Kekê Zîya Avcî îro li Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî wergera xwe, kitêba Prof. Marûf Xeznedar ”Dîroka Edebîyata Kurdî” da nasîn.
Dîroka Edebîyata Kurdî berhemeke pir hêja ye, beşekî xezîneya edebîyata kurdî ye. Prof. Marûf Xeznedar piştî xebeteka salan ev 7 cildên giranbiha dîyarî kitêbxaneya kurdî kiriye. Mala camêr ava be, gorra wî nihuşt be.
Dibê em sipasî kekê Zîya Avcî jî bikin ev kitêba ansîklopedîk ji soranî kiriye kurmancî.Zîya Avcî heta nuha gelek berhemên pir muhîm ji soranî kirine kurmancî. Xebata wî hêjayî pesin û teqdîrê ye. Li gel nerehetiya xwe wek mûriyan dixebite.
Sipas ji bo weşanxana Nûbiharê jî ev kitêb bi çapeke xweşik çap kiriye.
XXX
Me xaniyê xwe yê em pir jê hez dikin ev çend roj in daye
destê delêl. Îro roja nîşandanê bû, du malbat hatine lê nêrîne. Duduyên din jî
nikanîbûn werin, belkî di nava heftê da werin lê binêrin.
Du sê sal berê bûye bikirê(mişterî)ewê pir bûna.
Lê bihayê xanîyan pir ketîye,
bi taybetî li herêma xanî bûne ax, ji sedî 20 erzan bûne.
Me xanî kiriye, hêvî dikim yê me zû were firotin, em perîşan nebin.
XXX
Me bihara xwe çavînokî kir. Tenê du rojan ajot. Du roj berê
li Stockholmê 18-20 derece germ bû, ji do da ye germîyan daketiye 2 dereceyê,
bi şev di binê sifirê da bû.
Me kalorîferên xwe girtibûn, ji do da ye me zivistan bi paş
da anîye, kalorîfer wer li ser 4-5 derecê ye.
Swêd wiha ye, ji nişka ve germ û sar dibe, dibê meriv tim
hazir û amade be.
Meha nîsanê pîşikên wê yên wiha pir in.





Inga kommentarer:
Skicka en kommentar