Çaxa meriv zaroke dixwaze zû mezin bibe, bizewice, bibe xwedî zarok, bibe xwedî mal û kar.
Mezin dibe, dizewice, dibe xwedî zarok, dixebite, pera kom dike, hêdî
hêdî extîyar dibe, diweste. Ji kar of dibe, dixwaze jê xelas bibe, rehet bike, êdî westa xwe bigire.
Vê carê jî dibêje yaho xwezî teqawid(xaneşîn)bûma, minê ji xwe ra rehet
bikira, ezê her sibe bi zirîna seetê ra ji xew hol nebûma, bi çavên nîv li xew nereviyama kar.
Dilê min kînga bixwaze wê çaxê ji
xew radibim, ne mecbûr im birevim kar. Kêf kêfa min e.
Lê piştî çend salan, gava dibîne nêzikî dawiya rê dibe, gelek êş û nexweşî
rehetiyê nadinê poşman dibe, bîriya zaroktiyê û xortaniyê dike. Hesret û kesera
xortaniyê dikşîne, dibêje law xwezî nuha dîsa zarok bûma, xort bûma, hewqasî ne
extîyar û kokim bûma, ne xwediyê hewqas kul û derd bûma.
Û di vê kêliyê da kilama "Xwezî dîsa zar
bûma, pêxwas bêşal bûna" tê bîrê, dest pê dike ji deng Delîl Dîlanar li kilama Xwezî dîsa zar bûma
gudarî dike.
Xwezî sibê zû şiyar bûma
Pêxas û bêşal bûma
Ling terikî lêvên zuha
Xwezî dîsa zar bûma
Li hespê kinik sîwar bûma
Ji çîyê berwar bûma
Bimama bê nav û deng
Her tek tenê zar bûma.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar