Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-05-28
*Îro nexweş bûm, neçûm kar. Bi ro Mistefa Fîslî telefonî min
kir, got yekî xoretekî kurd hatiye, nuha girtiye. Pûlis biryar daye wî bişînin
Tirkiyê. Got ez wî nas dikim, delegeyê konferansa KUKê bû. Navê lîvik Atîla
Kalkan e.
Min tavilê telefonî pûlisê Arlandayê kir û rewşa xort pirsî.
Pûlis got, ”biryara paşdaşandinê ne pûlis, Învandrarverketê (Dahîra kar û barên koçberan)bide û me dosya wî şandiye wira.
Kesê ez pê ra dipeyivîm got me hîn biryar nedaye, lê emê îro biryarê bidin.
Min telefonî Mistefa Fîslî kir û netîceyên van telefonan jê ra got. Danê êvarî lawik berdan.
*Ez, Mûrad Ciwan û Elîşêr(Ziya Avci)çûn li alî Slussenê gerîyan, me li ser xabatên partiyê hinekî sohbet kir.
*Şiyar blaketên me yê ji dahîreya SIVê ra bişanda da min. Ezê bi Mahmûd Kîper bidim îmzekirin û dûra jî ji Qadir ra bişînim.
*Ji bo roportaja li ser Bûyera 49a min telefonî Dr. Nacî Kutlay kir lê ne li malê bû. Ez pê ra peyivîme, li ser bûyera 49a ezê pê ra hevpeyvînekê bikim.
XXX
1999-05-28
Min ev nivîsa jêr ji Ozgur Polîtîka û Azadiya Welat ra şand.
Kongra Netewî li hemû gelê me pîroz be!
Ji serê salan ve ye gelê me li bende vê yekîtiya netewî bû.
Ji ber ku di 27ê gulanê da ev xewna şairê mezin Ahmedê Xanî bi rast geriya wek
kurdekî ez gelkî kêfxweş û serbilind im.
Bêguman ew hêz û kesên ku di vê roja teng û di vê dema tarîxî da ev yekîtiya netewî
pêkanîne li hember tarîxê ewê rûsipî û serbilind bin.
Lê ew hêz û kesên ji ber hin sebebên pel û pûç beşdarî vê yekîtiya netewî nebûn,
li hember tarîxê ewê gelkî fedîkar û şermezar bin û hukmê tarîxê li hemberî wan
ewê gelkî giran be.
Ez bawer dikim di rojên pêş da ji ber vê şêla xwe ewê pirr poşman bin. Çimkî di
yekîtiya netewî da tu zirara kurdan tuneye, tenê kara wan heye.
Ew kes û hêzên ku nikanin ya jî naxwazin vê rastiya basît bibînin divê dev ji
siyasetê berdin û ji xwe ra karekî din bikin. Ji ber ku siyaset ji bo civatê,
ji bo milet dibe. Îcar milet jî û şertên der û hundur jî îro yekîtiyê ferz
dike.
Gelşên di nabêna me da çuqasî giran û mezin dibin bira bibin, bi hawakî dibê em
wan ji navê rakin(em mecbûr in rakin) û yekîtiya xwe saz bikin.
Dema em vê yekê pêk neynin di sala duhezarî da jî emê wek berê bindest û kole
bimînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar