08 april 2025

Dijminatiya gotinên erebî zirarê dide kurmancî

Însan çiqasî nezan be hewqasî zû û rehet di bin tesîra xelkê da dibmîne û di tiştên şaş qebûl dike, diparêze.

Însan çiqasî nezan be hewqasî rehet gotinên bi sedsalan e di kurmancî da hene, bi sedan berhem pê hatine nivîsîn, her kurd wan fêm dike û bi kar tîne davêjin, di dewsa wan da hin gotinên naylon, sentetîk bi kar tînin. 

Vî karê xwe yê şaş û bi zirar jî wek kurdperweriyekê, wek hezkirina ji kurmancî dibînin û diparêzin.
Ji wan wetnê karek baş dikin.

Bi vî karê xwe yê şaş dibin sebebê xelk ji kurmancî fêm neke, tiştê tê nivîsîn nexwîne.

Tiştê meriv jê fêm neke meriv jê hez nake û naxwîne.
Ya muhîm tiştê meriv dinivîsîne li gorî sentaksa kurmancî be û piraniya civatê jê fêm bike. Îro ji me ra ev lazim e, dibê kurd fêrî xwendina kurmancî bibin, jê fêm bikin.

Hin gotin erebî ne, farisî ne, îngilîzî, fransî ne zêde ne muhîm e. Di her zimanî da gotinên biyanî hene. 

Ne rast e meriv gotinên erebî ji kurmancî bavêje û di dewsa wan da gotinên naylon, bêkok û bêasas çêke. 

Çêkirina gotinan ne karê her kesî ye, ne karê rojnamevanê xeberekê dinnivîsîne. Kesên zimanzan dibê vî karî bikin. 

Gotinên çêdibin dibê bingeheke wan a etîmolojîk hebe, ne tercume be, ne bêbingeh be.
Ya din hin gotin hene kes naguherîne, her kes bi kar tîne. Telefon, radyo, telewîzyon û gelekên wek wan.

Di nabêna salên 1960-1970´î da li Kurdistana Bakur etar, kesên tiştên kev dikirîn li gundan digerîyan, feraxên naylon, elemînyon bi feraxên, bi fera û folên sifir dugeherandin. Leganek naylon bi leganeke sifir diguherandin.

Yanî wek tu zêr bi paqir biguherînî. Ya jî hespa xwe bi kerekê biguherînî.
Kesên hin gotinên kurdî ji ber ku erebî ne davêjin û di dewsa wan da hin gotinên berradayî çêdikin, bi kar tînin, ew jî eynî wek kesên feraxên sifir bi yên naylon, elemînyon diguhertin, nezanîyeke mezin dikin, zirareke mezin didin kurmancî.

Meriv edebîyatê nake ”wêje”!
Meriv îxracatê nake ”hinarde”, îtxalatê nake ”hawirde”!
Meriv tursît nake ”geştîyar”.
Çi nav li turîzmê, li herêmên turîstîk kirine ez wî ya nizanim.

Kî çatopato fêrî nivîsîna kurmancî dibe tavilê li gotinên naylon digere û wan bi kar tîne.

Rûpela Rûdawê di vî warî da roleke pir xerab dilîze, di xeberên xwe da gelek gotinên sûnî, xelk jê fêm nake bi kar tîne.

Min çend caran ev yek rexne kir lê pere nekir. Kurdên başûr û rojavayê Kurdistanê pir li dijî gotinên erebî ne. Ev jî ji bo kurmancî şêleke şaş e û bi zirar e.

Zal Mazî di platforma X´ê li ser minaqaşa min û kesên heyranên gotinên naylon, bêasas in çend gotinên muhîm gotiye. Ez komentara wî bi destûra wî li jêr parve dikim:

Zal Mazî:

"Bi giştî ez jî xwedîyê vê rayê me. Terikandina peyvên ku bi sedan salan likar in, ji xesarê pê ve hîç faydeyekê nade. Em bi peyvan difikirin. Heke derb li peyvan bikeve, bi eynî şidetê derb li zêhn û kapasîteya tefekurê jî dikeve. Heke merema te zimanekê besît be, problem nîne

Lê heke te niyet e ku zimanekî di her warê jiyanê de bi kar bînî, wê gavê ne qabil e ku tu peyvên biyanî neemilînî. Ji vê jî mihimtir, ne karekê aqilane ye ku mirov mîrata xwe ya zimanî -weke mîratxwerên ehlê kêfê- bide ber bayî û bingehê hebûna xwe dînamît bike.

Jinavbirina nûansan, wî zimanî nîvkuştî dike. Mîna,
•RÊZ: misra (nezm), setir (nesir), sef, qor...
•TÊKILÎ: minasebet, eleqe, rebt, rabite, îrtibat, nisbet...
Divê em zimanê xwe teng nekin, mîrata xwe ya zimanî berba nekin. Xaseten ji bona miletekê mîna me ku zimanê wî hem wasiteya bîrewerkirinê ye û hem sebeba berdewamkirina hebûna xwe ye ev xusûs ji hed zêde xwedîehemiyet e."

XXX

Mala te ava be Zalê hêja. Bi van gotinên te yên li ser zimanê me, kultura me pir kêfxweş bûm. Yên wek te li hemberî vê talana û qetla hin kes bi zimanê me dikin dibê bêdeng nemînin. Ez ne zimanzan im, lê ji zimanê xwe hez dikim.Lema li hemberî tehrîbata dibe dikim qîrîn û hawar !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar