Li wîlayeta Gîresûnê di lêpirsîna anketekê da, li ser pirsa ”Erdogan ya Kiliçdaroglu ?”
Jinika navsale bi hêrs gotiye:
”Erdogan, Kilaçdarogluyê çi, halê çi ?
Erdogan gundiyê me ye. Çi îşê kurdan li Tirkiya me heye?”
Jinik bûye tercumana hestên piraniya tirkan, piraniyeke mezin a tirkan wek vê
jinika gîresûnî difikirin.
Kurd dixwazin vê rastiyê ji nedî va werin,
lê tahl be jî rastî ev e, tirk naxwazin kurdek bibe serokê welatê wan.
Dixwaze
bira ew kurd xwe înkar bike, bibêje ez ji bav û kalan da tirk im.
Ew eslê xwe
înkar bike jî tirk dîsa jî baweriya xwe bi wî naynin.
Hin kesên çep, çend demokratên tirk vê rastiyê naguherîne, çimkî ew pir hindik
in, piraniya tirkan wek jinika gîresûnî difikirin.
Ji ber ku piraniya tirkan wer difikirin li dijî zulma li kurdan dibe dernayên, tu
carî piştgiriyê nadin micadela kurdan ya li dijî zulmê û azadiyê…
Jinika gîresûnî naxwaze kurdekî bêesil jî bibe serokê welatê wê, welatê wê
îdare bike.
Heta ne tenê dibê kurdek nebe serok, dibêje kurd ”li welatê wê” jî nemînin.
Lema gotiye: ”Çi îşê kurdan li Tirkiyê heye?”
Kurd tu carî wiha nefikirîne, nezanên kurd, jin û mêrên kurd, piraniya kurdan
tu carî negotine ”çi îşê tirkan li Kurdistanê heye?”
Heger gotibûna nuha em jî xwedî dewlet bûn.
Ji bo ku kurdan negotine ”çi îşê tirkan li welatê me heye?” em nebûn xwedî dewlet,
man bidest û koleyên wan.
Dibê kurd jî wek vê jinika gîresûnî bibêjin: ”Çi îşê tirkan li Kurdistanê heye
?”
Heta kurd wek milet viya nebêjin ewê tu carî ruyê azadiyê û serxwebûnê nebînin.
Dibê meriv dagirkeriya welatê xwe xweş nebîne, ji hevûna dagirkeran aciz bibe,
bixwaze wan ji wealtê xwe derxîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar