Ev demeke rejîma meleyên Îranê jî mêraniya xwe li serê me kurdan dike der. Ew jî weke tirkan, geh li vî alî, geh li wî alî gundên kurdan dide ber topan û bombeyan.
Çimkî mele jî dizanin ku kurd miletekê bêkes û bêxwedî ye, herkes dikane lêxe, bikuje û zulmê lê bike.
Loma jî kînga dilê wan dixwaze hema lûleyên topên xwe berbî gundên kurdan dikin û agir li kurdan dibarînin.
Artêşa Îranê heta nuha başûrê Kurdistanê bi nabên topbaran dikir, lê nuha jî waye dest bi topbarana hin herêmên bakurê Kurdistanê yên ser sînor jî kiriye, îcar jî êrîşî vî aliyê Kurdistanê dike.
Li gor çapemeniya kurd û tirk dinivîse, artêşa Îranê vê sibehê hin gundên Geverê dane ber topan û dewleta tirk jî li hember êrîşê heta nuha bêdeng e.
Piştî topbaranê, li ser giliyê gundiyan mifrezeyek cendirmeyên tirk çûne gundên marûzî êrîş û topbaranê bûne.
Lê ji dêlî ku li dijî êrîşa Îranê tiştekî bikin, midaxele bikin ku êrîşê bidin rawestandin, gund dane valakirn.
Waliyê Colemêrgê jî li ser êrîşê beyaneke nivîskî daye û gotiye, “topbaran li dijî PJAk-ê ye. Şikir ji Xwedê ra ku li herêmê zirara mal û can tuneye.”
Dema li dijî kurdan be sînor jî werin îhlalkirin, gund jî werin topbarankirin tişt nabe. Herdu dewlet jî di terorîzekirin û kuştina kurdan hemfikirin.
Loma jî ji bo kuştina kurdan Tirkiye xwe ji Îranê naxeyidîne. Bira xeyd li wir bimîne, heta protesto jî nake.
Ev dinya wiha ye, çavê kê kî birî dipelçiqîne, zulmê lê dike...
Em çi bikin, bira yê Îranê jî qembûrê ser zembûr be...
Kek Zinar,
SvaraRaderaHelbet divê mirov li dijî vê bêbaviyê bêdeng nemîne. Lê dijmin dijmin e, mirov hew dikare jê tishtekî din bipê. Hebuna wan li ser tunebuna me hatiya ferz kirin. Heger em hebin, dê hingê ew nebin. Ango herkes bi hebuna xwe mijul e, luksa kesî nîne ku ji bo hebuna me ya xwe bixe xeterê. Ev shertên xwezayê yên herî bingehîn in.
Bila miletê me kurd li benda ti kesî nebe u dev jî li ber wan segbavan xwaro-maro meke. Ev shehweta zilm u zordariya dijminên kurdan bi hêztir dike. Hêjayiya kurdan yên însanî di bin nîgan da dipelixîne u dike pênc qurush.
Va ye bîst sal in ku PKK bi vê siyaseta xwaro-maro heysiyeta kurdan li ba tirkan daxist asta herî jêr. Ne ji ber milliyeta me, lê ji bo tirkan qîmeta me ya însanî di bin sifirê da ye.
Îcar PKK bi wêrankirina bakurê Kurdistan-ê têr nebu, rabu li rojhilata Kurdistan-ê jî partiyeke tasheron ava kir u bi destê wê vê herêma Kurdistan-ê jî bi dijminan dide tarumar kirin. Kuro, lawo, bi navê kê dikin bikin, heger di we da qasî misqalekî aqil heye, hun chima nachin li Tehran-ê vî sherî nakin?! Ma heta kengê van ehmeqiyên bê edeb?!
Heger li wan chiyan chend leshker kushtin u revîn baqilî u mêranî biba, dê karê me pir hêsan biba. Lê pishtî ku hun leshkerekî dikujin, dijminên kurdan jî bi dehan kurdan dikujin, bi dehan gundên kurdan tarumar dikin! Ka bêjin, gelo aqilmendî u qezenca kurdan ya siyasî di vî karî da chi ye, ji derî wêranbun u tunebunê? Gava mirov tishtekî hunda dike, divê li shuna wî jî herî kêm du tishtan shunda bigire. Lê PKK yekê bi xwîna miletê kurd digire, bi sedan u hezaran jî dide.
Ê helbet dê dewleta tirk dengê xwe dernexe. Ji ber ku ev bi vê yekê gelekî kêfxwesh in. Bawer bike ku ji bo vê yekê ji dil u can spasiyên xwe pêshkeshî PKKê dikin, ji bo ku PKKê ev firsenda daye wan.
Tunebuna PKKê ji bo hebuna miletê kurd mitleq e!
Heta ku PKK hebe, dê miletê kurd tunebe!
Lê pishtî panzdeh-bîst salan êdî kurd bixwazin jî nikarin hebin.
Silav
Eliyê Dêrikî
Xalê hêja,
SvaraRaderaDijminan hemî bask u pê u guhên miletê kurd bi hovîtiya xwe wekî dara spîndar dapîtin u avêtin ber mirinê. Lê yên mayî jî ev e sî sal in PKK li gorî daxwaz u siyaseta dagirkeran dadipêje.
Êdî kurd wekî darekî mirî, miletekî hishkbuyî ye. Ava deryayên mezintirîn jî nikarin wan ji nu va shîn bikin. Eferîn ji PKKê u serokokê wê ra. Tishtê ku dijminan di hezar salan da nekarîn pêk bînin, camêran di nav sî salan da hal kirin. PKK di xerakirinê da serkêshê herî wêranker e, lê di avakirinê da jî ya herî nezan u bê huner e.
Rêz u rêzdarî
Beranê Meletiyê