Hin caran tu çiqasî xwe bêhêvî û nebextewar his bikî jî dibê tu dev ji jiyanê, ji micadelê, ji berxwedanê bernedî.
Çimkî ya mift û belaş diyarî te bûye tenê jiyan e. Dibê tu heqê wê bidê, wê
bijî û dev ji îdealên xwe bernedî.
Tu çiqasî zor û zahmetiyan bikşînî jî, carnan bilikumî jî, bikevî, rabî jî
tiştekî tim te bi jiyanê va girê dide heye.
Ew jî hêvî ye, dibê tu qet bêhêvî
nebî û vê yekê dewrî nifşên li pey xwe jî bikî.
Em kurd mecbûr in xwedî îradeyeke polayî bin û tu carî hêvîşikestî nebin. Azadiya me girêdayî baweriya me yî pola û îstîkrara me ya di xebatê da ye. Em çiqasî bikevin, rabin jî dibê em dev ji micadala xwe bernedin.
Herêma me dikele, halê herçar dagirkerên welatê me pir xerab e, di her warî da
ji her demê bêtir zeîf ketine.
Heger serok û rêberên me jîr bin, bi tifaq bin îhtîmala azadî û serxwebûna me
pir mezin e. Dibê meriv bêhêvî nebe.
XXX
Yahûdî dibêjin Xwedê Quds daye me, em nadin kesî
Misilman dibêjin Quds Qibla me ye, Xwedê wek qible daye me,
em nadin kesî.
Xiristiyan dibêjin riya Hz. Îsa ji wir derbas bûye.Ew der ya
me ye, em nadin kesî.
Tu dibêjî belkî Xwedê perçeyek erd firotiye sê kesan.
Esas heqê kurdan jî heye bibêjin Quds ya me ye. Çimkî
Selahedînê Eyûbî di sala 1187´a da Quds ji Xaçparêzan girt. Bi saya vî
qumandarê kurd Quds ket destê misilmanan.
Lema bi qasî xiristiyanan, cihuyan û misilmanan, heqê me
kurdan jî li ser Qudsê heye. Dibê em kurd jî şirîkê wî bajarî bin.
XXX
Hin însan bi salan ra baqil û kamil dibin, hin jî dixirifin,
dibin ji zarokan jî xerabtir.
Di medyaya sosyal da meriv rastî gelekên wiha tê, kenê meriv
bi halê wan ê perîşan tê. Hinek jê nas in, meriv pê xemgîn dibe, lê nabe meriv
tiştekî bibêje. Her kes ji aqilê xwe razî ye.
XXX
Teşbîheke însên ya wiha jî heye:
-Însan di bîst saliya xwe da teyrê tawis, di sîh saliya xwe
da şêr, di çel saliya xwe da deve, di pêncî saliya xwe da mar, di şêst saliya
xwe da kûçik, di heftê saliya xwe da meymûn, di heyştê saliya xwe da jî ne tu
tişt e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar