Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1996-06-29
Min îro Serhat û Rojen birin Grona Lundê(Bexê zarokan). Di vê tahtîlê da ev cara pêşî ye em zarokan dibin derekê. Hewa ne xweş bû, bîstekê jî baran barî. Lê dûra vekir. Hefteyek tahtîla min maye, dibê em zarokan bibin çend derên din.
XXX
1999-06-29
Dawiya dawî biryara kurdan dipa, yanî biryara îdamkirina Abdullah Ocalan ji alî mahkima formel ve hat dayin. 75 sal berî nuha, îro, yanî roja 29ê hezîranê dewleta tirk, Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Diyarbekrê îdam kiribûn.
Diyar e dewletê bi qestî biryara îdamê xist vê rojê, ji bo
ku tirk herdu serkeftinên xwe yên li hember kurdan bi hev re pîroz bikin. Lema
jî di dîroka me de roja 29ê hezîranê rojeke reş e, roja şikestin û têkçûnê ye.
Ocalan bi hawakî gelkî sakin li biryarê guhdarî kir, tu
reaksiyaon nîşan neda.
Di dawiyê da axaftinek
kin kir. Dema mahkime qedya û ew bi paşde birin hundur ji miletê salonê
ra destê xwe li ba kir. Malbat û abûqatên alîgirê dewletê jî piştî biryarê gişt
rabûn ser piyan û bi hev ra marşa îstîqlalê xwendin.
Li derve jî gelek faşîst top bûbûn û biryar pîroz dikirin. Ji devê tirkan agir
dibarî, gişan bi yek dengî digot ”ji Ocalan ra mirin.”
Yanî ji kurdan ra mirin!
Tiştê tirk ji bo Evdila Ocalan dixwazin ji bo her kurdê welatparêz û azadîxwaz jî
dixwazin.
Li ber mahkimê hinekan jî digot bi saxî teslîmî me bikin ji bo ku em wî perçe
perçeyî bikin.
Ev jî kîn û nefreta tirkan ya li hemberî miletê kurd û doza Kuristanê ye.
Welhasil tirk ji însanîyetê derketine, giş xwîna kurdan, mirina kurdan
dixwazin. Bi îdama kurdekî, bi mirina kurdekî kêfa wan tê, dilîrînin û vê
mirinê wek cêjnekê pêroz dikin.
Tirkiye bûye cehnima rastîn û mirovên wê jî bûne zebanî. Îdeolojî dikane roleke
çiqas xerab bilîze!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar