Ez nizanim însan çawa debar dikin bi saetan xwe didin ber rojê, xwe diqimirînin, dikin sogilme.
Wek her roj em sibê zû ji mal derketin, me çû gerra xwe ya rojane kir. Piştî me
gerra xwe qedand, em 8 km meşiyan û hatin mal.
Min got hela ka îro ez jî bîstekê xwe wek
swêdîyan bidim ber rojê, bira ez jî bibim turîst.
Ez revîrevî reviyam ber siyê. Sî nihmeta Xwedê ye bavo, roj meriv dişewitîne.
Îro Stockholm 24 derece germ e, li ber rojê zêdeyî 30 derecî ye, meriv dibrije. Îro eynî wek germîyana Kurdistanê ye, meriv li ber rojê debar nake.
Swêdî ji bo ku herin xwe bidin ber rojê diçin welatan, pêşek pere mesref dikin. Bi Xwedê ji bo vê roja germ meriv naçe li welatan nagere. Meriv kane li hewşa xwe jî xwe li ber tavê biqimirîne.
Ez bi xwe ne yê vî îşî me, kêfa min ji tiştê wiha ra nayê, heval hebin, meriv bi hev ra be dîsa dibe.
Lê bi saetan xwe li ber rojê dirêj bike, bi Xwedê ne tu
hawe ye. Kî bike jî ez nakim. Nîvsaetek têra min dike, zêde yejî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar