Ji serê deh rojan û virda ye ev cara pêşî ye ku ez ji mal derdikevim der, diherim bajêr, dost û hevalan dibînim û bi wan ra dikevim şêwir û mişêwran.
Ev çend roj bûn ji ber nexweşiyê ez wer di hundur da bûm. Îro êdî min hew debar kir, min lêxist û çûm cî û warên ez hertim diherimê.
Di derbarê TRT Şeşê da dîtin, bîr û baweriyên kurdan min gelkî meraq dikir û min dixwest bizanibim hela milet çi dibêje.
Îro bi kêmasî ez bi 20 kesan ra peyivîm û min dîtinên wan pirsî. Hemû jî bi weşana TRT Şeşê gelkî kêfxweş bûn.
Min dît ku bi weşana kurdî ra moral û baweriya serkeftinê li însanan gelkî bilind bûy. Herkes dibêje ji bo mafên hîn mezintir divê em xwe hinekî din bidinê, divê xebat û têkoşîn bêtir were xurttkirin.
Kesên min dîtin hemûyan jî weşan temaşe kiribûn. Tespîta gelemperî ew bû ku program û kadir zeîf in, dibê di rojên pêş da were xurtkirin.
Bi giştî milet ji zimanê weşanê razî bû. Do kesên li programa Rojînê ya bi Latîf Epozdemîr ra temaşe kiribûn pir memnûn bûn û kêfa wan ji Latîf ra hatibû.
Yê min bi xwe jî kelkî kêfa min ji Latîf ra hat. Bersîvên wî hemû jî kurdewarî û pir baş bûn. Berî hertiştî min dît ku mayin û gera wî ya li hin beşên din yên Kurdistanê asoya Latîf Epozdemîr fireh kiriye. Di deqê ziman, cografya û miletê kurd da bûye xwedî hin zanînên ku piraniya kurdên bakur jê bêpar in.
Bêguman dema meriv welatê xwe, miletê xwe, dîrok û edebiayta wî nas bike, jê agahdar be bersîvên meriv jî xweş û bi tesîr dibin, bala guhdaran dikşîne.
Dema kurd dibînin ku miletê kurd weke ku dijmin dibêje hewqasî ne reben, bê kultur û marîfet e kêfa însanan tê, bi kurdbûna xwe kêfxweş û serbilind dibe.
Zana û alimên kurdan, edîb û dîroknasên kurdan divê vê kanalê ji bo şiyarbûna miletê xwe baş bikar bînin.
Hin nasyonalîstên tirk ditirsin ku ev kanal xizmetê ji tekamulkirina miletbûna kurdan ra bike, devok lehçeyên kurdan bêtir nêzî hev bike. Bêguman ev yek ji ber xwe ve nabe, divê siyasetmedar, rewşenbîr û zanayên kurdan di vê şuûrê da bin, ji bo vê armancê xwedî fikir û bername bin.
Lê li alî din şêla PKK-ê meriv gelkî xemgîn dike. Ez hêvî dikim ku di demeke nêzîk da PKK dev ji vê siyaseta xwe ya îrrasyonel berde û xeteke hîn netewî bide ber xwe. Hêz û potansiyela bi PKK-ê ra ye pir mezin e, heger ew jî li derî vê prosesê nemîne li menfeeta kurdan e. Dema ev hêz jî têkeve nava xenbata weşana kurdî li kara miletê kurd e.
Diyar e sala 2009-an ewê hîn gelek surprîzên din jî bi xwe ra bîne.
Ev çend roj nin ez bala xwe didim kanala Kurd-1-ê jî. Tiştê ez dibînim Kurd-1 pir û pir zeîf e, heger wiah dom bike gelkî xerab e.
Erê programên TRT Şeş-ê jî pir ne dewlemend in lê ne weke Kurd 1-ê ye, Kurd 1 ez hinekî hêvîşikestî kirim. Ez hêvî dikim wiah dom neke.
Netîce, tiştê ez dibînim weke milet moralê kurdan pir bilind e. Dema kêfa meriv li cî û moralê meriv jî bilind be zara meriv jî tê, şansê meriv yê qezenckirinê zêde ye...
Di Kurdistan Postê da nuha min xweberek bi navê "100 kurdên navdar ji şoreşa TRT Şeş-ê ra li çepikan xistin" xwend. Ez bixwe him matmayî mam û him jî gelkî kêfxweş bûm. Matmayî mam, ji ber ku gelek kesên ku navê wan derbas dibin li dij TRT Şeş-ê derketibûn û gelek gotinên giran jê ra gotibûn. Lê di vê xeberê da, heta bigihîje gelek mebûsên TDP jî weşanê pozîtîv dibînin.
Ez hêvî dikim ku ev xeber ne henek be, rast be.
Xalê Zinar,
SvaraRaderaMin jî li bernameya "rojîname" temashe kir. Rastî L. Epözdemîr xwedî druveke netewî bu. Kêfa min gelekî pê hat. Ez wî pîroz dikim. Lê divêt em kurd zêdetir li ber xwe bidin. Dibe ku sala 2009an bibe sala "Kurdistan'a qedîm u pîroz".
Ji bo fikrên min yên di derbarê Rojîn'ê da min îro jê ra nameyek shand, hêvî u daxwazên anîn zimên. Ev e li jêr e:
Chend gotin ji bo „rojîname“
Birêz Rojîn,
Min doh êvarî di TRT-6'ê da li bernameya we ya bi navê "rojîname"yê temashe kir. Bêguman ez bi xwe jî wekî gelek kurdên kurdîhez bi vê bernameya we pirr kêfxwesh bum. Helbet hêvî u daxwaza min ew e ku hun di vî warî da kar û barê xwe pêshta biben u xizmeteke mezin pêshkeshî zimanê kurdî u chanda kurd bikin.
Ya rast we di galaya vekirina TRT-6'ê da bi zimanê tirkî strana Hakki Bulut got. Bi fikra min kêfa min u ya mîletê kurd zêde bi vê yekê nehat u nayê jî. Gelo ji ber chi? Ma ti pêwîstî bi vê hebu? Îcar hun bi vê jî nesekinîn, we rabu di bernameya xwe da jî bi straneke tirkî dest bi weshanê kir. Helbet bi vê jî we qîma xwe neanî u bi tevî zimanên din we berdewam kir. Ez wekî shexs ne li dijî zimanên din im (ji derî tirkî, farsî u erebî). Lê rewsha îro ya zimanê kurdî di nav kambaxiyeke pirr mezin daye u mirov hew dikare pêsheroja wî li gorî nêzikbuneke, felsefeyeke rojane telafî bike. Bêshik daxwazên we yên hunermendî dikarin hebin. Di vê babetê da heta astekê mirov dikare we u helwesta we fahm bike jî. Lê belê divêt mirov asta netewî jî bizanibe, bi germahiyeke u baldariyeke nazik nêzîkî wê bibe. Bi mîlyonan kurd li ber televîzyonên xwe li benda hin tevgerên kurdewarîn e. Bi dêhna min ji vî erdê sar u rengîn heta ezmanê sayî xwedî maf u heq in jî. Bi kurt u kasî, ewqas qenalên bi zimanê tirkî hen in, ne hewce ye ku hun wekî kurd di qenala kurdî ya ku hê doh dest bi weshanê kiriye, stranên tirkî li me bidin guhdarî kirin. Heger daxwazeke wilo ji hêla me va hebe, em dikarên vê yekê bi navbera qenalên tirkan jî bînin shunê. Lê ev daxwaz jî aniha qet tun e. Dibe ku qet nebe jî.
Li hêla din, we got Yilmaz Güney hunermendekî kurd e. Ma kîjan kurdî/ê nedixwast ku vê bi rehetî bîne zimên, kîjan kurdî/ê? Di dilê her kurdekî/ê da Yilmaz Güney shuna xwe ya abadîn girtiye u bawer nakim ku di pêsherojê da biguhere. Lê mixabin rastî u daxwazên dilê mirov carna ji hev pirr-pirr dur in. Dirêj nekim, Yilmaz Güney wekî derhêner, lîstikvan, nivîskar aîdî zimanê tirkî ye. Kesekî emerîkî yan jî efrîkî jî dikare di derbarê kurdan da fîlman chêbike, muzîkê chêbike, pirtukan binivîse, lê heta ku zimanê kurdî bi kar neyîne nikare bibe hunermend, muzîkjen, nivîskar u derhênerê kurd u kurdî...
Bi hêviya ku min hun eciz nekiribe. Bi daxwaza ku ewê serkeftina kurdîhezî, kurdperwerî u kurdistaniyê ya we u ya me tevan bibe.
Di gel silavên germ
Bîrjen Jehr
Kek Zinar,
SvaraRaderaTe rast gotiye, kurd bi moral in. Doh êvarî birarziya min di înternetê ži min ra nučeyek šand u ži min pirsî ka em dikarin bi hevdu ra "chat" bikin. Ya rast ži derî čend heban zêdetir kurdî nizanin. Lê îcar di nučeyê da bi kurdî ži "mem u zîn"ê beşek nivîsîbu. Ez pê bêpîvan bextiyar bum. Li gorî ku tê dîtin, di nav kurdên ku hatine asîmîlekirin da žî hestyariyeke netewî čêbuye u čêdibe. Bila xwedê vê carê hariyê me bibe! Li hêla din žî ez ži siyasetmedarên kurd pirr ditirsim, dibe ku dîsan xeletiyên mezin bikin, him mîllet ži hestên netewî sar bikin u him žî vê firsendê ži bo tištên bičuk berhewa bikin.
Bi tevî silavên germ
Bernas Kurmanc