Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1985-06-05
Ez û Mahmûd Kîper li ser rewşa Federasyonê li Rînkebyê bi
Aram ra peyivîn. Komkar hin gelşan çêdike. Em dixwazin wan gelşan berî kongrê
çareser bikin, ji bo ku di kongrê da nebe problem û wextê negire.
Saet li dora 10.00a bi Rezaq Feylî ra peyivîm. Got ji te xeyidî me. Min sebebê
xeyda wî pirsî, got kesên min anîbûn kongreya AKSAyê te kêm nîşan daye. Me li
ser hinekî sohbet kir, min got jimar çi bû min ew nivîsî, min jimar kêm nekir.
Lê qebûl nekir.
1999-06-05
Ez li ser şêla Ocalan a di mahkimê da hinekî bi Heyder (Heyder Diljen)ra
peyivîm. Got ez fêm nakim hevalên wî çawa dikanin vê şêla wî biparêzin. Got
dema gotinên wî rast bibînin divê rismê Ataturk jî li malên xwe bi darde kin.
Osman Aytar got, Mîrhem Yîgît di radyoya Hecî Kardoxî da
parastina Evdila Ocalan rast dîtiye, parastiye. Got min rexne kiriye, min
gotiye ez nabêjim xayin e, lê tiştên diparêze jî pirr xerab in.
XXX
Merheba!
Gelek spas ji bo bersîva te.Wek min berê jî gotibû, ez ji karê înternetê qet fêm nakim. Lê wek te jî gotiye bi îhtîmaleke mezin ev yek karê MITê û Dahîra Herba Taybetî (Ozel Harb Daîresî)ye. Çimkî di nav van du sê rojên dawî da li ser navê hin kesan ji gelek kurdan ra VIRUS hatiye şandin.
Bi baweriya min ji destê me jî çi tê divê meriv bike. Lê berî her tiştî dibê
meriv bi e-maîlekê bala kurdan bikşîne ser vê yekê û ji wan ra bibêje fiîlên ji
we ra tên venekin; berê ji kesê ji we ra şandiye bipirsin(çimkî navê nasekî
bikartînin), hela ka wî tiştekî wiha şandiye ya na?
Bi silavên dostaniyê
Zinarê Xamo
XXX
2011-06-05
Fewaz Husên dixwaze kitêba min (Antolojiya çîrokên zarokan”wergerîne fransî û
li Fransayê biweşîne. Ev e-maila ji min ra şandiye:
”XXX
2011-06-05
Roja te bi xêr be, birayê min, Zinarê Xamo,
Gelo tu vegeriyayî Swêda hirçan ?
Gelekî kêfa min ji çîrokên te, ji Fablên te, tê.
Ez hêvîdar im rojekê ez wan wergerînim fransî.
Min ji Mehmed Elî re behs kir.
Silav û rêz,
Kurdo, Fawaz Husên
Di baweriya min de, fransî wê pir ji van Fabilan hez bikin.
Pirtûka xwe amade bik. Em ê li ser binivîsin "çîrokên gelêrî,
berhevkirin : Zinarê Xamo.
Tu vê pêshniyarê çawan dibînî.
Pa$ê, em dikarin wan bi duzimanî çap bikin, hem bi kurdî, hem bi fransî.
Havîn gish bi te re ye.”
Min got pir baş e û ev bersîv dayê:
”Fewaz, bira pêşniyara te maqûl e. Ji xwe hemû çîrok gelêrî ne, yê
min tenê berhevkarî û şiroveye, ziman yê min e.
Piştî min qedand emê li ser bipeyivin.
Bimîne di xweşiyê da.
Zinarê Xamo”
Birayê Zinar,
Min îro "Hûtê heftreng" xwend. Gelo ev çîrok di nav kurdan
de heye an te hemû ji ba xwe saz kiriye ?
Ew pir xwesh e û ez nizanim çima lê wê Firatê Cewerî anî ber çavên min.
Silav û rêz,
Kurdo, Fawaz Husên
Wey merheba û ser çavan birayê min ê ezîz!
Fewaz, erê weleh ev du hefte ne ez vegeriyame welatê hirçan. Ez şeş hefteyan li
Kurdistana azad, ya bakur û li Tirkiyê geriyam
Ger û rêwîtiya min pir baş derbas bû, min hinekî bîna xwe fireh kir.
Lê bi gerên wiha meriv diherime, meriv dibe weke kûçikê fêrî bajêr û hestiyan
bibe, destê meriv jê nabe...
M. Elî ji min ra qala nêta te ya wergerên xemîşokên(çîrokên)min kir. Heger
rojekê tu bikaribî wergerînê ezê kêfxweş bibim.
Di kitêbê da 125 xemîşok(fabil)hene. Ez nuha wan careke din
rast dikim û di blog û facebooka xwe da rojê yekê diweşînim. Heta nuha min 59
heb weşandine. Di vê nabênê da min çend hebên din jî lê zêde kir. Ez bawer
dikim ewê bibin 130 heb.
Wek min got, heger rojekê wexta te çêbû û te xwest wergerîne ezê pir kêfxweş
bibim.
Gelek silavên biratiyê
Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar