir vê helvestê di daxwuyaniyên xwe de jî eşkere kirine. gerek kêfa meriv bê, lê te wek qebhetek kirine, tewanbar dikî.
Slav.
Cîranê te ê berê.
Cîran, AKP durûtiyê dike û di vî warî da ne samîmî ye, ji ber ku dema xelk dike dozê lê vedikin, didin mahkimeyan, kartên wan bi paş de dişînin,lê dema tê hesabê wan û kara wan tê da hebe ew bi xwe eynî "sûcî" dikin û bêyî ku kes wan bide mahkimê.
SvaraRaderaHeger nivîsîna bi kurdî mafekî qanûnî ye dibê ji bo her kesî serbest be, ne ji bo hevalên wan tenê.
Lê rexneya min ne li kesê kartên bi kurdî belavkirne, li siyaseta hukûmetê û sîstema edaleta Tirkiyê û li dozgerê Diyarbekrê ye.
Helbet yên li Diyarbekir tiştekî rast û baş kirine.
Lê ez hëvî dikim ne ji bo carekê tenê be...
Gelek silavên cîrantî û biratiyê