10 augusti 2009

Mîvaniyeke derengmayî

Xwendevanên hêja, ez îro çûm ser gorra(mezelê) kurdekî gelkî hêja, çexsiyetekî pir îstîsna. Tiştê min bi ruhê wî yê pak ra sohbet kir dixwazim li vir pêşkêşî we jî bikim.
Bira îşev ev quncik ji bo sohbeta min û wî be.

Aslan*, ez û Hêvî îro mîvanê te bûn.
Lê mîvaniyeke derengmayî.
Roja ku tu li bende me bû, me bêwefayî kir û em nehatin ziyareta te, me çavên te li rê qerimand.
Me efû bike.
Bawer bike, hersal ez hewil didim ku roja koça te ya dawî, werim serdana te, bîstekê li ber gorra te rûnim, destê xwe di kevirê ber serê te bidim, sebra xwe pê bînim, hestên xwe yên kevn tevrakim, rojên borî yên bi te ra bibîr bînim û ji te ra bi kurtî qala hin bûyeran bikim.
Qala rewş û halê kurdan bikim…
Lê îsal nizanim çawa bû min ew roj ji bîr kir, pir dereng hat bîra min û serdana me, ma heta roja îro.
Ji bo vê derengman, bêwefayî û xemsariyê dibê tu min efû bikî.
Û tu efû nekî jî heqê te heye.
Ji ber ku li vî welatî bêyî min tu ”kesê” te tuneye(ez dizanim tu guh nadî mefhûmên wiha, tu hemû kurdan wek ”kes” û merivê xwe dibînî), ”kes” û merivê te, ji bajar û eşîra te, hevalê te yê xoratiniyê, yê destpêka çepîtî û şoreşgeriyê tenê ez heme.
Û ez jî roja ku tu li bende min î nigê xwe dişkînim û nayêm ser gorra te, vê rojê ji bîr dikim.
Ez gelkî fedîkar û şermezar im...
Belkî min ji te ra negotibe, ev çend sal in ”nexweşiya” jibîrkirinê bi min ra çêbûye, ez tiştan zû ji bîr dikim.
Heta nuha bi dehan car min ceza daye tuxtor û tuxtorê diranan, ji ber ku di wexta xwe da naçim, rojê saetê ji bîr dikim.
Ez dizanim tu guh nadî tiştên wiha, bînfirehiya te bîsînor e, sebra te ji ya Hz. Eyûb zêdetir e, tu gazinan ji tu dijwariyê nakî.
Lê axir dîsa jî ez pê qeherîm, ez li ber xwe ketim.
Do bi şev me li mal qala te kir, min qala hin bîranên bi te ra kir.
Me qala rastgoyî, fedekarî û xweşsohbetiya te kir.
Me biryar da ku îro werin serdana te, bîstekê bibin mîvanê te.
Piştî xurîniyê ez û xanim bi rê ketin.
Tu zanî xaniyê min yê nuh hinekî çep dikeve, ji te gelkî dûr e. Heta me xwe gîhand ba te, me sê wasite guherand.
Lê ji ber ku ez di tehtîlê da me û îro jî dinya gelkî xweş bû, loma jî bi bîneke fireh me xwe gîhand ba te.
Li Gullmarsplan weke hercar em dageriyan ba gulfiroş û me ji te ra çend gul kirî.
Tu dizanî adeta min e, ez ji pirsînî hez dikim, loma jî min ji mêrik û xanima gulfiroş alîkariya hilbijartina gulan xwest.
Camêrê gulfiroş çend gul nîşanî min û Hêviyê da, got, di vê demsalê da vana xweş in, kulîlkan vedikin.
Welhasil ez serê te neêşînim, min sê reng kirî; sor, zer û spî yanî rengê ala Kurdistanê.Dema em gihîştin ba te, nîvro qulibî bû, dinya germ bû.
Me bala xwe dayê cîranên te zêde bûne, gorristan îcar bi alî rastê ve jî mezin bûye, wêda dihere.
Tiştê herî ecêb, kulîlk, kart û tiştên cara berê me ji te ra anîbû, yek jî tunebû, gorra te bê mûm, bê kulîlk bû.
Yek gul jî li ber serê te tunebû.
Gorra te daketibû, bi erdê ra dûz bûbû, gîha û hoşib bihostekê li ser dirêj bibû.
Me tiştek neçinî, me got bira wer bimîne.
Ji bo ku tu aciz nebî.
Çimkî ez dizanim ji bo ku te pê li gêrikekê nekira te riya xwe dadigerand, te digot jiyan mafê wan e jî.
Hêvî çû misîn tije av kir û anî.
Me kulîlkên xwe li alîyê rastê yê serê te weke ala Kurdistanê bicîkir û dûra jî têr avda.
Ez bawer dikim ewê kêfa te jê ra were.
Bîna te ewê bi wan fireh bibe.
Min bala xwe da tarîxa kevirê berê serê te, tam 8 sal di ser koça te ra derbas bûne.
Di nava van heyşt salan da li Kurdistanê gelek tişt guherîn, gelek tişt serobinî hev bûn.
Weke tu yê jî texmîn bikî, li Kurdistana başûr halê kurdan ne xerab be, êdî kes nikane hebûn û îktîdara wan tehdît bike.
Di 25-ê meha borî da hilbijartinên giştî çêbûn, Mesûd Barzanî bi bi girtina ji sedî 69.57-ê denagan ji nû ve bû serokê herêmê Kurdistanê.
Di demeke wiha hesas da qezenckirina wî ji bo kurdan gelkî baş bû, kurd jî û dost û dijmin jî dizanin ku Mesûd serokekî çawa ye.
Li Kurdistana Îran û Sûriye tu pêşketineke nuh tuneye, zulm û sîtemkarî her berdewam e.
Li Îranê jî çendakakî berê hilbijartina serokkomariyê çêbû, Ahmedînejad dîsa bû serokkomar.
Raqibên wî netîce qebûl nekirin û gotin sextekarî bûye, milet çend rojan serî hilda lê pere nekir.
Piraniya kurdan hilbijartin protesto kirin, neçûn ser sendoqan.
Xebera herî xweş ku ewê kêfa te gelkî jê ra bê, pêşketinên li Tirkiyê ne, ev cara pêşîye ku dewleta tirk di pêşengiya AKP-ê da qala dayina hin mafan dike, heger ne derew be hukûmetê ji bo çareserkirina mesela kurd ”pakêta kurd” amede kiriye û di rojên pêş da peyder pey ewê têxin praktîkê.
Li gor beyana Cemîl Çîçek ya îro, Erdogan, di gera xwe ya Wanê û Agiriyê da gavên ku ewê bavêjin, tiştên ku ewê bidin kurdan ewê eşkere bike.
Wisa xuyaye ku îcar mesele bi rastî jî cidî ye, bi rastî jî dewletê hin ”tiştan” bide kurdan.
Lê ev ”tişt” çi ne, di pakêta dewletê da çi heye hîn ne diyar e, ev yek di demeke nêzîk da ewê diyar bibe.
Yanî mizgîna min li te, li Kurdistana bakur jî kurd nêzî azadiya xwe dibin, xebat û têkoşîna miletê kurd bi avê da neçû, hêdî hêdî fêkiyên xwe dide.
Tirk nerm dibin, tên rê.
Ez ji te ra bibêjim, Xwedê kir ku çeteya Ergenekonê derket ortê û ew û AKP bi hev ketin. Heger Ergenekoncî, dewleta kûr û kemalîst weke berê xurt bûna, ne mimkûn bû ku hukûmetê biwêrîbûya qala ”pakêta çareseriya mesela kurd” bikira.
Ji ber ku çete û dewleta kûr zeîf in, birîndar in loma îro ev atmosfer peyda bûye û hukûmet dike hin mafan bide kurdan.
Ya xerab mixalefet(CHP û MHP)bi xurtî li dijî her babet çareserkirina mesela kurd e, dibêjin naskirina kurdan û dayina hin mafan ewê rê li ber veqetandinê veke.
Hemû problem û tirsa tirkan ev e, dibêjin heger em îro hebûna kurdan nas bikin û hin mafan bidin wan, ev yek ewê here bigihîje Kurdistaneke serbixwe.
Dewlet Bahçelî do wer gotibû.
Lê ew bitirsin netirsin ferq nake, bêguman kurd rojekê ewê Kurdistana serbixwe ava bikin, çawa ku çare li mirinê nabe, çara vê jî tuneye.
Bi dîtina min dema li Tirkiyê kurd hin mafan bidest xin, ev yek ewê tesîrê li Îran û Sûriyê jî bike, di rojên pêş da ewê jî mecbûrî avêtina hin gavan bibin.
Ji ber ku mesela kurd bi hev ve girêdayî ye, pêşketina li beşekî tavilê tesîrê li beşên din jî dike, têkçûn jî eynî tesîrê dike.
Heger ne hebûna Kurdistana Federe bûya bêguman ne mimkûn bû ku tirkan îro qala "pakêta kurd" bikira.
Têkçûna rejîma Saddam li Tirkiyê jî bû destpêka têkçûna rejîma kemalîst ya dîktator.
Loma jî di rojên pêş da kurdên Tirkiyê jî weke kurdên Îraqê ewê bibin xwedî maf û statuyeke siyasî.
Di gorra xwe da rehet razê, ji bo gelê te jî rojên xweş û azad nêz in...
Lê xwezî te jî ev roj bidîta...
*Mehmet Kaya

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE