Ev sê roj in ku xanim û lawê xwe yê biçûk(Rojen)çûne mala keçe xwe. Ji ber ku xanim bûye pîrik, dixwaze derza zarokmezinkirinê bide keça xwe.
Li gor wê, keça wê hîn diyeke xeşîm e, baş nizane meriv çawa li zarokan dinêre, divê çend rojan wê perwerde bike.
Loma jî ev sê roj in ku ez û Serhat em tenê li mal in. Em herdu jî çavan bi ser hev da dizêwirînin û li bende vegera xanimê ne.
Li gel ku ez ne bi tenê me jî lê belê dîsa jî mal xalî ye û ez jî hinekî hustuxwar im.
Tiştê ez dizanim Xwedê kesî bê jin nehêle. Diyar e mêrên kurd bela sebeb negotine jin stûna malan e.
Bi baweriya min jin ne tenê ”stûn û kutên” malan e, hema hertiştê malan e û xelas…
Ev çend roj in Stockholm gelkî sar e. Nuha min li dereceyê nêrî tam mînûs 12 dereceye, yanî serma donzde derece di bin sifrê ra ye. Ji ber ku berf jî tuneye loma jî hewake gelkî sar li der heye.
Di nivîsa xwe ya do da li ser TRT Şeş-ê min qala reaksiyon û moralê çend kurdên Stockholmê kiribû û gotibû ku kurdên min dîtin hemû jî bi weşanê kêfxweş bûn û weşan weke gaveke pozîtîv didîtin.
Min îro telefonî welêt û Tirkiyê çend ciyan kir, fikrên wan û raya milet ji wan pirsî.
Ez bi diya xwe û birayên xwe ra jî peyivîm.
Hemû kesên ez pê ra peyivîm, ew jî weke kurdên Stockholmê bi weşana kurdî dilşa bûn û kêfa wan dihat.
Lawê birayê min îsal dest bi dibistanê kiriye, gotin weleh ji ber programên zarokan ranbe, lê temaşe dike.
Hemû kesên ez bi wan ra peyivîm digotin, milet dibêje em fêm nakin PKK çima li dij derdikeve?
Digotin milet dibêje, xwedêgiravî wan jî dixwest kurdî serbest bibe û kanalên kurdî jî hebin. De îcar çima nuha li dij derdikevin?
Yekî jî got, milet dibêje bi sedan kanalên tirkî hene û kurd li hemûyan temaşe dikin li dijî wan dernakevin, lê li dijî ya kurdî derdikevin.
Û ji ber vê yekê jî li çend ciyan milet û dilsozên PKK-ê ketine gewriya hev.
Li gor biraderê ji min ra qal kir, got ev cara pêşî ye ez dibînim ku kesên dost û dilsozên PKK-ê û DTP-ê dikevin gewriya kadir û berpirsiyaran.
Malpera Nefelê li ser TRT Şeş-ê dîtinên deh rewşenbîrên kurd weşandiye. Di nava van dîtinan da Rohat Alakom, bi rengekî pir di cîda û pir bi heq bal kişandiye ser tahlûkeye ”pirlehçeyîtiyê” û gotiye:
”Divê kurd zorê bidin berpirsan ko ev kanala bibe kanaleke tenê bi kurdî.(ez bawer dikim ji kurdî qest kurmancî ye.Zinar) Ev yeka ji bo pirzaravayan jî derbas dibe. Eger wek mîsal zaravayê soranî jî hebe, wê demê jî sergêjîke mezin dikare peyda bibe. Bîner û guhdarên vê kanalê ko piraniya wan ji kesên kurmancîaxêv pêk tên, kurdên Tirkîye ne, dikarin di nav demeke kurt de, ji ber tênegihştina soranî, jê aciz û sar bibin. Êdî dewra netewetiya romantîk, dewra zimanê yekgirtî nîne. Divê cara yekem her zarava li ser koka pêş de herin, îmkanên jîyanê bibînin û rûmeta wan bê bilind kirin. Divê kanal zêdetir xîtabî kurdên Tirkiyê û kurdên kurmancîaxif bike. Eger wisa nebe îmaja wê dikare dîsa wek me li jor jî got, dakeve jêrê û rojek bê kesek lê mêze neke jî.”
Bi baweriya min jî ev tespîta Rohat rast e û pir girîng e, dûrbîniyeke gelkî hêja ye. Divê siyasetmedar û rewşenbîrên kurd ji nuha da rê li ber ”gêrmiya pirzaravayî” bigre. Weke birayê Rohat jî gotiye, dema ev kanal bibe kanaleke ”kurmancî, soranî, zazakî, goranî” û nizanim çi, ne kurmanc, ne soran û nej î zaza ewê lê temaşe nekin, kurmancê bibêjin, bi soranî û zazakî ye weleh em jê fêm ankin, soran û zaza jî ewê eynî tiştî bibên.
Jixwe ne hewceye em texmîn bikin, nimûneya berbiçav heye. Ma îro di Kurdistan TV, Kurdsat û Zagrosê da programên kurmancî tune ne? Bêguman hene, lê kes lê temaşe nake, hemû kurmanc dibêjin em ji zimanê wan fêm nakin û qediya.
Ji bo ku TRT Şeş nebe kanalekî kurdî ya baş û bi milyonan kurmanc lê temaşe nekin, dewlet dikane vê hîlê û sextekariya ”pirzaravayîyê/pirlehçetiyê” li hember kurdan bikar bîne.
Loma jî divê kurd ji nuha da vê plana dewletê xera bikin û bibêjin heger hûn dixwazin herkes bi zimanê xwe bipeyove wê demê ji bo wan jî kanalên taybet vekin. Weke kurmancî, bira kanalekê jî ji bo zazakî û soranî vekin.
Ji ber ku ji bo kurdan gelkî zahmet e bizanibin ku kîjan saetê kîjan lehçe dest pê dike û li gor wê telewîzyonê vekin. Dema jineke kurmanc veke bibîne ku wa ye bi soranî ya jî bi zazakî ye, ewê tavilê bigre. Çimkî jê fêm nake.
Eynî tişt ji bo soran û zazayan jî derbas dibe.
Loma jî hîn ku dereng nebûye, divê rojekê berî rojekê kurd van daxwazên xwe bigihînin berpirsiyar û rêvebirên TRT-ê.
Herê xalê Zinar,
SvaraRaderaMin jî îro ev gotara xwand. Ya rast ji erdê heta ezmên bi heq e. Divêt rê li ber vê yekê were girtin. Ev noxteyeke pir pir girîng e. Divêt kurd ti carî desturê nedin vê yekê.
Lê helbet divêt ji bo zaravayê zazakî jî bi lez qenalek were vekirin. Ew jî wekî nan u av girîng e.
Ya din jî, wekî ku R. Alakom jî aniye zimên, aniha ti menfeeta kurdan ji yek zimanî tun e. Divêt her zarava bila li ser bingeha xwe carekê shîn bibe, xurt bibe. Êdî chi chawan diguhere, chi chi dibe, ewê dem nîshanî me yan jî nifshên din bide. Divêt kurd di vî warî da nekevin dafika ti kesî.
Herweha gelekî hêja ye ku te careke din li vir bal kishandiye ser vê mijarê. Spas! Tu her bijî.
Silav u hurmet
Zarayê Kurdîjen