Parlamentoya Îraqê li ser daxwaza serokê parlamentoyê Mahmûd Meşhedanî, civîna îro ya li ser hilbijartinên mehelî dîsa taloqî sibe kir. Piraniya kutleyên di parlamentoyê da do li hev kiribûn ku civîn îro bibe.
Heger qanûn heta çend rojên din jî ji meclîsê derbas nebe wê demê meclîs dikeve tehtîlê û wê demê jî bicîanîna qanûnê nagihîje îsal.
Hin grûbên ereb û tirkmen naxwazin qanûna hilbijartinên herêmî û bi taybetî jî ya wîlayeta Kerkûkê îsal were bicîanîn.
Û helbet divê meriv dewleta tirk jî ji bîr neke, di vê meselê da tirk ji ereban bêtir aktîv in.
Lê kurd û mitefiqên wan dixwazin ku hilbijartinên herêmî, Kerkûk jî tê da, li hemû parêzgehên Îraqê îsal bên pêkanîn.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî piştî vegera xwe ya ji Bexdayê do di civîneke çapemeniyê da qebûl kir ku di nêbêna Hewlêrê û Bexdayê da krîzek heye û got:
”Hin derûdor naxwazin hilbijartinên wîlayetan îsal bên kirin. Lê em dûpat dikin ku divê tevî Kerkûkê li hemû parêzgehên Iraqê hilbijartin bên pêkanîn.”
Mesûd Barzanî, li ser biryara Parlamentoya Iraqê ya 22-yê tîrmehê û qanûna meclisên wîlayetan jî got:
”Qanûna hilbijartinên parêzgehan qanûneke baş e lê madeya 24-ê ya hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê li dijî demokrasîyê û gelê Kurdistanê ye. Em bi tu awayî qebûl nakin ku destkeftên gelê kurd li parlamentoya Iraqê bên jinavbirin.”
Mesûd Barzan got, di vê krîza di nabêna kurd û ereban da dest û ”ajandaya” derva jî heye.
Herçiqas serokê Kurdistanê xwediyê ”ajandaya” derve negotibe jî lê herkes dizane ku ev, Tirkiye ye. Tirk ji ereban bêtir naxwazin Kerkûk bi Kurdistanê va were girêdan. Loma jî tespîta ”destê derva” rast e û ew jî dewleta tirk e.
Ji ber ku ji tirkan bêtir kes ne neyarê kurda ye.
Tiştê xuyaye erebên şovenîst û beesî bi alîkariya tirkmen û dewlet tirk li kurdan hatine hev û dixwazin Kerkûkê ji wan bistînin.
Herçiqas midaxeleya Îranê bi qasî ya tirkan ne xuya be jî bi îhtîmaleke mezin rejîma meleyan jî di bin ra piştgiriyê dide mixalifên kurdan.
Hemû serîlêgerandin, birin û anîn û texîrkirna civînan ji stendina Kerkûkê ye. Li gor ereb û tirkan texîrkirin û dirêjkirina meselê di lehê wan da ye. Û bi rastî jî wisa ye. Mesele çiqasî dirêj bibe şansê kurdan ya girtina Kerkûkê hewqasî kêm dibe.
Emerîka û Neteweyên Yekbûyî jî di vê meselê da roleke xerab dilîzin, ji kurdan bêtir piştgiriyê didin tezên ereb û tirkan.
Li gor Nefel dinivîs, rojnameya New York Tîmesê do di sernivîsa xweda gotiye, ”dibê Emerîka nehêla Kerkûk i biryareke yekalî bi herêma Kurdistanê va were girêdan.”
Pir ne dûrî aqilan e ku tiliya Tirkiyê di vê nivîsê da hebe. Ji bo derketina nivîseke wiha dewleta tirk dikane milyonan birjîne. Jixwe ji bo karên wiha dewleta tirk salê bi milyaran dolar dide lobîîstên emerîkî û ewrûpî.
Li alî din, artêşa Îraqê jî di çarçeweya operasyoneke li dijî terorîstan da îro xwestiya li herêma Xaneqînê baregehên YNK û PDK-ê jî saxî bike. Lê piştî midaxeleya polîtburoya YNK-ê arîşe çareser bûye.
Ev herdu nimûne jî nîşan didin ku bûyer û pêşketinên dibin ne di lehê kurdan da ne, bi derngxistinê kurd hêz û xweînê wenda didikin.
Nivîsa New York Tîmesê û daxwaza saxîkirina baregehên YNK û PDK-ê Ev yek ne elameta xêrê ye.
Heger îro saxînekirine ji ber ku hêza wan têrnake, lê roja hêza wan têr bike ewê bikin.
Roja bikanibin hêzên kurdan yên leşkerî ji Kerkûkê derxin ewê yek seetê jî texsîr nekin. Divê kurd vê yekê bibînin û hesabê xwe jî li gor wê bikin.
Yanî her rojek derengxistina hilbijartinên herêman û madeya 140-î tê maneya wendakirna Kerkûkê.
Êdî zarok jî dizanin ku heger mimkûn be ereb ewê Kerkûkê bi destê kurdan va bernedin û ji bo ku bigihîjin vê armanca xwe jî neçareserkirnê di lehê xwe da dibînin.
Loma jî divê kurd çi ji destê wan tê îro bikin, nehêlin rojên pêş. Çi qoz û îmkanên wan hebe divê îro têxin dewrê.
Di vir da qozê kurdan yê herî mezin parastin û daxwaza bicîanîna qanûna esasî ye. Divê kurd bi tu hawî qebûl nekin ku qanûna esasî were îhlalkirin û qanûna hilbijartina herêman neyê bicîanîn.
Hilbijartinên herêman û medaye 140-î divê îsal werin bicîanîn. Heger ereban qebûl nekir. Divê kurd bi serê xwe bikin. Ji bo vê yekê bira ereb êrîşê bibin ser kurdan. Wê demê kurd biheq in.
Axir wekî din jî çi ji destê kurdan tê divê îro bikin, nehêlin ji sibê ra. Ji ber ku sibe dikane dereng be…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar