Bi baweriya min, sebebê heta nuha em nebûne xwedî dewlet ne
ji ber pirbûn û xurtbûna dijminên me bûye, ji me da ye, ji ber bêtifaqiya me
ye.
Heger sed sal berê serokên me jî wek ên tirk û eraban jîr, jêhatê, kurdpewer bûna kanîbûn bibin xwedî dewleteke netewî. Lê piraniyê nexwest, lema jî man bindesd.
Îro jî eynî tarîx dubare dibe. Li başûr û Rojavayê Kurdistanê serokên kurdan dikin dîsa Kurdistana serbixwe çênekin, kurdan bindest bihêlin.
Lê vê carê ewê bindestîyeke ebedî be, emê jî bibin wek asûrî, suryanîyan û hêdî hêdî biqedin.
Dema fersenda serxwebûna hatiye ber deriyê me, piraniya eşîr û serokên kurdan dewleteke serbixwe nexwesitina, piranî bûne hevalên osmniyan, tirkan, ereb û farisan.
Di Şerê Cîhanê yê Yekê da firansiz û îngilizan xwestin dewleteke kurdan jî
çêkin, lê piraniya serokeşîrên kurdan qebûl nekirin.
Nûnerên Fransa û Îngilterê çûn ba kîjan serokeşîrî piranî li dij derketin, bûn
hevalên ereb û tirkan.
Li Rojavayê Kurdistanê bi tivingên tirkan dîyarî wan kirin şerê kurdan kirin,
gotin, di vê roja teng da em bêbextiyê bi birayên xwe yên misilman, ereb û tirk
ra nakin, em nabin hevalê gawiran, Fransa û Îngilstanê.
Îro jî li başûr û rojavayê Kurdistanê fersenda çêbûna dewleteke kurd heye, lê gelek
siyasetmedar û serokên kurdan, hinekên wan eşkere, hinekên wan jî bi dizî hevalên
tirkan û ereba in, li Kurdistana Rojava piştgiriya çêbûna serxwebûna kurdan
nakin.
Tiştê serokên kurd dikin, dibêjin meriv jê şerm dike. Ji nûnerên miletekî
bêtir, wek abûqatên Tirkiyê û Sûriyê dipeyivin.
Serokên kurdan yên îro pir xerab in, navî giran e, lê warî wêran e.
Wek nûnerên miletê kurd yekîtiya xwe çênakin, serxwebûna miletê xwe naxwazin.
Yanî wek sed sal berê dîsa şertên çêbûna dewleteke kurd çêbûye, dinya, dewletên
mezin piştgiriya vê yekê dikin, lê serokên kurdan bê bêtifaqiya xwe, bi şer û
nakokiyên nabêna xwe çêbûna dewleteke kurdî red dikin.
Piraniya wan ne layiqî
nav û kursiyên xwe ne. Nezan in, tirsonek in, ne nasyonalîst in, hevalên dijmin
in, miriyên kursîyên xwe ne. Gelekên wan di emrê tirkan da ne.
Yanî bêtalihiya miletê me tunebûna serokên baş in, yên hene yek jî ne yê vê
demê û vî karî ne.
Lema îhtîmal heye vê carê jî ev fersana hatiye ber deriyê me, Amerîka, Fransa, Ewrûpa piştgiriyê didin serxwebûna me, lê serokên kurdan ne girêdayî dewletên dagirker in.
Lema jî bi lez tifaqa xwe çênakin, li Başûr û
Rojava gavên berbî serxwebûnê da navbêjin.
Sûc ne yê xelkê ye, sûc yê me ye, yê serokên xwedî hêz, xwedî pêşmerge, xwedî
bi hezaran gerîla ye.
Heger serokên kurdan bixwazin di demeke nêz da li başûr û rojava kurd ewê azad
bibin. Heger nebin sûcdar serokên partiyên xwedî hêz in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar