Pûlisên tirk li Mûşê bi gazê û bi guleyên rastîn êrîşî merasima cenazeyê Mîr Perwer kirine, nehîştine malbat cenazê xwe bi rehetî gorr bike. Cenaze bi darê zorê ji destê malbatê revandin...
Tiştekî pir ecêb e, tehamulî miriyên me jî nakin. Berra me
didin, me bi çolan dixin, li welatên xerîb me didin kuştin û dûra jî nahêlin em
miriyên xwe jî bi rehetî teslîmî axa sar bikin.
Zulmeke wiha, teroreka wiha nehatiye dîdin. Di gorrkirina miriyên me da jî me terorîze dikin.
XXX
Rejîma îslamî-faşîst tehamulî kincên me jî nake. Pûlisan li
Nisêbînê ji bo ku kincên kurdî li xwe kiribûn li du xortan xistin, kirin malê
mirinê.
Tehamulî kincên me jî nakin. Ji kincên me, ji girêdana me,
ji navê welatê me, ji ala me, ji kilamên me, ji zimanê me, ji navên me nefretê
dikin. Faşîzmeka wiha barbar tenê li Tirkiyê heye.
XXX
Hukûmeta AKPê, MHP Têirkiye û Kurdistan kiriye cehnimeyeke rastîn, êdî ewlehiya
serokê faşîstan jî tuneye, tê kuştin. Dijminatiya bi kurdan ra ewê rewşê hîn
xerabtir bike.
Terora siyasî, kuştinên siyasî ewê zêde bibin. Li Tirkiyê
saleke pir zor û mişt talûke li pê me kurda ye.
XXX
Serokwezîrê Swêd Ulf Kristersson û wezîrê karên derve Tobîas
Bîllstrom rozata ala tirk bi sîngên xwe ve kirine. Ji bo ku Erdogan destê xwe
li pişta wan xîne, bibêje ”eferim ji we ra”.
Min qet texmîn nedikir serokwezîrekî Swêd, wezîrekî Swêd li
hemberî dîktatorekî wek Erdogan xwe hewqasî jî daxînin, ji Erdogan ra hewqasî
jî şalûziyan bikin.
Di tarîxa Swêd da tu serokwezîrekî bi qasî Ulf Kristersson xwe hetikandibe, navê Swêd hewqasî xera kiribe tuneye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar