10 maj 2009

Ahmet Altan îcar li PKK-ê neheqiyê dike

Piştî tefrîqa(rêzenivîs) Hasan Cemal ya di rojnameya Tarafê da Ahmet Altan jî li ser gotinên Karayilan û siyaseta PKK-ê du nivîs nivîsand.
Di nivîsa xwe ya pêşî da Altan, ji dewletê bêtir PKK-ê û DTP-ê rexne dike û wan ji vê rewşe heyî berpirsiyar dibîne.
Di nivîsa xwe ya duyem da jî bersîva nameya xortekî kurd dide û dixwaze meseleyê bi ”haletî rûhîya” hin kesên herdu aliyan va girê dide.
Ahmet Altan di nivîsa xwe da, li gotinên Karayilan yên derbarê rawestandina şer da rexne digre û dibêje:
”Di sala 2005-an serokwezîr Erdogan ji bo ku di mesela kurd da bi cesareteke mezin hin gavên nuh bavêje çû Diyarbekrê, lê tenê hezar kes çûn pêrgiya wî, ji bîr nekin ku DTP-ê li hember vê nêzîkîya aştîxwez pir sar hereket kir.”Li gor van gotinên Ahmet Altan, heger wê demê PKK-ê û DTP-ê bi girseyî pêşwazî li Erdogan bikirana Erdogan ewê gelek tiştên baş bikira û gav wiha paşda nediavêt.
Altan dibêje:
”Erdogan ji teşebueseke aştîxwaz artêş û dewleta kûr girt henber xwe û çû Diyarbekrê, lê dema ku kurd jî li hemberî xwe sar dît, fêm kir ev îş ewê karê nede wî û loma jî gav bi paşda avêt.”Ahmet Altan yek ji demokrat û ronakbîrên Tirk(esas tam ne tirk e, diya wî kurd û bav jî mahcirê Balkanan e)yê herî cesûr û herî rastgoye û di şerê li hember Ergenekonê û dewleta kûr da jî têkoşîneke bêhempa dide.
Û weke însan jî merivekî dixwaze ev şer raweste û kurd jî bigihîjin mafên xwe yên netewî.
Nivîsên Ahmet Altan bi piranî nivîsên bi naverok û gelkî jî bitesîr in û tim jî baş li hedefê dixe.
Lê mixabin di van herdu nivîsên xwe yên dawî da meseleyê pir basît dike û berpirsiyariya dewletê nabîne, ji dewletê bêtir sûc dixwe hustuyê kurdan.
Mesela dibêje heger kurdan di sala 2005-an da bi girseyî pêşwazî li Erdogan bikirana Erdogan ê nehata nuxteya îro.
Ev, him tespîteke pir basît e û him jî ne rast e.
Rast e kurd bi li Diyarbekrê girseyî neçûn pêrgî Erdogan ji ber ku berî çûyînê hin gotinên wî yên ne xweş, yên derbarê bûyerên Diyarbekrê da hebûn.
Lê kurdan piştî wê, di hilbijartinên 2007-an da AKP li Kurdistanê kirin partiya yekem. Çimkî hêviyeke pir mezin ji AKP-ê û serokwezîr Erdogan dikirin.
Ma ev yek ji pêşwazîkirinekê ne girîngtir e?
Bi vê piştgiriya mezin hêviya kurdan ew bû ku Erdoganê li gotina xwe ya ”mesela kurd mesela min e” xwedî derkeve û di vî warî da hin gavên çareseriyê bavêje. Bes Erdogan piştî hilbijartinan kurd û heta kesên weke Ahmet Altan jî xeyalşikestî kir.
Erdogan di axaftina xwe ya pêşî ya şeva piştî hilbijartinê da dîtinên xwe yên nîjadpereset dubare kir û dîsa got, “yek dewlet, yek al, yek milet û yek welat” û bi van gotinên xwe jî siyaseta xwe ya pêşerojê eşkere kir.
Û ji wê rojê û virda ye ku Erdogan her siyaseta “yek dewlet, yek al, yek welat û yek miletî” dimeşîne.
Yanî dîtina heger kurd di sala 2005-an da biçûna pêrgî Erdogan, Erdoganê gav paşda neavête, belkî hin tiştên baştir bikira ne rast e.
Problem ji kurdan bêtir ya tirsonekiya Erdogan bixwe ye. Erdogan jî weke serokwezîrên berî xwe bi nezanî gotinek got lê dûre poşman bû, ya jî poşman kirin.
Wek tê zanîn, Demîrel jî qala mesela kurd û çareseriyê kiribû, piştra Çîllîerê jî qala nimûneya Baskê kir, Mesût Yilmaz got, riya Yekîtiya Ewrûpayê ji Diyarbekrê derbas dibe, lê yekî nikanîbû gotina xwe bicî bianiya.
Ji ber ku leşkeran nîşanî wan da ku xwediyê dewletê ne sivîl in, leşker û dewleta kûr e û loma jî di meseleya kurd da gotina dawî gotina wan e.
Mimkûn e Erdogan jî bi rastî dixwest di mesela kurd da hin gavan bavêje, loma jî ji nezanî fortek da xwe û got ”mesela kurd mesela min e”, ezê çareser bikim, lê dûra dît ku mesele ya wî be jî çareserî ne ya wî ye.
Xwediyê "meselê" yên esasî leşker in û dibê berê bi wan bişiwêre. Heger çareseriyek heben, ne ew, ancax leşker dikanin çareser bikin.
Erdogan ew gotina bêyî ku bi leşkeran bişiwêre kirbû, loma jî nikanîbû bicî bianiya.
Yanî sebebê vê siyaseta Erdogan ya paşverû û êrîşkar ne kurd PKK û DTP, leşker in, ew nahêlin meseleya kurd çareser bibe.
Kurd, DTP û PKK bi milyonan herin pêrgî Erdogan jî ferq anke.
Ma bi milyonan ray danê, li Kurdistanê kirin partiya yek ferq kir? Na.
Ahmet Altan gotiye, ”PKK heger bi rastî dixwaze riya aşîtiyê veke û pêşengiyê jê ra bike mecûr e merivên xwe yên çekdar derxîne derî sînor.”Heyran derxe dernexe ferq nake, leşker dibêjin werin teslîm bibin.
Ma piraniya gerîlla ne li dervî sînor e, ne li welatekî din e?
Ne artêş heroj bi balafiran êrîşî wir jî dike, nahêle kurd li wir jî di şikeftan da bisitirin.
Heger êrîşê yên derî sînor nekira, me yê bigota temam, wa ye êrîşî gerîllayên derî sîrnorê xwe nakinm, loma bira yên hundur jî herin.
Lê ne wiha ye, gerîlla her ku jî ji bo dewletê ferq nake, ewê her êrîş bike.
Ez ne li dij im ku gerîlla ji bakurê Kurdistanê derkeve.
Lê ez dibêjim here ku jî ferq nake, yanî çûyina wan meseleyê çareser nake.
Ya din jî berî PKK-ê dibê Altan biya ji artêşa tirk bixwaze. Çimkî hêza îşxalkar ew in, wan welatê me bi darê zorê dagîr kiriye, bira ew ji welatê me derkevin.
Li gor dewletê Îşîro tenê tiştek dikane şer rawestîne, ew jî teslîmbûna PKK-ê ye.
Leşker jî viya dixwaze, hukûmet jî viya dixwaze.
Bêguman dibê PKK jî vê teslîmiyetê qebûl neke.
PKK qebûl bike jî dibê miletê kurd li hember vê dewleta zalim û xwînxwar liberxwe bide...

1 kommentar:

  1. Xalo,

    Bi rastî jî A. Altan di vê gotara xwe da wekî merivekî dewletê tevgeriyaye. Dolabên osmaniyan pir in. Qet nabe ku mirov bi van chîrokan kurdan bixapîne. Wey filan u bêvan buyer nebuya, dê her tisht toz u pembe biba. Qey yê ku ji tirkan u siyasatê bê xeber biba, dê bigota: Eceba?

    Lê helbet siyaseta PKKê ya bê îdraq kurd xistin vî halî. Aha va ye hê doh M. Karayilan careke din mebesta PKKê ya herî tirkperest eshkere kir. Gelo PKK u Apo ji siyasetê bi hay in yan na? Bi kerema xwe li sherê sî salên dawiyê mêze bikin u bes e. Bila kurd xwe nexapînin, ne PKK u ne jî Apo xwedî wê jîriyê ne.

    Silav

    Tîrê Qers-ê

    SvaraRadera

PARVE BIKE