12 januari 2009

Hukûmet naxwaze dest bide serokê çeteyan

Di nivîsa xwe ya do da min gotibû, ”dema general emir nedin, Îbrahîm Şahîn bi serê xwe nikane cebilxaneyan têxe binê erdê û plana kuştina xelkê çêke.”Xeberên îro di çapemeniyê da ev texmîna min rast derxistiye.
Îbrahîmm Şahîn di îfadeya xwe da gotiye, dewletê ”muşawirtiya ewlekariyê” jê ra pêşniyar kiriye û wî jî li ser vê daxwaza dewletê dest bi hin xebatan kirye. Li gor îdîaya Şahîn, ji serokerkaniyê du generalan, Bekir Kalyoncu û Metin (dikane qumandarê hêzên deryayê Metîn Atac be)lê gerîyane û jê ra gotine ku ewê wî bikin “musteşarê dazgeha nû ya li dijî terorê.”Bi rastî jî teqrîben 2-3 meh berê hukûmet û leşkeran li dijî “terorê” qala avakirna dezgeheke nuh dikirin, digotin ewê leşker, pûlis û cendirmeyan têxin bi emrê dezgeheke nuh.”
Diyar e hukûmet fikiriye ku Îbrahîm Şahînê faşîst, qatil û çeteyê Sûsûrlukê bîne serê vê rêxistina nuh ya li dijî “terorê.”
Helbet ev skandaleke mezin e. Lê di eynî wextê da derdikeve ortê ku hukûmet çuqasî li dijî Ergenekon û çeteyan e.
Hukûmet dest nade masiyên mezin, bi masiyên biçûk çavê milet boyax dike.
Rojnamevanan rastî û nerastiya ev îdîaya Îbrahîm Şahîn ji wezîrê edaletê û berdevkê hukûmetê Cemîl Çîçek pirsîn. Çîçek ne got rast e û ne jî got derew e. Got, “di derbarê îdîayên Şahîn da ez naxwazim bipeyivim.”Maneya xwe ew e ku tiştê Şahîn gotiye rast e, hukûmet û artêşê xwestine Şahînê qatil û çete bikin “muşawirê” rêxistina nuh.
Ji ber ku leşker jî tevî meseleyê ne, loma jî serokerkan jî weke Çemîl Çîçek ji gotinên Şahîn nerehet bû û loma jî di malpera xwe da beyanek weşand got, ”tiştên tên gotin ne rast in.”Ji xwe serokerkan tu carî dirêj nake, dibêje nerast e û xelas. Ji bo çi derew e kes nikane biperise. Îbrahîm Şahîn di dema Sûsurlikê da jî dema hat girtin navên serok û berpirsiyarên xwe neda, hertiştişt girt hustuyê xwe û li dora 2-3 salan di hefsê da ma. Lê generalên emir dabûn wî weke mîran dîsa li ser kursyên xwe rûniştin û tu zirar nedîtin.
Wisa xuyaye ku Şahîn naxwaze careke din vê fedekariyê bi tenê bike. Loma jî ji nuha da mesajekê dide amîr û patronên xwe û dibêje heger hûn min xelas nekin ezê navê we jî bibêjim.
Yanî bi qasî ku xuyaye serokerkan û wezîrê edaletê û berdevkê hukûmetê Cemîl Çîçek jî di nava vî îşî da ne. Di operasyona din da jî dîsa navê Cemîl Çîçek bi hevaltiya hin çeteyan(Sînan Aygun)ra hat rojevê lê ser girtin. Belkî jî Çîçek dualî dixebite. Çimkî çi dibe jî mêrik kursiya xwe wenda nake.
Nuha derdikeve ortê ku di operasyonê da ne tenê çek û cebilxane ji bin erdê derxistine, di kompîtora albayekî da kasetên şantajê jî hatin girtin. Di kasêtan da gelek sûretên û dîmenên nemahrem(yên şermê) yên malbat û zarokên hakim, dozger û leşkeran jî hatine bidestxistin.
Bi van sûretan ewê dadgeh û leşkerên ku bi ya wan nekirana tehdît bikirana û bigirtana bin tesîra xwe.
Ev Tirkiye welatekî ecêb e.
Ji salên 1950-î û virda ye her eynî teşxele, eynî teqereq e. Destê leşkeran tim di gewriya sivîlan da ye, nahêlin rindikî bîna xwe bigrin.
Çimkî îdeolojiya resmî û hêza kemalîst û olîgarşîk demokrasîyê, plûralîzmê û pirpartîtiyê qebûl nakin, dixwazin îktîdar tim di destê wan dabe. Dema ku hinek dixwazin ji min emrê wan derkevin tavilê tehdît dikin û ku ew jî pere neke darbeyê dikin. Ev 50 sal e her eynî tiyatro tê lîstin.
Û helbeta ji bo vê hêza kemalîst ya herî girîng jî dibê miletê kurd negihîje azadiya xwe, tim bindest û bêmaf be.
Van çeteyan ji bo ku îktîdarê paşda bigrin di sala 1960-î da darbeyeke leşkerî kirin û dest danîn ser hukum. Serokwezîr Adnan Menderes, Fatih Ruştu Zorlu(wezîrê derve) û Hasan Polatkan(wezîrê maliyê) îdam kirin.
Lê teşxele nesekinî. Tevlihevî, bêîstîkraî, şerê çeteyan, xiran û keşanê dom kir.
Di sala 1971-ê da ergenekonciyên wê demê darbeyeke din kirin, dîsa bera hukûmetê dan û hemû avêtin hundur.
Lê îcar serokwezîr îdam nekirin, qey ne hewce bû.
Demekê jî wiha dom kir. Heta sala 1980-î.
Di sala 1980-î da çete dîsa rabûn pêdarê û darbeyeke din kirin. Bi hezaran kurd û tirk avêtin zîndanan, bi sedan kes kuştin, bi dehhezaran kurd ji welatê xwe reviyan û bi çolan ketin.
Lê mêrikan dest ji serdestî û dîktatoriya xwe bernedan, kîjan hukûmet hat serî tim di bin wesayeta wan da ma.
Piştra di 28-ê sibata 1997-an da rabûn darbeyek din kirin. Lê vê carê ne kes bidarda kirin û ne jî avêtin zindanan, tenê qewitandin, gotin herin li mala xwe rûnin.
Yanî bi kurtî ev 50 sal e ku kîjan partî tê ser hukum, kî dibe serokwezîr, kî dibe serokkomar, dixwaze bira çep be, dixwaze bira rast be, dixwaze bira dîndar be ya jî lîberal be ji bo mêrikan qet ferq nake, ew her xwediyê dewletê ne û dixwazin xwediyê dewletê bimînin.
Yanî ev 50-î sal e kîjan partî tê ser hukum netîce neguhere, herkes dikeve bin emrê leşkeran. Tu kes, tu hêz, tu partî nikane koka van çeteyan biqelîne û rê li ber demokrasiyê veke.
AKP jî eynî siyasetê didomîne, bi serokên çeteyên Ergenekonê ra dixwaze çeteyan tasfiye bike. Ev ne mimkûnne.
Helbet tiştên dibin tiştên baş in, lê têr nake. Dibê hukûmet û sîsteme huqûqê li gor "hin hesasiyetên Tirkiyê" hereket nekin, divê tehdîd û ricaya serokerkan nebe sebebê berdana serokê çeteyan.
Lê mixabin hertim wiha dibe. Di bûyera Sûsûrlûkê da jî wiha bû û di ya Şemzînan da jî wiha bû. Çete li ser sûc tên girtin lê bi mudaxeleya serokerkan tên berdan. Nuha jî eynî tişt tekrar dibe.
Îro waye li Anqerê cebilxaneyeke din dîtine. Heta nuha bi hezaran çek û cibilxane girtine, bi sedan delîl û wesîqeyên amadeyiya kuştin û sûîqastên siyasî ketiye destê pûlis û mahkimeyan. Mêrik dibêje filan generalî ev wezîfe daye min û min jî li ser emrê wî ev kar kiriye.
Lê ji bo girtina generalan dîsa jî têr nake. Weke hertim, dîsa çend sûtal û tetikçkêşên weke Îbrahîm Şahîn, Velî Kuçuk, Yalçin Kuçuk, Dogu Perînçek û çend zabitên teqawit ewê werin girtin, çendakî di hefsê da bimînin û dûra jî werin berdan.
Serokerkan û qumandarên din ewê dîsa simêla xwe badin û karên xwe bidomînin.
Di vê operasyonê da tişttê nuh îcar çend kesên çep û komînîst jî weke endamên Eregenekonê hatine girtin.
Bi taybetî jî partiya komînîst (TKP)bi xurtî li kesên girtî xwedî derdikeve. Di nivîseke xwe ya din da jî min qal kiribû. TKP-ê di beyana xwya li ser operasyona Ergenekonê da xwe gelkî aciz kiriye û gotiye:
"Kesên ku bi girtina van şexsan kêfxweş dibin û dibêjin "sûcdar cezayên xwe dikşînin", şêla wan ya îxanet e ya jî xeflet e."Lê ibret û sosireta herî giran ew e ku DTP- ya me bi vê partiya ku piştgiriyê dide çeteyên Eregenokê ra çepheyeke hilbiartinan(Çati Partî/partiya parapli) çêkiriye, ewê bi vê partiyê ra dêkve hilbijartinan. Û belkî jî ji kurdan ra bibêje raya xwe jî bidin xwediyê vê belavokê.
Ez çi bibêjim, hema Xwedê aqilekî bide serokên DTP-ê û me kurdan jî ji bêtar û qezayên hîn mezintir bisitirîne...

2 kommentarer:

  1. Helpful information. Fortunate me I discovered your website unintentionally, and I
    am stunned why this coincidence did not came
    about in advance! I bookmarked it.

    Here is my web page: home cellulite treatment

    SvaraRadera
  2. I seldom write comments, but after reading a
    few of the comments here "Hukûmet naxwaze dest bide serok� �eteyan".
    I do have 2 questions for you if it's okay. Could it be just me or do a few of the responses look like they are written by brain dead individuals? :-P And, if you are writing at additional social sites, I would like to keep up with you. Would you post a list of every one of all your social community sites like your linkedin profile, Facebook page or twitter feed?

    Have a look at my blog post; cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE