09 mars 2025

Heta ku tirk mirinê nebînin ewê bi tayê razî nebin

Ev nivîseke min a 18 sal berê ye. 18 sal berê hedefa tirkan xerakirina Kurdistana Başûr bû, giraniya xwe, enerjiya xwe dabûn ser wê hedefê. Lê nuha têkbirina Kuridistana Başûr hîştine demeke din, hedefa wan a nuha Kurdistana Rojava ye. Bi çete û cîhadîstên ereb ra dixwazin Kurdistana Rojava ji ortê rakin. 
Di hewildana xwe ya ser Kurdistana Başûr da çawa bi ser neketin, di êrîşên xwe yên ser Kurdistana Rojava da jî ewê pûş bikutin, bi ser nekevin.

2007-07-01

Diyar e tirk wisa bi rehetî dev ji Kurdistana azad û kurdên başûr bernadin. Beyana dawî ya Wezîrên Karê Der Abdullah Gul jî nîşan dide ku tirkan ji bo êrîşeke berfirah gelek amadeyiyên mezin kirine.

Gul di 30-ê hezîranê da, di hevpeyvîna xwe ya bi nûnerê rojnameya Starê yê Enqerê Şamîl Tayyar ra dibêje, “wan(hikûmet) û Sererkanê Giştî Yaşar Buyukanit ev mesele bi teferûat girtine dest û hemû amadeyîyên pêwîst temam kirine.”

Li ser pirsa “ev teferûat çi ne?”, Gul dibêje:

-Ji Senaryoya herî biçûk bigre heta bi ya herî zor, tiştê emê bikin hemû diyar in. Û hemû jî hatine tesdîqkirin.

Dîsa li ser pirsa, ” gelo biryar di civîna MGK-ê(heyeta millî ya ewlekariyê) da hate girtin?”, Gul dibêje, na. Biryara hukûmetê ye, talîmata birêz Serokwezîr e.

Bi van gotinên Gul jî careke din xuya dibe ku dewleta tirk ji bo ku rê li ber referandûma Kerkûkê bigre dixwaze êrîşê bibe ser Kurdistanê. Û ji bo vê êrîşê jî wek hukûmet him biryara xwe dane û him jî hemû haziriyên xwe kirine.

Di vî  warî da wek ku hin kurd îddîa dikin, tu dubendî di nabêna hukûmet û artêşê da tuneye.

Gotinên Gul yên jor jî îspata vê yekê ye.

Şerê di nabêna leşker û hukûmetê da ne li ser mesela êrîşbirina ser Kurdistana azad e. Şerê pavekirina îktîdarê ye.

Di mesela kuştin û bindestkirina kurdan da di nabêna artêşê, CHP-ê, MHP-ê û AKP-ê da bi qasî serê derziyê jî ferq tuneye. Hemû jî dixwazin kurd li her derê bihelin û wek milet ji ruyê cîhanê rabin.

Pir mixabin di mesela kurdan da çend grûbên çep yên biçûk ne tê da hemû partiyên tirkan xwediyê îdeolojiyeke faşîst in.

Dibe ku di nava hukûmetê da hin kurd li dijî êrîşê bin, lê di asta hukûmetê da tu giranî û qîmeteke vê dijayetiya wan tuneye.

Ew kesên ku li ser îşxalkirina Kurdistana Federe, di nabêna hukûmet û leşkeran da dijayetiyê dibînin tenê xwe dixapînin û bi vê dîtina xwe ya bê bingeh jî nîşan didin ku wan ji siyaseta tirkan ya înkar û îmhayê tiştek fêm nekirine.

Tirk, hebûna Kurdistana Federe û paşdagirtina Kerkûkê wek destpêka rizgarbûna Kurdistana Bakur dibînin. Loma jî ew tu ferqê naxin nabêna rizgarbûna başûr û bakurê Kurdistanê.

Siyaseta wan divê kurd li tu beşekî Kurdistanê jî nebin xwedî mafên netewî û xwedî dewlet.

Ji bo xelasnebûna kurdan, tirk îro amadene her dînîtiyê bikin.

Heta şerekî mezin jî.

Divê em kurd vê nêt û biryara tirkan pir ciddî bibînin û li gor wê xwe amade bikin.

Tiştê îro xuyaye tu hêz tenê bi riya dîplomasiyê, îqnayê ya jî bi pişo pişoyê nikane biryara tirkan ya êrîş û şer biguherîne.

Tenê zor dikane wan rawestîne.

Heta ku ew mirinê nebînin, bi tayê razî nabin.

Wezîrê Derve yê Îraqê Hoşyar Zebarî jî ev nêta tirkan baş bêm kiriye. Zebarî bi rengekî pir vekirî dibêje.

-Ji ber hebûna hêzên pirnetewe, Tirkiye nikane têkeve nav axa Iraqê. Ger ne ev hêz bûya, tirk nuha ji zû da ketibûn nav axa Iraqê.

Tirk, ji bo êrîşa xwe ya ser Kurdistana azad, mesela tirkmenan û hebûna hin gerîlayên PKK-ê wek sebeb nîşan didin.

Dibêjin hêzên PKK-ê li çiyayê Qendîl şarge bûne û ji wir êrîşê tînin ser me.

Loma jî ji hukûmeta Kurdistanê û ji emerîkiyan dixwazin ku rê li ber çûyin û hatina hêzên PKK-ê bigrin û wan ji wir derxin.

Û xwedêgiravî ji ber ku emerîkî û kurd vê daxwaza wan bi cih naynin loma jî ew dixwazin bi vî karî rabin û PKK-ê ji wir derxin.

Esas divê meriv vê pirsê belovacî bike û ji dêlva ji tirkan ra bibêje:

-Çima hûn rê li ber nagrin?

Çima hûn dihêlin hemwelatiyên we herin sînorên welatekî din îhlal bikin?

Çimkî yên çûne ji ba we çûne, berî her kesî divê we nehîşta.

Wek tê zanîn PKK partiyeke Kurdistana Bakur e û hemû serokên wê jî hemwelatiyên Tirkiyê ne.Herkes dizane ku ji gerîlayên PKK-ê ji sedî yek jî ne kurdên başûr in.

Piraniyeke mezin kurdên Tirkiyê û beşek jî kurdên Îran û Sûriyê ne. Loma jî yên sûcdar di serî da Tirkiye û dû ra jî Îran û Sûrîye ye.

Hûn nikanin sînorên xwe biparêzin, sûcê xelkê çi ye?

Yên diherin û tên û ”sînoran” îhlal dikin ne kurdên başûr lê hemwelatiyên Tirkiyê ne. Divê dewleta tirk nehêle hemwelatiyên wê sînorê Kurdistana Federe  îhlal bikin.

Loma jî ya herî rast û bi heq ew e ku divê hukûmeta Kurdistanê ji ber van îhlalan Tirkiyê rexne bike.

Çimkî yên diherin û tên hemwelatiyên wan in. Berî her kesî, divê Tirkiye li sînorên xwe xwedî derkeve, ne hin welatên din.

Lê helbet her kes dizane ku sebebê şerxwaziya tirkan ne hebûna PKK-ê ya li başûrê Kurdistanê ye. Hukûmeta kurdistanê hemû çekdarên PKK-ê teslîmî tirkan bike jî, tirk dîsa dev ji kurdên başûr bernade.

Çimkî tirk li dijî hebûna miletê kurd in, ew dixwazin li ruyê cîhanê miletekî bi navê kurd nemîne.

Heger ma jî, divê li tu derê ne xwedî desthilat û dewlet bin, divê tim wek îro di bin destê xelkê da bin.

Hemû sebebên din behaneyên vala ne.

Ji bo çi tirk îro êrîşî ser Kurdistana Federe nakin?

Çend sebebên vê yekê hene.

Yek jê, bêguman hebûna hêzên pirnetewe û bi taybetî jî şêla Emerîka ye.

Heger tirkan, dudilî ya jî sistiyek biçûk jî di siyaseta emerîkiyan da bidîtana niha ji zûda ketibûn Kurdistanê.

Yanî sebebekî herî girîng tirsa ji Emerîka ye. Ditirsin ku  Emerîka carake din cewal têxe serê wan.

Helbet ev jî tirseke pir maqûl û pir jî însanî ye.

Sebebekî din jî tirkan hîn hêviya xwe ji karta tirkmenan, ji dîplomasiya êrîşkar û ji provakasyonên mezin qut nekirine.

Her ku dema referandûma Kerkûkê  nêzîk bibe dewleta tirk jî ewê van kartên xwe yek bi yek têxe dewrê.

Ewê li hember kurdan dîplomasiyeke pir şerxwaz û bê kompromîs bimeşînin.

Ewê li Kerkûkê bi tirkmen û erebên Baasî teşxele û bûyerên  pir mezin bidin derxistin. Bi kêmasî ji bo vê yekê ewê bixebitin.

Ewê hewil bidin ku li Kerkûkê provakasyon û sabotajên pir mezin bikin.

Dema vana hemûyan pere nekir, wê demê buhayê wê çi dibe bila bibe ewê bi hêzeke pir mezin têkevin axa Kurdistana Federe. Ji bo êrîşeke wiha leşker, hukûmet û hemû mixalefet hemfikir in. Nêt û haziriya wan ev e.

Ji sedî nod û yekê miletê tirk jî li pişt vê êrîşê ye. Bi dil û can dixwazin ku artêşa wan koka kurdan biqelîne.

Ne Yekîtiya Ewrûpa û ne jî Neteweyên Yekbûyî dikane vê êrîşa tirkan rawestîne.

Tenê hêzek dikane, ew  jî Emerîka ye.

Heger tirk bizanibin ku ew û hêzên Emerîkî jî ewê werin hember hev a wê demê dikanin cesaret nekin û li ser dêla xwe rûnin.

Yan na zû bi zû dev ji kurdan bernadin.

Lê divê em ji bîr nekin ku dewleta tirk ya kemalîst û faşîst îro ketiye ber sikratê, rojên xwe yên dawî dijî, bi êrêşeke wiha kurd dikanin mirina wê zûtir bikin û bigihîjin azadiya xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar