Di telewîzyona Swêd da, di hin parvekirinên medyaya sosyal da li tofana li Îspanyayê, li bajarê Valencîyayê temaşe dikim, ji tiştê dibînim nikanim bawer bikim. Matmayî dimînim, gurrûzî digire canê min.
Tofana Nûh tîne bîra meriv. Barana Tofana Nûh çel rojan, bi şev û roj bênabên barî bû, lehî rabûbû, çiya û derya gîhandibûn hev.
Li gorî xeberên ajansan 158 kes mirî hatine dîtin, lê gelek kes hîn wenda ne. Tirs heye ev jimar zêdetir bibe.
Barana Valencîyayê tenê 8 seeta barîye, lê bi qasî barana salekê barîye.
Lehîyek wer rabûye hey hewar, bajar daye ber xwe, bi hezaran wasîteyên biçûk û mezin wek lîstokên zarokan, wek qirş û qal di ber çûne.
Bajar wêran bûye, rê, pira, gelek avahî xera bûne.
Mezinên me ji avê û ji êgir pir ditirsiyan, digotin debar li avê û li êgir nabe.
Bi rastî jî were ye, tu kes nikane lehiyê bisekinîne. Me ev yek du roj berê li Îspanyayê dît. Hewa guherîye, di van salên dawî da tofanên wiha li gelek welatan çêdibin. Dibê însan jî xwe biguherînin, hin tedbîrên nuh bigrin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar