Bêxwediya Înternetê, medyaya sosyal dinya li me pir biçûk kiriye, çi li ku dera dinyayê diqewime meriv kane tavilê di telefona xwe da bibîne, bixwîne.
Tiştên meriv dixwaze bixwîne, bixwîne pir in. Lê meriv pê ra
nagihîne gişan bixwîne. Dema meriv naxwîne jî ji meriv ra dibe meraq û derd.
Lê meriv dixwîne jî carnan pê xemgîn dibe, ew jî dibe derd.
Yanî meriv dixwîne dibe derd, naxwîne dibe derd. Vê teknolojiya bêxwedî însan xistine sitreseke mezin, înformasyona bênabên, întensîv însên mest dike. Meriv ji pertav da dikeve.
Înformasyona zêde wek xwarina zêde ye, zikê meriv dêşîne. Wek vexarina zêde ye, meriv serxweş dike.Berê xweştir bû, ne telewîzyon hebû, ne Înternet hebû, ne
medyaya sosyal hebû, ne kompîtor û telefona desta hebû. Tenê radyo û rojname
hebûn.
Radyoyê jê di male her kesî da tunebû, rojname jî her kesî nikanîbû
bikiriya û bixwenda.
Xeberên, ilm û ulûmên devkê bûn, ew jê hetanî digihîşt
meriv meh û sal derbas dibûn.
Yanî serê însên vehesiyayî bû, sitres û ecela kesî tunebû.
Xeberên devkî bûn, cimat digeriya, şevbêrk çêdibûn, meriv dibihîst. Lê hewqas
ne pir, here were xeberek, du xeber bûn.
Lê nuha meriv rojê bi hezaran tiştan dibibihîze, bi hezaran
bûyer di ber çavên meriv ra derbas dibin.
Bi Xwedêmeriv gêj dibe. Meriv dixwaze
bixwîne û fikrê xwe bibêje, ya biecibîne, ya rexne bike, lê pê ra nagihîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar