Di malpera "tirşik netê" da xortekî wefadar, qedirzan, bi naznavê ”mirovekîrind” li ser min û bloga min Hindik-Rindik çend gotinên ez gelkî dilşa û serbilind kirim nivîsîye, gotiye:
”Tiştekî 9 sal berî niha bû, ev blog hindik maye 20 saliya xwe jî biqulibîne.
Meriv ne nûçeyan, ne jî tiştekî din bixwîne, hema bi tenê Zinarê Xamoyî bixwîne
têr dike. Her roj li ser tiştekî dinivîse, Xwedê umrê wî dirêj bike. Bira başî
û xweşî para wî be.”
”Pîroz be. Nivîsandina blogan bi kurdî bi rastî jî karekî pir girîng û hêja ye. Û ev kar wekî edet be û demeke dirêj, wekî 10 salan bê domandin pir xweş e.”
Bi van rêzên jorîn ne mimkûn e nivîskarek dilşa nebe. Ji bo nivîskarekî bextewariya herî xweş, herî mezin xwendevan ji nivîsên wî, ji berhemên wî hez bikin û xebata wî teqdîr bikin.
Pir kêm be jî carnan camêrên fena van herdu xortên wefadar, qedirzan
blogeriya min a 19 salên bênabên dibînin, teqdîr dikin.
Dilnexwazên min ji dilxwazên min pirtir in, dijminên min ji dostên min pirtir in, ez wer texmîn dikim. Kumê rastan tim qetyayî ye, lê serê wan bilind e.
Lê belê hindik be jî, bi taybetî di nava ciwanan, xortan da xwendevanên min, hezkiriyên min hene û ne hindik in. Ev yek hêzê û enerjiyê dide min.
Ez blogerê kurmancî yê pêşî me, di sala 2007a da min dest bi blogeriyê kir. 19 sal in min bênabên, hema hema her roj(nexwşî û demên rêwîtiyê ne tê da) nivîsek, hin rojan 2-3 nivîs nivîsîne. Salê tê bloga min dibe 20 salî.
Heta nuha min tam 10778 nivîs di bloga xwe da nivîsîye. Îstîkrareke nêzî 20 sal û 1o778 nivîs ne karekî hindik e.
Xebata min, nivîskariya min di 2007a da dest pê nekir, min di sala 1980î da di rojnameya Armancê da dest nivîsandinê kir, 46 in bênabên dinivîsînim.
di 19 salên blogeriya xwe da min ne rêzek bi tirkî nivîsîye, ne jî şiroveyeke bi tirkî qebûl kiriye. Di Facebookê û platforma Xê da jî xwediyê eynî prensîbê me; di malperên min da tirkî qedexe ye.
Heger bikanibim dixwazim salê tê, di 20 saliya bloga xwe bi hawakî pîroz bikim û hin nivîsên bijare di wek kitêb biweşînim. Kane 2-3 cild bin.
Feqet ez bi tenê nikanim, yanî dil heye, lê taqet tune ye, dibê hinek xwe bidin ber vî karî, ezê jî bibim pîbarê wan.
Min dirêj kir, careke din gelek sipas ji bo wan herdu xortan. Û ji sipas ji bo Omer Farûk Baran jî. Çimkî wî ew nivîs di ”tirşik netê” da dîtibû û haya min pêxist. Ne ew bûya haya min jê çênedibû.

Silav û rêz mamoste. Heta niha di vî blogê herî hindik min 300 nivîs xwendîne. Li gor dîtina min piranîya wan mijarên sîyasî û wêje ne. Çend salên ez bi kêfxweşî dixwûnim. Lê ez hêjî nivîsek li ser arkeolojî û dîroka me ya winda nedîtîye. Û nivîsek jî li ser futbola Kurdî jî nedîtîye. Gelo fikr û ramanên te li ser vî mijaran çi ye? Xwezî carnan jî li ser van mijaran jî te binîvîsa. Silav û rêz. Hezkirîyek yê te. Jî bajarê sar silav. M. R.
SvaraRaderaKêfxweş bûm ji bo ku tu xwendevanekî min î, kêfa te ji nivîsên min rat ê.
RaderaEz ji arkolojiyê tiştekî fêm nakim. Meseleyên jê fêm nakim xwe tevê nakim.
Ez ji futbolê hez dikim, temaşe dikim û min hin caran jî li ser nivîsîye.
Gava taximên me bi ser dikevin kêfxweşiya xwe tînim zimên û fikrê xwe li ser dibêjim. Qey bala te nekişandiye.
Futbola kurdan bi pêş keve me û tirkan ji hev digerîne. Wê demê ji dêlî kurd bibin piştgirên taximên tirkan ewê taximên xwe biparêzin.
Heger îdara taximan nekeve destên merivên xerab, di destên kesên kurdperwer de bin, futbol kane ji nasnameya kurdî ra xizmetê bike. Wek Barselonayê.