22 september 2023

Me kurmancî kiriye dîwarê graffîtiyê

Her sal çend kitêbên giramerê û li ser "rastnivîsa kurmancî" çap dibin. Di kurmancan da kurmancî bûye wek qadeka pêşbirkê, mijareka misabaqê.

Ez qala minaqaşeyên, nivîsên di medyaya sosyal da nakim, jimara wan bêhed û bêhesaab in.
Tu çi dinivîsînî hinek kêmasiyekê, şaşiyekê, çewtiyekê di zimanê da dibîne, dibêje ev peyv ne wek te nivîsîye, wiha tê nivîsîn.
Gava tu îtîraz dikî, zimanzanekî, kitênbeke îmlayê, rastnivîsê şahid nîşan dide, dibêje filan zimanzanan wiha nivîsîne.

Her kesê hema hinekî fêrî nivîsandina kurmancî dibe, piştî demekê kitêbeke "rastnivîsa kurmancî" dinivîsîne. Ya jî dest bi dersdariuya kurmancî dike.

Ya xerab û ya serê meriv gêj dike, mejiyê meriv diçelqîne her kitêbek li têlekê dixîne, rastnivîseke ne li gorî ya din pêşkêş dike, wek xwendevan meriv gêj dibe.

Salê bi qasî kitêbên li ser îmla, gramera kurmancî çap dibin roman, çîrok, şiîr çap nabin.

Kurmancî bûye wek maketa xwendekar li ser fêrî anatomiya însên dibin, her zimanzanek hawakî nivîsînî pêşkêş dike.

Ez bi xwe bala xwe zêde nadim wan, çimkî min gêj dikin, kurmancîya ez zanim jî ji tevlihev dibe...

Naxazim tiştê zanim jî tevlihev bikim, xera bikim.

Hinek dibêjin ”ez diêm”, hinek dibêjin ”ez têm”, hinek jî dibêjin ez dihêm”.
Mîr Celadet û piraniya kurmancan, em jî di nav da, dibêjin ez têm.
Lê pêşniyara hin zimanzanan û ya Weqfa Mezopotamyayê ”ez dihêm” e.
Ev tenê numûneyeke, bi sedan numûneyên wiha hene.

Di wergerên ji zimanên din da jî wek hevî tune ye. Her kes bi hawakî dinivîsîne. Hin kes dibêjin kurs, hin dibêjin qurs, hin dibêjin kûrs, hin jî dibêjin kors.
Heger wiha dom bike kurmanc ewê nikanibin ji hev fêm bikin. Jixwe ji nuha da ez ji zimanê hin nivîskaran, zimanzanan û Rûdawê fêm nakim.
Nîvhekîm meriv ji can dike, nîvmele meriv ji dîn dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE