20 juni 2023

Law bi rastî jî mêr mêran nas dike

Hin kes zanin pir xweş bikin, pir pesnê hev bidin. Hevdu wer mezin dikin, wer mezin dikin, bêyî peraşût difirînin, bi asîmanan dixin.

Gava dilê wan ji yekî ra dixwaze kêçê dikin deve, bi pesn û sena mêrik dikin Rustemê Zal, dikin siyasetmedarê bêemsal, dikin edîbê kurd ê herî mezin.

Şalûzî, şelafî ne karê her kesî ye, ew jî sinetek e, hunerekî amîgotiyê ye, kultureke siyasî ye.
Dibê şexsîyeta însên li gorî wê be.

Dibê însan ji amîgotiyê, ji şelafîyê hez bike, qerekterê meriv, şexsîyeta meriv li gorî wê be.

Lê dibê ev jî neyê jibîrkirin, heger kesên ji şelafan, ji amîgoyan hez dikin, destên xwe li pişta wan dixin tunebûna, şelaf û amîgo jî çênedibûn.

Çimkî şelaf, amîgo hunera xwe ji bo hinekên din îcra dike, heger bikirê şelafiyê, amîgotiyê tunebe ew jî çênabin.

Yanî herdu serî wek goşt û nenûkê ne, wek beroş û qapaxê ne, li hev tên, hevdu temam dikin.
Di cimatê da yekî pesnê xwe dida, got:

-Wele tiştê ez zanim di sûka Sêrtê da sê mêr hene: Yek pismamê min î Misto ye, yek xalê min î Ehmo ye û yê sisiya jî ez navê wî nabêjim, hûn tê derxin.

Cimatê çuqas israr kir jî navê yê sisiya negot, got ez nabêjim, hûn tê derxin.

Pismamê wî Misto jî di nav cimatê da bû, got:

-Ez zanim ew kî ye , bi Xwedê ew jî tu yî.

Xwediyê fortan got:

-Law bi rastî jî mêr mêran nas dike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE