Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1985-05-10
Saet di 17a da ez Mahmûd Kîper çûn Tenstayê suneta lawê Xelîlê berber. Hema hema hevlên me gişk hatibûn. Bêyî hevalên me, gelek kesên em bi hev ra napeyivin jî hatibûn. Mesela, herdu grûbên ji me veqetiya bûn ew jî li wir bûn. Xelîl ban gişan kiribû. Me silav neda hev, her kes li alîkî rûnişt.
XXX
1986-05-10
*Heyder Diljen got TKSPê nameyek daye Yekîtiya Çep, hin pirs
ji TKPê(Partiya Komunîst a Tirkiyê) kiriye. Hin kesên ji TKPê veqetiyane
dibêjin merivên TKPê di nav hin partiyên kurdan da hene.
Tê gotin ew kes di nav TKSPê da bûne. Nameya Kemal Burkay li
ser vê yekê ye.
TKPê jî gotiye tiştekî wiha tune ye.
*Min çû ji lawkê me Azad ra psiklêteke kevn bi 600 kronî kirî. Min Azad jî bi
xwe ra biribû. Ji Stora Mossen heta me anî malê çemê eniya min qetiya. Ne
tirênê, ne jî otobozê qebûl nekir. Min rojname lê pêçê, bi wî hawî gîhand malê.
Çavê tunebûnê kor be, pere heba minê ji lawikê xwe ra
pisiklêteka herî buha bikiriya.
*Kekê Dr. Nacî Kutlay telefon kir, me bîstekê li halê hev pirsî. Kitêba Malmîsanij
pir ecibandibû, gelkî pesnê wê da. Kekê Nacî ji tarîxê, xebatên li ser tarîxê
hez dike.
Kekê Nacî çima bûye tuxtor ez nizanim, lê kêfa wî pir ji tarîxê ra
tê, tarîx pir bala wî dikşîne, jê hez dike.
XXX
1996-05-10
Li ciyê karê min îşev festek çêkirin. Ez jî çûmê. Em 3 peya
û 38 jin bûn. Tiştê wiha merivê neçê şêtir e. Çimkî ez nikanim wek wan bikim,
wek wan kêf bikim.
Ya din jî gelekên wan piştî hinekî vedixwin zû serxweş dibin, dibin zarok.
Nizanim çima, swêdî gava vedixwin dibin însanên dinm xwe biçûk dixînin. Hin tiştên
wiha dikin meriv qet ji wan napê. Îşev ez du cara pê hesiyam qedeha min a tije
bi dizî vexwarine. Ez matmayî mam. Ji min bixwsta minê bi dilxweşî jê ra îkram
bikira.
XXX
1997-10-05
Komela Nivîskarên apociyan îro civînek çêkirin. Mîrhem Yîgît
ban min min jî kir, ez jî çûmê. Neh kes her yek li ser tiştekî peyivî. Heyder
Otlu jî peyivî. Axaftina wî li ser girîngî
û rola zimanê zikmakî, zimanê dayikê bû. Axaftina wî baş bû, tiştên baû gotin.
Gava çûbû welêt min temiya du kitêbên Sûzan Samancî lê kiribû. Mala wî ava be
herdu kitêb jî bi xwe ra anîbûn, dan min. Elîfba xwe ya zazakî jî da min.
XXX
1999-05-10
*Ez bi Mumtaz(Nîmet Aydin) ra peyivîm. Çendakî berê li Diyarbekrê,
dema ewê vegeriya Swêd li balafirxanê hatibû girtin. Ez bawer dikim du sê rojan
girtî ma, dûre berdan.
Qala girtina xwe kir, got lîsteya kesên beşdarî civîna partiyê ya li Romanyayê
bûbûn di destê wan da bû, heta bigihîje numra pasaportên kesên beşdarî civîne
bûbûn jî di dest wan da hebûye.
Diyar e pûlisê Romanyayê her tişt daye Tirkan. Kesên çûbûn Kurdistana Başûr jî tespît
kirine. Navên wan jî dane Tirkiyê.
Li gor texmîna Mumtaz, got qey tiştekî me nemaye lema ez nehatim tewqîfkirin.
Yên me bi rehetî ketine kemîna tirkan. Bi qasî min fêm kir otêla lê mane bi wan ra
bêbextî kiriye, agahiyên pasaportên gişan dane pûlisên tirk. Belkî otêla ya tirkan bûye, ya jî yekî tirk di resepsîyonê da bûye. Axirê çawa bûbe, kê dabe jî navên beşdarên civînê gişan dane pûlisên tirk.
*Mahmûd Lewendî telefon kir, got ez bi Mûrad(Ciwan) ra peyivîme. Dixwaze kasêta
Mihemed Ûzûn ji telewîzyonê bixwaze, lê dibêje gelek buhaye, 800 kr. ji min xwestine, perê min
tune ye.
Got min jê ra got ez, Zinar û Yilmaz dikanin di nav xwe da bidin.
Min
got heyra mesela pera ne muhîm e, em kanin bidin, lê ez do bi telewîzyonê ra
peyivîm, berpirsiyarekî soz da min, got ezê bê pere ji te ra bişînim. Hela em
du sê rojan bipên dema neşand, wê demê em kanin bixwzin.
Mûrad jî Xwedê jê razî tiştek ji desta nayê. Ez bawer dikim roja pêncşemyê bû
ya jî roja îniyê bû, ji min ra got ez
dikim nakim, nikanim xwe bigihînim telewîzyona Swêd, xêra xwe tu li wan bigere û kasêta Mihemed ji wan bixwaze.
Li ser vê, min telefonî telewîzyonê kir û programa Mihemd Ûzûn jê xwest. Camêrê ez pê ra peyivîm, min edresa xwe dayê, got ezê ji te ra bişînim.
Yilmaz(Selîm Bakaç) got Ahmed Okçûoglû ji Mumtaz(Nîmet Aydin) ra gotiye rewşa Evdila Ocalan
xerab e, nêta wî heye teslîm bibe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar