Îro li Stockholmê roj xweş bû, li dora 12-14 dereceyê germ bû. Min û xanimê biryar da em ji Alby, ji mehela xwe derkevin, herin li dereke din bigerin.
Em çûn cî û warê xwe yê 21 sal berê Årstayê.
Dera meriv demakê lê dimîne, çend salan li wir dijî dibe wek warekî meriv. Carnan meriv dixwaze here bibîne, hela ka çi guherî ye, çi hîn wek xwe ye.
Me çû dît. Em çûn ber xaniyê xwe yê em 14 sala tê da man.Me bîstekê bala xwe dayê. Me ji hev ra qala hin bîranîn xwe kir.Derdora xaniyê me pir guherîye,
gelek bînayên nuha lê çêbûne, jêvajorî li me daket.
Dewsa bîstanê me bûye xanî. Nexweşxana xanim demakê lê xebitî hîn heye, bûye ciyê kal û pîra. Seha Serhat û Rojen lê top dilîst xera nebûye, ew jî hîn hebû.
Li sentrûmê çend dikan hatine girtin, bûne tiştekî din. Du, sê aşxaneyên nuh vebûne, giş xerîb bûn.
Çend sal berê jî me carê riya xwe bi wir xistibû, lê em zêde lê negerîyabûn. Vê
carê em 3-4 seeta lê gerîyan.
Em rastî pastexaneyeke nuh hatin. Me jê nan û paste kirî û bi xwe ra anî mal.
Pastexaneyeke pir xweş bû.
Carnan çûna derên din nostaljiyeke xweş e. Em ji gerra xwe kêfxweş vegerîyan
malika xwe. Me çend risim girtin lê rismê me reş derketibûn, min avêt.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar