Jiyana min îro guherî, ket kerasekî din. Ji îro pê da ez û xanimê tenê bin. Zar û zêç, xort kes li ba me nema. Êdî ez û xanimê hevdu îdare bikin.
Zarok giş bi firê ketin û çûn. Yê dawî jî îro bar kir, got bi xatirê we.
Heta nuha xortê me Serhat Arda li ba me dima.
Îro wî jî bar kir, çû bajarê Västeråsê. Li wir ji xwe ra kar û xanî dît. Pir baş bû, ew jî, em jî pir kêfxweş in.
Dîtina zewaca zarokên xwe, barkirina wan a ji malê hestekî xweş dide meriv.Ji
bo wan jî, ji bê dî û bavê jî qonaxeke nuh e û xweş e.
Mayina di mala dê û bavê da meriv ji zaroktiyê xelas nake.
Piştî meriv ji mala dê û bavê xwe bar dike, dibe xwedî mal, meriv xwe mezin hîs
dike, ji bin minetê dê û bavê derdê, dibe mêrê mala xwe.
Do ez li mal ketim, newqa min li kartoneke hişk ket, min parsuyê xwe yê çepê
pir êşand. Do pir xerab bû, ditirsiyam parsu şikiya be. Îro hinekî baş bûye. Melhema
Voltarenê tê didim.
Lê dîsa jî nikanim serbest hereket bikim. Dema dikuxum pir diêşe.
Heger heta sibe baş nebe ezê her ser tuxtor.
Sala nû ji bo min baş dest pê nekir, hêvî dikim xerabtir nebe.
XXX
Tirk ketine panîkeke mezin. Dîsa li ber xerîteya Kurdistana
Rojava sekinîne û bi darikên di destên xwe da vira û wira îşaret dikin, ji hev
ra dibêjin ewê kurdan çawa ji derên zer kirine paqij bikin.
Kîn û nefreta ji kurdan civata tirk dîn kiriye, kiriye
paranoyak.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar