23 juni 2026

Tu çi biçînî tu yê wê hilînî

Go heta min xwe nas kir, min malê xwe xelas kir, min malik li xwe wêran kir.

Gelê me hêdî hêdî şiyar dibe, ferq dike bê bi rayên xwe çi şaşî kiriye, kesên şaş, kesên xerab kirine wekîlên xwe.
Milet dest pê kiriye ji siyasetmedarên, ji parlamenterên bi xelkê ne bi kurdî, bi tirkî dipeyivin  gazinan dikin.
Pêşketineke baş e, lê pir dereng e, dar pir qalind bûye, destê lê nayê hev.

Tu çi biçînî tu yê wê hilînî. We bi rayên xwe ew kes hilbijartin, nuha jî hûnê fêkiyên vê hilbijartina xwe bixun.

Lê kesên bi tirkî dipeyivin tenê ne sûcdar in, kesên wek berxikan li wan gotinên berradayî, gotinên ne li gorî civata me ye guhdarî dikin jî sûcdar in. Kese ne mecbûr e li tirkiya wan, li gotinên wan ên berradayî guhdarî bike, rabin, lê guhdarî nekin. Ji nava xwe biqewitînin.

Li du sê deran li wan neyê guhdarîkirin, werin qewitandin, ewê xwe biguherin. Yanî gerek milet jî qebûl neke, protesto bike. Heta ev nebe, ewê dev ji tirkî bernedin.

We kesên xerîbên doza xwe,kultura xwe,nezanên zimanê xwe kirine nûnerên xwe. Te çi xist beroşê tu yê wê bixwî.

XXX

Di jiyanê da carnan ji meriv ra xerab tê, ji meriv ra çep digere, meriv dikeve tengasiyê.

Baştir e meriv dilê xwe neke sifre, li ber her kesî ranexîne.

Gava tu derdê xwe ji her kesî ra bibêjî aqilfiroş pir in, kesên totikvala jî ewê aqil bide te.

Meriv di rûnê xwe biqile baştir e.

XXX

Tolstoy gotiye:

"Belkî jî dibê meriv her tiştî qebûl bike û bihêle bira jiyan li gorî xwe biherike. Bi zor kirin hin caran ne çareserî ye. Çimkî her tiştê bi zor dibe ne xweş e."

Lê helbet îstîsna hene. Ji bo xelasiya ji bindestiyê zor lazim e. Dagirker bi rehetî naçe mala xwe.

4 kommentarer:

  1. Meseleya zimên û israrkirina di zimanê xwe de, ji îdeolojiyê bêhtir, bi tevahî bi hişmendiya neteweyî û hişyariya di vê mijarê de ve girêdayî ye. Ev hişmendî di nava qaşo siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û ronakbîrên Kurdan de gelekî qels e; ji ber ku wan mejiyê xwe ji bin bandora mêtingeran rizgar nekiriye . Di salên dawî de, yên ku Kurdan ji dewletê bêhtir ji zimanê wan dûr xistine û asîmîle kirine, ev nûner, nivîskar û ronakbîrên Kurdan in. Gava ku mejî azad nebe, mirov nikare bi van her sê rastiyan jî bihese; ya yekem: Tevî polîtîkayên asîmîlasyon û çewisandinê yên ku bi dehan salan berdewam kirine jî, zimanê te ji zimanê mêtingerên te yên ku tu bi dûv wan ketî û xizmeta wan dikî, pir kevntir, qedîmtir û dewlemendtir e; ev yek ji aliyê hejmara peyvan ve jî weha ye. Ya duyem: Ji ber ku zimanê te dewlemendti qedîmtir e, di wêje, muzîk û bi giştî di hunerê de, ji ber kokên xwe r ûyên kûr, ji hêla hunerî ve xwedî nirxekî pir bilindtir û serdesttir e. Ango li vir tu zimanekî ku ji aliyê hunerî ve nirxê wî pir kêmtir e, li ser zimanê xwe yê dayikê re hifz dikî (tercih dikî) ku ev yek rasterast bi qalîte û hişmendiyê ve jî girêdayî ye. Ya siyem: Tu bêrûmet î ji ber ku tu xizmeta zimanê mêtingerê xwe yê ku zimanê te yê qedîm û dewlemend ê xwedî dîroka hezar salan înkar dike û dixwaze tune bike dikî; bi hezaran keç û xortên Kurd şehîd bûn ji bo ku tu bikaribî bi vî zimanî bi azadî biaxivî û bi azadî binivîsî. Bi vî rengî xizmetkirina te ji bo zimanê mêtingeran, mîna ku ev têkoşîn qet nehatibe kirin û bi hezaran mirov di vê rêyê de jiyana xwe ji dest nedabin, ne tenê bi hişmendiyê, di heman demê de bi bêrûmetiyê re jî giriday ye. Asîmîlasyona ku Kurd di salên dawî de dijîn ne asîmîlasyon, otoasîmîlasyon (xweasîmîlekirin) e. Gava ku gelek zimanê xwe winda bike, çanda wî jî bi demê re tune dibe; piştî windakirina van her duyan, wateya têkoşînê di tu qadê de namîne. Divê Kurd ji îdeolojiyan bêhtir, bibin netewe û fêr bibin ku mîna neteweyekê bifikirin.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Di bloga min da bi sedan nivîsên min li ser asîmîlasyonê û otoasasîmîlsyonê hene.
      Min tim gotiye sûcê kurdan, yên dê û bavan, yên siyasetmedar û ronakbîran ji yê dewletê zêdetir e, wan ji dewletê bêtir zarokên kurd asîmîle kirine û dikin.
      Li bajaran dayikên bi zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivin belkî ji sedî 10 jî tune ye. Ev felaketeke mezin e.
      Gerek em vê pirsê ji xwe bikin: Çima em wiha dikin?
      Çima em hewqasî ji zimanê dagirkerên xwe hez dikin?
      Çima em hewqasî ji zimanê xwe nefret dikin, lema jî naxwazin fêrî zarokên xwe bikin?

      Radera
  2. Belê rast e, ez jî rastî çend nivîsên we hatim e. Bi salan e israra we ya xizmetkirina ji bo zimanê Kurdî bi rêya vê blogê hêja ye. Heke em werin ser pirsên we; ji ber ku dîroka xwe, ji ku hatine, kî ne û kevneşopiyên xwe yên bi hezaran salan ên li ser van axan ji bîr kirin e, an jî (heke em li ber çavan bigirin ku siyaseta Kurd wekî şoreşeke li dijî Kurdan û bi destê dewletê îro tê dîzaynkirin) bi wan dane ji bîr kirin. Wekî tevgereke Kurdî ya zanistî, neteweyî û serbixwexwazî bi rê ketin, lê mixabin îro ji hemû nirxan dûr ketine; bûne keriyên ku mûrîdtîya dijmin û mêtingerên xwe û herî zêde jî mûrîdtîya qaşo lîderên xwe yên ku rola 'zilamê yekem' dileyîze, dikin. Heke li şûna van paradigmeyên bereday û pûç ku Kurdan ji armanc, îdeal û hîmên wan ên bingehîn dûr dixe, perwerdeya dîrok, çand û şaristaniyên Kurdan (perwerdehiyên civakî) bidana ciwanên Kurd, îro civaka Kurd di divê rewşê de nebûya. Nediket pey çandeke ku ji ya wî pir kêmtir e, di nava wê de nedihelîya û hesreta ziman û çanda mêtingeran nedikişand (bi taybetî ji bo qaşo pêşeng û siyasetmedarên Kurdan dibêjim). Heke dîrok û kokên xwe rast bizanibûna, dê ji vê rewşa ku îro tê de ne şerm bikirana.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Tu bidî dû bilbil ewê te bibe bexçê gulan, tu bidî dû qijikê ewê te bibe ser sergo.
      Qismekî kurdan ê mezin dan dû qijikê, merivên ne ji qewmê xwe, ne dildarê doza xwe, biyaniyê ziman û kultura kirin serok û nûnerên xwe.
      Serok û nûnerên DEMê, PKKê bi kurdan ra bi tirkî dipeyivin. Gava rewş ev be, helbet kurd ewê asîmîle bibin.
      Lê hêzên din jî ne pirr û pak in, sûcê hêzên din jî pir e.
      Ez bala xwe didim axaftinên dayikên aştiyê, hevpeyvînên bi jinan ra dikin gişk bûne stenbollî. Jinên mala, nexwenda, pîrên porsipî jî bi kurdî napeyivin. Çimkî rêberê wan şiûra netewî bi wan ra nehîştiye, ziman qet ne xema wan e.

      Radera