22 maj 2026

Fotografek û hinek nostaljî


Nostaljî xweş e, dilê meriv, hestên meriv wek mihîneke kihêl radike pêdarê, dilê meriv geş dike, meriv noqî derya xeyalan dike.

Hey gidî dinya xemrevîn û derewîn. 6 sal berê ez li warekî din bûm, di xanîyekî xweş, bi hewş û bi bexçe da bûm. Wek mîran li hewşa xwe rûdiniştim, min nigên xwe davêt ji ser hev da û qahwa xwe ya kurdî bi kêf û zewq vedixwar.

Nuha li warekî din im, di hundur xaniyekî çardîwarî da me, ne hewş heye, ne bexçe heye. Li vî rismê xwe yê 6 sal berê dinêrim û bi hesret wan rojên borî tînim bîra xwe...
Tiştê ji wan rojan min ra ma tenê nostaljî ye...

Nostaljî, hesret û bêrîkirina demên borî ye. Meriv rojên berê, bîranînên xwe yên xweş, yên zarokatiya xwe, yên cîh û warên berê, serpêhatîyên xwe bi dilbijokî tîne bîra xwe, di dilê xwe da his dike.

Bîranîn, hest hemû ne şîrîn û xweş in,  tevlihev in, şêrîn û tal in; him meriv dilşa dikin, him jî xemgîn dikin.

Bi dîtina rismekî xwe yê kevn, guhdarkirina stranekê carna meriv kêfxweş dibe, carnan jî xemgîn, dilkovan dibe.

Di rojên dijwar da, dema meriv bi tenê dinîne, ya jî rastî rismekî xwe kevn, mektûbeke xwe tê meriv noqî derya xem û xeyalan dibe, rojên borî wek fîlmên fîlmekî tên ber çavên meriv.

Nostaljî nexweşiya hesrata welêt û rojên borî ye. Teknîka dîgîtal rojên borî tim tîne bîra me, nostaljiyê tim teze dike.

Bi xêra nostaljiyê hestên meriv radibin pêdarê, meriv teşwîqî nivîsînê

dike. Heger îro Facebookê ev risim nîşanî min neda, îlhama vê nivîsê

bi min ra peyda nedibû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar